Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Îmralî tekane rêya xilasiyê ye

10/11/2024
in ROJEV
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan

Rojekê zilamekî pîr, pendiyar û retkok tevî kurê xwe yê ciwan li sûkê dimeşîn. Ji wê ve tê xortek tewşan û milê xwe li milê zilamê pîr dikeve. Lê dizivire û jê re dibêje: Ma tu kerî? Zilamê pîr gelek bi asayî lê vedigerîne û dibêje: Na!

Ew xortê beredayî ti bersivek din nade û bi rêya xwe ve diçe. Lawikê ciwan li bavê xwe dinihêre û bi hêrs jê dipirse: Te çima bersiva wî neda? Carek din bavê pîr bi aramî ji kurê xwe re dibêje: Wî pirs kir, min jî bersiv da! Kurik bi tengavî û kêrç li bavê vedigerîne: Tu newêrekiya xwe di bin siya pîrbûn û pendiyariyê de vedişêrî! Kalê pîr ti rêyan ji kurê xwe nake, lê di heman demê de dixwaze dersekî bide wî. Lew re tavilê lê dizivire û jê dipirse: Tu dixwazî biceribînî? Law bê ku bihizire, derhal pirsa bavê dibersivîne: Erê.

Bav û law carek din bi rêya wî xortê beredayî dikevin û hîcar rûbirûyî law tê. Dema milên wan li hev dikevin, ew xort lê dizivir û jê dipirse: Ma tu kerî? Lawê ciwan bi kîn jê re dibêje: Tu kerî. Wê çaxê dibe teqereqa gurmist û pêhênan. Toz bi ser wan dikeve û xelk li dora wan kom dibe. Yek ji xelkê dipirse: Ma hûn nikarin van herdû keran ji hev bikin?

Herdû şerbaz lê dizivirin û dibêjin: Em ker in? Wî jî dikişînin nava şer. Pevçûna wan bi vî awayî carê kesekî dikişîne nav xwe û mezin dibe. Dawiyê de yekî hişmed nêzî koma şer û gengeşeyê dibe û diprise: Ma hûn nikarin van mirovan ji hev bikin?

Koma şerkeran lê dizivirin û bi sosretî jê dipirsin: Te got mirov, ma em mirov in? wisa wî jî dikişînin nava şer û bi vî rengî kaosa şerbazan berfireh dibe. Wê çaxê bavê pîr ê pendiyar destwerdanê dike û kurê xwe ji nava komê dikişîne ku rûyê wî tije xwîn û her dera wî werimî ye, û jê dibirse: Ma te bigota Na, ne baştir bû? Diyare hesabên Tirko û dûvikên wî yên odeyên şerê taybet û peyayên maskekirî ku kêfa wan ji navê (Rewşenbîrên Serbixwe yên Kurd) re tê, û propagandayên qebe di derbarê bapîrê wan (Hesen Xeyrî) de dikin, dê li ber peravên deriyên Îmraliyê û li pêşberî heybeta Qendîl, pendiyariya sergevazên wê û gerîlayên azadiyê dê werin serçogkirin.

Li hemberî dek û dolabên serdestiya li Tirkiyê û hewldanên faşîzmê ya homojenkirina doza Kurd, fena salên 2016’an, berxwedana Rêveberiyên Xweser, Berxwedana Şaredariyan dest pê kiriye. Ev yek paralelî pêvajoya guherîn û veguherînê ku li herêmê û dunyayê dest pê kiriye, rû daye. Ev berxwedan wê ji qonaxa serdema nû re bibe sernavekî stun û wê di tayînkirina pêşeroja Tirkiyê, Kurdistan û herêmê de xwedî şopeke kûrwar a guherîna bingehîn be. Li kêlekî wê jî; dê bi têkbirina faşîzmê li Tirkiyê ku weke dawîtirîn kelehên netew dewlet e, tacîdar be.

Tirkiyê weke kurê ciwan lê hatiye. Hewl dide bi qebedayîtiyan serdestiyên xwe mayînde bike û bi dagirkeriyan jî tacîdar bike. Hemû seynalên sor li herêmê û dunyayê li ber “Ehmaqiya” faşîzma Tirkiyê lê didin. Tepkiyên wê jî yên weke lawê pîrê hişmend in, tivî dikin ku baş şimitiye xefka veguherînê. Çendîn hewl bide xwe berevajî bide îqnakirin, lê tevî wê jî nikare xwe dûrî bayî guherînê bigire û bi vî halî jî nikare xwe jê biparêze. Nêzîkatiyên xapînok ji doza Kurd re û piropagandayên hinek lîderên odeyên şerê taybet, hewldanên herî kirêt û kalsîk ên xweîqnakirinê ne. Eger Tirkiyê û desthilatdariya wê dest ji van rêbazên kevin bernede, dê bihêztirîn şeqam li rûyê wê bikeve. Êdî rêyên xwe jê bi yan de, nemane. Tekane rêgirtina li ber parçebûna muheqeq a Tirkiyê, aqilmendî û pendiyariya kalê pîr e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.