Amara Baran/Qamişlo
Desthilata AKP-MHP’ê ku hem li hundir hem jî li derve xitimiye bi taktîkên nû hewil dide siyaseta xwe ya berê bizivirîne. Ew bi zihniyeta xwe heman siyasetê dimeşîne û tecrîda li ser Rêber Apo didomîne. di bin gotina aşitî û biratiyê de ya Erdogan û Beçelî de gefên qirkirin û qetlîamê hene.
Li hemberê îradeya gelê kurd û li hemberê gelê kurdîstanê derbeyek din a siyasî ji aliyê desthilata AKP-MHP ve qeyûm hatin kirin 3 şaredariyên gel ( Mêrdîn, Batman û xelfetî) hate dagirkirin. Li dijî van erîş û derbeyên siyasî berxwedana gelê kurd didome, ji bo mezinkirina tekoşîna li dijî desthilata faşîst a ku dixwaze kurdan qirbike û îradeya gelê kurd nasnake. Bi fermana şefê faşîst Erdaxan û bi telîmata wezareta tirk a navxweyî şarederiyên gel dagirkirin. Gel bi tekoşîna xwe neyamek xort da dagirkeriya tirk û got” emê li berxwe bidin faşîzmê û pergala qeyûm a talanger têk bibin. Pişte 8 salan 4 mijdarê de li dijî îrada gel darbe pêk hat, wezarta navxweyî a tirk bi fermana şefe faşîst Erdoxan dest danîn li ser şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xelfetiyê. Hêzên dewleta tirk a dagirker nehîşt ku kes bikeve şaredariyan, bi bîhîstina buyerê re gel berê xwe da şaredariyan û li dijî darbeya faşîst dest bi berxwedanê kir.
Dewleta tirk xwediyê zîhniyeta qirkirinê ye
Gele kurd gelek destkeftiyan bi tekoşîna xwe Şarederiyên gel yên li bakur û tirkiyê bidestxistin, şoreşa Rojava mînaka vî ya herê mezin û berbiçave, şoreşa rojava xwe sipartiye rastiya Rêber Apo jî spartiye, yên ku tekoşîna xwe rêveberiyê esas negirtin û yên ku beşdarê hezên polîtîkayên serdestbûn guhertin. Metirsiya li ser kurdîstanê bi taybet li ser şoreşa rojava bi dawî nebuye yên ku vî xeteriyê diafirine dewleta tirke, dewleta tirk xwediyê zîhniyeta qirkirinê ye rastiya kurd înkar dike û dixwaze ji holê rake dixwaze bi qirkirina kurda dewletên heremî jî bike bin xitma xwe û hegemonyake li ser heremê avabike. Li hemberî vî pêwîste tekoşînê zedetir xortbikin û xwe parastinê pêşbixin ancax bivî rengê bikaribin erîşan vala derbixînin.
Desthilatdariya AKP-MHP’ di hindir û derve de xitimiye
Desthilata AKP-MHP’ê ku hem li hundir hem jî li derve xitimiye bi taktîkên nû hewil dide siyaseta xwe Ya berê bizivirîne herçiqas li tirkiyê nîqaş çêbûn jî lê tu gûhertineke bingehîn tuneye desthilata AKP-MHP’ê bi zihniyet û siyaseta xwe bi heman rengê didomîne, û tecrîda li ser Rêber Apo didome, Rêber Apo bi gotina ku’ tecrîd dewam dike’ nîşan dide ku dewlet nêzîkatiya xwe ya bere didomîne tiştên ku Erdoxan û Bahçelî dibêjin tehdît û şantajin di bin gotinê aşitî û biratiyê de gefên qirkirin û qetlîamê hene. pir vekirî heqaret li gele kurd û îradeya gele kurd dikin û dixwazin ku gel dev ji tekoşîna xwe berdin û teslîm bibin. Erîşên hovane yên li ser Rojava û desteserkirina îradeya gel ji aliye qeymaqam û valiyên dagirker ve plana dewleta tirk a dagirker derxistiye holê.
Di hevdîtina pişte 5 salan a lî Îmraliyê de Rêber Apo helwesta xwe ya ji bo çareseriyê bi awayek zelal nîşan da lê belê bersiva dewletê a li hemberî vî ew bû ku berê xwe bide rojava û li bakur jî bi rêya qeyûman dest bidin ser şaredariya û zorê dan qirkirina siyasî û eskerî, herê dawiyê derket holê ku tecrîda li ser Rêber Apo bi cezayên dîsîplînê hatiye dûbarekirin û dirêjkirin, tecrîd tê wateya politikaya qirkirinê. Erdoxan di raya giştî de got ku mizginiyekî me ji bo we heye ji bo Rojava tehdîteke nû a dagirkeriyê bike meriyetê û îradeya gel xesp bike.
Hedefa dewleta tirk qirkirina gelê kurde
Mesela dewleta tirk ne mesala kayum avêtina ser şaredariyane, mesela dewleta tirk qirkirina gelê kurdê di milekî de bi dijwarî êrîşê heremên parastina medya yê dike, ji milekî de jî êrîşên rojavayê kurdîstanê dike. Rojava bixwe jî di xeteriyê de ye lewma ji bo parastina hemû destkeftiyan parastina Rojava û parastina şoreşa rojava ji berê zêdetire, temsîla iradeye gel a şoreşa rojava ne tenê ji bo gele kurd bi taybetî ji bo rojhilata navîn gelekî girînge di heman demê de ji bo tevahiya cîhanê jî girînge, çima şoreşa rojava ewqas girînge roj bi roj girîngiya wî zelaltir dibe.
Li Rojhilata Navîn roj bi roj şer gurtir dibe
Rewşa rojhilata navîn jî bi awayek pir zelal li holê ye ku îro şer roj bi roj gurtir dibe. Yên ku dibin sedema vî şerê jî hêzên moderînîta kapîtalîstin ji berk u di nava hêzên moderîniteya kapîtalîst de pirsgirêkên hêz û serdestiyê hene. Divê hêzên moderînîteya kapîtalîst tene wek hêzên navneteweyî û yên wekê DYA, û înglîstanê neyên dîtin, dewletên heremê yên wekê tirkiyê û îranê jî hêzên modernîteya kapîtalîstin. Îsraîl jî wek dewleta tirk ji hêzên navnetewî destekê digre û li gor planên wan tedigere. Desthilatdarî û planên serdestiyê hem hêzên navnetewî yên wek ê Emerîka û Înglîstanê hem jî hêzên heremî yên weke tirkye, Îran û Îsraîlê dibin sedema kurbûna şerê li rojhilata navî. Ji van hêzan yek jî xwe naspêre gel û azadiyê berovajî ji bo bi destxistina desthilatdarî û serdestiyê. Em niha jî dibînin ku çi bi serê gelê filîstinê ve tê, komkujiyên ku dewleta tirk pêk tîne jî eşkere li holêye tişta ku îro diqewime jî heman tiştê, tişta ku bi gele filîstin û bi gele kurd hat kirin di dîrokê de minakê wî tuneye, li aliye din komkujiyê îsraîl û dewleta tirk jî ji plana ji nüve dizaynkirina rojhilata navîn ne ser bixwe û cûda ne ev hemû hêz ji bo berjewendiyên xwe mirovan dikin qurbanî, bi taybetî divê em ji tecrûbeyên gelên filîstinê dersê derbixin. Taybet dewleta tirk û îran ji bo ku di projeya nû a Rojhilata navîn a ji aliyên hêzên navnetewî ve hatiye çekirin de xwe bi cih kirine û ji bo ku mevziyên xwe ji dest nedin mirovan dikin qurbanî. Ji berk u projeya rojhilata navîn a nû ya hêzên navnetewî hevsengiyên berê xira dike, hêzên wek tirkiye û îranê ji vî ditirsin ji ber ku dewleta tirk û îranê ji hêzên hegemonîkin naxwazin hegemonya xwe ji dest bidin ji bo wî jî mirovan dikin qurbana siyaseta xwe ya qirêj.
Rêber Apo bi awayek pir zelal şerê Rojhilata Navîn analîz kir
Di erîşa hamas û îsraîlê de mînaka vî bi awayek eşkere derket holê dewleta tirk û îranê bi êrîşa Hemasê a li ser Îsraîlê gelê Filîstinê kire qurbaniya polîtîkayên xwe. Taybet rola faşîstê tirk Erdoxan divî de diyar bû ji ber vî nêzîkatiya Erdoxan û dewleta tirk li hemberê filîstinê bi tevahî li ser esasê bi kar anîna gelê filîstinêye, hemas jî buye amûrê vî siyasetê û bi bûyîna partiyeke tekoşîna hegemonya hêzên heremî û navneteweyî zirarek mezin daye doza gelê kurd. Rêber apo ji herkese zêdetir şerê cîhanê ê sêyemîn analîzkir û çawa çima pêşket û divê gel çawan tevbigere hemûyan analîz kir ji bo ku em fambikin pêwîste em bixweynin û analiz bikin ger em baş fambikin emê şerê rojava rojhilat û cîhanê jî fambikin û emê bizanibin çawa tevbigerin û wî demê tehdît lîstêkên şerê taybet yên dijmin têk bibin. Rêber Apo got ku” şerê cîhanê ê sêyemîn di navbera hêzên serdest pêk hatiye pêwîste gel li gor hêz û tekoşîna xwe geşbike û pêş bixe”






