Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Welatî ji neçarbûnê sobeyên xwe yên kevin çeksaz dikin

10/11/2024
in CIVAK Û JIYAN
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Ji ber buhaya zêde, welatiyên bajarê Qamişlo ji bo kirîna soban zehmetiyên mezin dibînin û ji neçarî sobeyên xwe yên kevin çeksaz dikin. Bazrganan jî bilinbûna buhayên soban bi bilindbûna nerxê dolar û comrekeya ku hikumeta Şamê distîne, girê didin.

Dewleta Tirk a dagirker rojane êrişî binesaziya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike ev yek dihêle rê li ber pêşketinên di herêmê de were girtin û gel rastî astengiyan were. Ji ber tinebûna rafîneriyên mazotê tenûra soban xira dibe, gel neçar dibe berê xwe bide kirîna sobeyên nû, lê ji ber ku kargehên sobeyan di herêmê de nînin û ew ji bajarên Sûriyê ku di bin kontrola hikumeta Şamê de ne tên, buhayê wan gelek girane.

Derbar buhabûna soban bazirgan û çeksazê sobeyan, herwiha welatiyên bajarê Qamişlo ji Rojnameya me re axivîn.

Bazirgan Mado Mado ji bajarê Qamişlo diyar kir ku bi hatina demsala Zivistanê re gel dest bi kirîna soban dike û wiha got: “Buhayê kirîna soban îsal û par wek hevin, lê pirsgirêk bilindbûna dolare, ev yek nerazîbûnê li cem gel çêdike. Di heman demê de sobe hemû ji aliyê hikumeta Şamê ve tên û gumrik li ser wan heye û heta ku dighêje destên me buhayê wê deh qat lê zêde dibe. Li cem me gelek cûreyên soban hene û her yek ji wan buhayê wan cûdaye, ji 375 hezarî heya milyon  û 200 hezarî heye. Boriyê soban jî ji 15 heya 24 hezarî hene. Cûreyên ku em tînin; Elfelah, Elesîl, Kewkeb Elşerq e. Daxwaza me ew e ku Rêveberiya Xweser bibe alîkar bi me re da ku gumrik rabe ji ber ku rewşa gel ya madî ne gelek başe û kirîna soban nebe asteng ji wan re.”

Buhabûna dolar bandoreke neyînî dike

Welatiyê bi navê Yûsiv Mihemed Tahir ku karê firotina goran li ser bestekê li bazara Qamişlo dike da zanîn ku her ji ber her tiştê welatî dikirin bi dolare, ew gelek astengiyan dibînin û wiha got: “Niha jî demsala zivistanê hat û em hewcedarin ku soban bikirin û sobe jî buhayê wan giranin. Ji me nayê em yê herî qenc bikirin, lê ji bo debara zivistanê em yeke buhayê wê li gor rewşa xwe ya madî dikrin, lê ji ber rafîneriyên mazotê li herêmê nînin û başbûna mazotê kême, tenûrên soba xirab dibe û pêwîste her sal werin nûkirin. Sobe ji kêmanî her sê salan divê em biguherin. Hêviya me ew e ku aloziya Sûriyê çareser bibe û gel bighêjin mafên xwe.”

 ‘Bandora çaksazkirinê li ser tenduristiyê’

Çaksazê soban Selîba Ebdulmesîh ku temenê wî 70 salî ye diyar kir ku ev nêzî 6 salan e ew karê çeksazkirina soban dike û wiha got: “Ez him sobên nû difroşim, him jî soban çaksaz dikim.  Îsal piraniya welatiyan berê xwe dane çaksazkirina tenûrên soaban, ji ber  ku sobeyên nû buhne. Astengiya ku em dibînin ew e ku ev kar bandorê li tenduristiya me dike û em gelek diwestin jî. Di heman demê de kesên ku tên ber destê me jî kar dike kirêyeke giran dixwazin heya ku qebûl bikin bimînin. Ez sobeyên girover yên biçûk û mezin bi 40 hezarî çaksaz dikim lê yê çargoşe bi 85 hezarî çaksaz dikim. Piraniya sobên ku tên bajar Himis û Şamê tên ev yek bandorê li bihayê sobê dike. Dema tên jî bi rê de gelek astengî derdikevin û dolar jî buha dibe lewma gel gazindan dike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.