Diyana Mistefa/Reqa
Şêniyên kantona Reqayê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mûsa Mihemed El-Hemedî bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Hikûmiyê oxir kirin û soza şopandina rêya şehîdan dan.
Bi sedan şêniyên kantona Reqayê, saziyên sivîl û leşkerî cenazeyê Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mûsa Mihemed El-Hemedî yê ku di 5’ê vê mehê de li bajarê Eyn Îsa dema ku erka xwe ya leşkerî pêk dianî di encamê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, oxirkirin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê Şehîdan dest pê kir, piştre li ser navê Erka Xweparastinê Ebdu Amûdê axivî û wiha got: “Em li ber mezinahiya şehîdan serî ditewînin û li hemû dayîk û bavên xwe û malbatên şehîdan pîroz dikin.”
Ey gelê me yê welatparêz, ey malbatên me, şehîdên van demên dawî, çi şert û mercên siyasî, çi leşkerî, û her roj rastî êrîşên ku em rastî êrîşan tên, ji bombebarankirina binesaziyê û tevlîheviya di mijarên siyasî de, lê negihîştin tiştê ku dixwestin ji ber ku em kesên xwedî raman, kesên bîrdozî û kesên xwedî îrade ne.
Bi felsefe û biratiya gelan em ê bi ser bikevin, netewa demokratîk wê bi ser bikevin, divê em vê qonaxê di parastina ax û namûsê de feda bikin û li vir jî li ser navê xweparastinê em peyman nû bikin.”
Piştre rêveberê ofîsa perwerdeyê di Meclîsa Leşkerî de Ferhad Hemûd axivî û wiha got: “Em di serî de bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk sersaxiyê ji malbata şehîd Mûsa Mihemed El-Hemedî re dixwazin. Şehîd Mûsa îro tevlî rêhevalên xwe yên ku rûmet û azadî afirandî bû, û ew in ku fêrî nifşan kirin ka qehremantî û çawaniya afirandinê. Serkeftin li ser dijminan pêk tê û ew in ku xwîna xwe dirijînin da ku ala azadiyê li esmanê welatê wan bilind bibe.”
Ferhad Hemûd di berdewamiya axaftina xwe de got: “Şehîd asta herî jor a dayîna ji bo xatirê welat û gel e û îro li vê cihê pîroz lehengekî Erka xwe parastinê davêje, rihê wî yê pak li vê cihê me yê pak rihet be Soza şehîd, malbata şehîd û hemû malbatên şehîdan da ku heta rizgarkirinê li ser rêya xwe berdewam bin û got, “Hemû Sûriyê û parastina projeya me ji her êrîşeke ku projeya Rêveberiya Xweser tehdîd bike.”
Piştre Serokê Komîsyona Malbatên Şehîdan, Birîndar û girtiyên Şer li bajara Reqayê Îbrahîm El-Hemûd axivî û wiha got: “Em îro li vê cihê pîroz, li vê cihê pak, mezargeha her kesî dicivin. Şehîd, li ku derê qehremantî û fedakariya her tiştê hêja û bi nirx ji bo xatirê welat hebe, her çiqasî hejmara şehîdên me zêde bibe, em ê li ber dijminên xwe bilind bin û ji wan re bêjin hûn di hesabên we de xelet in, em ê ji quretiya we û hêzên we yên hov netirsînin.”
Wesîqeya Şehîd ji aliyê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed El-Hemûd ve hate xwendin û radestî malbata wî kirin.
Piştre Şehîd spartin axê.






