Sûkên gelêrî yên gerok li bajarê Qamişlo ji beriya 30 salan ve hene. Rojane û li cihên cuda di nav taxên Qamişlo de ku ji bo wan hatine diyarkirin, pêdiviyên malan pêşwazî dikin.
Sûkên gelêrî li bajarê Qamişlo beriya nêzî 30 salan ve hatine pêşxistin. Di destpêkê de bazirgan û firoşkar ji Heleb, Reqa û Dêrazor û tevî yên bajêr jî li cihên fireh amûrên xwe difirotin. Ew sûk bi navên rojên hefteyê tê nasîn.
Ji ber kêmbuhayên amûran welatî berê xwe didin van sûkan. Şêniyên Qamişlo bi vê pîşeyê dixebitin û niha hemû firoşkar û bazirganên sûkê ji Qamişloyê ne.
Ev sûk gelekî berfireh bûn. Ev sûk ji ber şerên li herêmê û qutbûna rê bi herêmên Sûriyê re, rawestiyan. Lê niha Şaredariya Gel a bajêr roleke girîng di geşbûna van sûkan de lîst. Cihên taybet di nav taxên bajêr de û bi erzanî ji bo wan amadekirin.
Piraniya van bazirganan nikarin dikanekê bikirin an jî kirê bikin. Firoşkarê bi navê Ebdillah Hisên Osman diyar kir ku ew ji beriya 22 salan ve di nav sûka gerok de wek firoşkarê solan li sûkê dixebite…ANHA