Yekîtiya Şaredariya kantona Reqayê kiryarê dewleta tirk a li Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyekê li navenda Şaredariyê bi amadebûna hemû endamên xwe Şermezarkirin.
Diyana Mistefa/Reqa
Daxuyanî ji aliyê hevseroka Yekîtiya Şaredariya kantona Reqayê Fehîme El-Cesim ve hat xwandin.
Di destpêka daxuyaniya de wiha hat gotin: “Li ser navê Yekîtiya Şaredariya kantona Reqayê, em tişta ku faşîzma Tirk yê ku xwe nûnertiya Partiya Dad û Geşepêdanê û tevgera niştimanperwer radigihînê, şermezar dikin, rayedarên Tirkiyê di vê demên dawiyê de îradeya gel têk dibe û parêzger destnîşan kirin. Li şaredariyên Batman, Mêrdîn û Xelfetliyê şaredariyên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin dixwazin biguherînin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin: “Gelên herêmê bi giştî û gelê Kurd bi taybetî pêşengtiya komkujî û qirkirina nû ya li Bakurê Kurdistanê dike û di mijara tayînkirina cerdevanan de her tim nêzîkatiya tasfiyeyê dişopîne sûcên qirkirina etnîkî, çandî û siyasî yên dewleta Tirk, ev tişt me vedigerîne tiştên ku Naziyan piştî hatina desthilatdariya piştî Şerê Cîhanê yê Yekem kiribûn, li wir partiyên siyasî kirin hedef û piştî lê dana li dijî demokrasiyê li dijî gelan komkujî û qirkirin pêk anîn.
Pêkanînên Erdogan ên tepeserkirina azadî û demokrasiyê û desteserkirina îradeya gel, ji ya ku Hîtler bi şewitandina parlamento, derbe û şerên li ser welatan kir, di demekê de ku faşîzm behsa qonaxeke nû û pêvajoya aştiyê dike.
Ev kiryarên dawiyê piştrast bûn ku hemû daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê yên derbarê aştiyê de ji bo bidestxistina Demê, xapandina raya giştî ya navxweyî û hewldaneke nû ya rawestana li ber îradeya gelên azadîxwaz û rûmetê ye.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: “Em Yekîtiya Şaredariyê a li bajarê reqayê bang li gelên azad dikin ku li dijî pêkanînên dagirkeriya dewleta Tirk ranewestin, pergala parêzvaniyê ya ku mafê gelan ên hilbijartina nûnerên xwe dixwe, şermezar bikin Dagirkeriya Tirk a ku demokrasî, aştî û ewlekariya cîhanê dike hedef û em bang li hêzên navneteweyî dikin ku destwerdanê bikin û zextê li dewletê bikin da ku dest ji kiryarên xwe berde.”






