Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Albuma xwe diyar Sakîne, Leyla û Fîdan kir

19/08/2018
in Uncategorized
A A
Albuma xwe diyar Sakîne, Leyla û Fîdan kir
Share on FacebookShare on Twitter

Albuma Ferîforya ya hunermend Şêrzad Mîr Muzîkê derket.
Albuma Ferîforya ya hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Şêrzad ji Kom Yapim û Mîr Muzîkê derket.
Hunermend Şêrzad albuma xwe diyarî şoreşgerên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan kir ku 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin kuştin. Hunermendê ciwan Şêrzat li ser albuma xwe ya bi navê Ferîforya axivî.
Hunermend Şêrzat diyar kir ku şehadeta Sakîne, Leyla û Fîdan gelekî bandor li wî kir û got, “Dema ku li girtîgehê ez bi şehadeta wan hesiyam, min rahişt tembûra xwe û êş û kedera xwe anî ziman. Berhema Ferîforya bi vî rengî derkete holê. Ferîforya li navçeya Sasonê ya Êlihê naveke ku li pinpinîkan tê kirin. Vî navê bedew û estetîk xweş li têkoşîna pîroz a şoreşgerên Kurd Sakîne, Leyla û Fîdan dihat. Lewma min navê Ferîforya li albumê kir. Bi pêşniyara dostên hêja yên li zindanê me biryar da ku vî navî li albumê bikin.”
Hunermend Şêrzat anî ziman ku album ji 12 stranan pêk tê û keda bi dehan hevrêyên wî yên li zindanê di nav albumê de heye.
Hunermendê NÇM’ê Şêrzat got, bi vê berhemê re kêm jî be wî xwestiye tevkariyê li têkoşîna wan a şoreşgerî bike.
Hunermendê ciwan destnîşa kir ku ev berhema kolektîf ji bo wî cihê rûmet û serbilindiyê ye…ANF

Post Views: 41
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.