Dîlan Mulhim/Qamişlo
Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Rêxistina Kîfah di derbarê parstina zarok û civakê de komxebatek li bajarê Qamişlo lidar xist.
Di bin dirûşmeya “Xurtkirina têkiliyên xwecihî û navnetewî ji bo parstina mafê zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê” komxebatek ji aliyê Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêxistina Kîfah ve, li Navenda Diravî ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Di komxebatê dfe nûnerên Rêveberiya Xweser, endamên rêxistinên sivîl û endamên saziyên Rêveberiya Xweser tevlî komxebatê bûn.
Bernameya komxebatê wiha ye:
-Naskirina kesên beşdar
-Pêşkêşkirina armancên komxebatê bi pêşengitiya Desteya Jinê
-Navên babetên ku li ser bê seknandin hat diyarkirin
-Piştire mijara yekemîn di derbarê pêwîstiyên zarokan û xalên lawazya wan hat nîqaşkirin.
-Mijara duyemîn di derbarê li hember seknandina pisgirêkan û başkirina pêkanîna siyasetên serdest. Qanûna zarokan ji aliyê Desteya Jinê ve hat pêşkêşkirin, nîqaş hate kirin weke du koman her komek van pirsan nîqaş kir: pirsgirkên ku li hember pêkanîna siyasetên heyî derdikeve ji parstina zarokan û alîkariyên di navbera aliyên çalek de pê kirin ji bo li hember pirsgirêkan.
Di dawî de tebîdkirin hevbeş ên komxebatê hatin xwendin, ji wan gavên piratîk ên pêwîst go pên kirin.






