Ayşa Silêman/ Qamişlo
Ev nêzî 6 salan e dewleta Tirk a dagirker Serêkaniyê û Girê Spî dagirkir û dest danî li ser mal û milkên hemwelatiyan, armanca dewleta Tirk ji vê dagirkeriyê guhertina demografîke û qirkirina gelê kurd e.
Dewleta Tirk a dagirker ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve Serê Kaniyê û Girê Spî dagirkir, di encama dagirkirina dewleta Tirk ji xaka pîroz re gelek çîrokên bi êş li pey xwe hiştin. Her wiha bicihbûna welatiyan di konan de û derbasbûna wan bi zehmetiyan re bandorek neyînî li wan kir.
Di derbarê rewşa kampê û koçberan hemwelatiyên bi navê Rizgar Şêx Elî, Wetha Berho û Nûra Hemûd ji Rojnameya me re axivîn.
Çîroka Rizgar Şêx Elî
Rizgar Şêx Elî xelkê serê kaniyê ye diyar kir ku ev 9 sale hevjînê wê şehîd ketiye 4 zarokên wê hene li Serê Kaniyê di nava kar û xebatên asayîşê de cihê xwe digirt, niha jî di şaredariyê de kar dike û wiha got: “Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrişê Serê Kaniyê kirin, wê demê ber banga sbehê bû û hîn em di xewdebûn, bi êrişê re em bi lez û bez ji xew şiyarbûn û me hertişt li pey xwe hişt û em reviyan. Dema min çav zarokên xwe dikir di vî halî de kezeba min dişewitî. Dema em koçber bûn em hatin bajarê Hesekê li Mişêrifê li maleke biyanî man. Ev nîzî 5 sala ye em di kampa Waşokanî de bi cih bûne, daxwaza min ew e ku vegerim li ser axa xwe, ji ber ku ew ax tenê hêjaye malê dunyayê, nîvê gelê me ji êşa dûrbûna wan ji warê wan bi nexweşiyên giran ketin, yek ji wan jî dayîka min bû û ew ji roja koçber bûnê heya îro ev 4 cara kirîza dil pê re çêdibe. Hêviya me em vegerin cihê xwe ji ber ku her kolanek ji bajarê me xwedî bîranînekiye.”
Astengiyên ku me di dema koçberiyê de dîtine
Wetha Berho da zanîn ku temenê wê 60 salîye ji Serê Kaniyê ye lê ji ber dagirkirina dewleta Tirk ji bajarê sere kaniyê re ew neçar ma ku dev ji bajar berdin. Ev nêzî 5 sale di kempa Waşokanî de ew û zarokên xwe bicih dibin û wiha got: ” Em gelek zehmetiyan di hundirê kampê de dibînin yek ji wan jî kêmbûna nane, herkesek du nan jê re derdikevin lê ev yek ji bo me kême loma tevî mezinbûna temenê min jî lê ez neçar dibim nan çêbikim. Lê di çêkirina nan de jî em zehmetiyan dibînin, her meh carekî kêlok ard didin me, ji bo çêkirina nan kêlok têrê nake em ji cîranên xwe yên ku nehewcedarî ardin dikirin. Tevî ku gelek nexweşî bi min re ne û hertim bijîşk dibêjin tu hewcedaî rehetiyê yê, lê ez neçarim ji bo zarokên xwe çêkim. Daxwaza me ew e ku em vegerin û jiyana xwe ya berê di mala xwe de berdewam bikin, ji ber ku jiyana di hindirê kampê de pir zor û zehmete.”
Zehmetiyên ku di Zivistanê de hemwelatî dikşînin
Nûra Hemûd diyar kir ku temenê wê 55 salî ye malbata wê ji 10 kesan pêk tê ji Serêkaniyê ne û di kampa waşokanî de bicih bûne û wiha got: “Di kampê de em gelek astengiyan dibînin dema berê mûnet du par didan me, lê niha parek ji me qutkirine tevî ku hijmara me geleke jî û têra me nake. Rojane ji me re avê tînin, lê em pirî caran bê av dimînin, ji ber ku her pênc kon li ser bermîlek av debara xwe tînin, hejmara me geleke heger mirov xwe zû negihande avê û para xwe negirt dibe ku wê rojê bê av bimîne. Her wiha her sal ji bo hatina demsala Zivistanê çadir didan me, lê îsla nedan û çadirên me hemû qetane û jiyana zivistanê zehmete ku di bin wan de were qedandin. Dema berê wek vî demî mazot didan me, lê heya niha nedane û par mazota dayîn hîn nebû nîvê zivistanê jî xilas bû. Di heman demê de em daxwaza sopek nû dikin, ji ber ku pênc sal çûn li ser derbasbûna sopa me re û nema bikêrî pêketinê tê, lê tiştek ji daxwazên me pêk nayînin wê zivistana îsal çawa derbas bibe bi van astengiyan re nediyare.”