Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

10’emîn Mihrîcana Rojava a Çand û Hunerê dest pê kir

08/11/2024
in NÛÇE
A A
10’emîn Mihrîcana Rojava a Çand û Hunerê dest pê kir
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK)`ê bi drûşmeya ‘ Em bi peyama xwe ya rewşenbîrî bi hezkirinê berdewam dikin, bi srûdên axê bi tembînameyên cangoriyan dixemilînin’, 10`emîn Mihrîcana Rojava ya Çand û Hunerê, li navenda xwe ya bajarê Qamişlo li dar xist.

10`emîn Mehrecana Rojava ya Çand û Hunerê bi tevlîbûna nêzî 130 rewşenbîran, deste, dezgehên hunerî, nivîskar û helbestvanan dest pê kir. Mehrecan wê 10 rojan berdewam bike, tê de panel, şano û şevbuhêrkên hunerî û çandî bên li dar xistin.

Mihrîcana Rojava ya Çand û Hunerê bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre bi navê Desteya Çandê ya kantona Cizîrê, komîteya amadekar ya mehrecanê, Markêta Zeîm, Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrî, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê, Mamoste konê Reş, Mamoste Xalis Misewr û Mihemed Ellî Ebdê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de vekirina vê mihrîcanê li HRRK û hemû beşdavanan hate pîroz kirin, ku serkeftina xwe di dirêjahiya 10 salan de, bi hemû hêzê û çalakiyên xwe yên cûr bi cûr berdewam kir.

Di axaftinan de hate tekezkirin ku bi hêviyên mezin ew ê karbin bi rastî xwedî li zimanê xwe derkevin û çanda xwe biparêzin û wiha hate gotin: “Dema mirov dibêje çand û huner giyan, hebûn û nasnameya jiyanê ye, jiyana ku bi sedê salan hatiye windakirin, mehercana ku îro tê li dar xistin, dîroka me ya windayî tîne meydanê bi saya nivîskar û rewşenbîran ku karçbûnxwdî li çand û hunera kurdî derkevin. Her çiqas civak di aliyê hişmendî û çandê de bilind be ewqasî wê civak bi pêş dikeve.”

Piştî bidawîbûna axaftinan, ji hêla hunermend Kawa Kalê ahengeke muzîkî hate lidarxistin.

Bi vekirina pêşengeha hunermend Hikmet Ibrahîm, bi pêşkêşkirina 62 tebloyên ku bi destan hate çêkirin, çakaliya vekirinê ya Mihrîcana Rojava ya Çand û Huner bi dawî bû.

Hêjayî gotinê wê di roja dawî xelata HRRK’ê ya Afirandinê were ragihandin. Ev xelat wê ji aliyê kesekî bazirgan ve yê bi navê Telal Elşêx were dayîn û temenê wê jî hezar dolar e.  

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.