Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Apê Rojavayê Kurdistanê Yusif Gulo hat bibîranîn

09/11/2024
in NÛÇE
A A
Apê Rojavayê Kurdistanê Yusif Gulo hat bibîranîn
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Gewda/Qamişlo

Di 9’ê Mijdara 2021’an de, taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo Yûsif Gulo û du neviyên wî Mazlûm û Mihemed Gulo balafirên (SÎHA) di destê dewleta Tirk ya dagirker hatin armanckirin. Encamê de Apê Yusif û û Mazlûm û Mihemed Gulo şehîd bûn. Kazim Ergûn bi nasnav Enter Dêrsim ku di dehan sale di nava tevgera azadiyê têkoşîn dida, 11’ê Mijdarê di encama krîza dil de li Rojavayê Kurdistanê şehîd bû.

 

Di salvegera şahadeta Apê Yusuf û nevîyên wî  û şoreşgerê mezin Enter Dersîm  ya 3’emîn de, li goristana Şehîd Delîl Saruxan ya bajarê Qamişlo hatin bîranîn. Endamên Sazîya Malbatê şehîdan û malbata Gulo û gelek welatî û saziyên Rêveberîya Xweser jî tevlî bîranîne Apê Yûsif bûn. Di bîranînê de, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Emer Musa, li ser navê malbata Gulo jî birayê wî Brahîm Gulo axivî. Pişti axiftinan goristana şehit Apê Yusif, nevîyên wî û şehîd Enter Dersim jî hatin ziyaret kirin. Bîranin bi dirûşmeyên Şehîd Namirin bi dawî bû. Piştra welatiyên ku tevlî bîranînê bûn, heya peykerê Apê Yûsif Gûlo ya bi çerxerêya ser navê  wî hatiyê çêkirin meşîyan.

‘Emê rêya Apê Yusif bişopînin’

Di bîranînê de, li ser navê Sazîya Malbatê Şehîdan ya Qamişlo Emer Musa axivî, xêr hatina mêvanan kir.  Û wiha anî ser ziman  “Ji bo bîranîna salvegera 3’emîn ya Apê Yûsif û herdû nevîyên wî em li wir kombûn e. Apê Yûsif qehramenek û berxwederek di nava Tevgera Azadiyê bû. Li çîyayên Kurdistanê bi salan berxwederî û tekoşîn dabû meşandin. Di Lûbnanê li gel Rêber Apo perwerde dîtibû. Zarok û malbata Apê Yûsif de, bi pêşengtîya wî Tevgera Azadîyê naskir û tevlîbûn hatin kirin. Gelek pakrewanê mala Gulo jî di uxura welat da gehiştine asta şahadetê.  Kedek mezin li di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî da. Şoreşgerê sosyalist û pêşeng Enter Dersîm jî heman ked û xebat didan meşandin. Em salvegera şahadetê van pakrewana bi rêzdarî wan bibîrtînin û soza şopandina rêya heqîqetê didin.”

‘ Em wek malbata Apê Yusif emê tola wî erdi nahêlin’

Piştî axiftina Emer Musa, li ser navê malbata Gulo, Ibrahîm Gulo axift berxwedana her çar beşên Kurdistanê silaw kir û wiha destpê axiftina xwe kir  “Em destpêkê wek malbata Gulo xerhatina we hemûyan dikin. Em aliyekî pir xemginin lê pir ser bilindin jî. Ji ber em xwedî birayekî weke Yusif Gulo me. Yusif Gulo qehremanê şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû. Wî ti carî sere xwe ji ber dijminan netewand.  Ev pêşengê Tevgera Azadiyê bû. Dujmin ne karî qada şer Apê Yusif têk bibe. Serî li xiyanetkaran da. Li ser wê bingehê em ti cara xiyanetkaran efû nakin. Em wek malbata Apê Yûsif Mazlum û Mihemed emê tola wan erde nehêlin. Em berxwedaniya her çar parçeyên Kurdistanê dimeşe de slaw û piştgirîya wan dikin. Dîsa bi boneya salvegera şahadeta Apê Yusif û her dû nevîyên wî û şoreşgerê mezin Enter Dersîm bibîrtînin û ji bona kesê amade em spas dikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.