Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Projeya Rêveberiya Xweser fersendeke dîrokî ye

19/08/2018
in Uncategorized
A A
Projeya Rêveberiya Xweser fersendeke dîrokî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Esed El-Ebadî destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku li Bakurê Sûriyê pêk hatiye, ji bo gelên herêmê fersendeke dîrokî ye û bang li rêjîma Sûriyê kir ku bi erênî nêzî projeyê bibe. El-Ebadî wiha got: “Projeya Rêveberiya Xweser xeyal bû û niha li ser erdê pêk tê. Lewre jî pêwîst e ev tecrube li tevahî Sûriyê û herêmên din wekî Iraqê pêk were.”
Çalakvanê siyasî û hiqûqnas Esed El-Ebadî têkildarî tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li herêmên Bakurê Sûriyyê hatiye rûniştandin axivî û diyar kir ku ev tecrube serkeftî ye.
El-Ebadî anî ziman ku ew ji bo serdana Bakurê Sûriyê ji aliyê Desteya Derve ya Kantona Cizîrê ve hat vexwendin û wiha got: “Piştî derbasî Rojava bûm û min serdana saziyên rêveberiya xweser û bi rayedarên desteyên xizmetguzarî, tenduristî û perwerde hevdîtin kir, min dît ku projeya rêveberiya xweser xwedî hêz e, li ser bingehê wê gel xwe bi rêxistin dike.”
El-Ebadî destnîşan kir ku gelê Rojava û Bakurê Sûriyê projeya rêveberiya xweser fam kir û bêyî cudahiyên etnîkî û olî bû xwedî biryar û wiha dewam kir: “Rêveberiya Xweser xewn kir rast, gelek kêmasî derbas kirin, ji ber nakokiyên di navbera pêkhateyan derketin rastî keleman hat.”
El-Ebadî anî ziman ku gelek lêkolîneran texmîn kir ku dê li Bakurê Sûriyê şerekî navxweyî derkeve û ev tişt bi lêv kir: “Encamên texmînên wan berevajî derketin, me dît ku gelê Bakurê Sûriyê rêveberiya xweser qebûl kirin û bi xwe, herêmên xwe bi rêve bibirin. Serkeftina rêveberiya xweser piştî ked û westandin hat, ji ber ku gelê bi biryara xwe de bi israr bû, hemû li welatekî bi hev re dijîn.”
Têkildarî pêşeroja Sûriyê û çareserkirina aloziyê, El-Ebadî wiha got: “Heger rêjîm tecrubeya li herêmên Bakurê Sûriyê negire, tu guhertin wê li qada Sûriyê rû nede û alozî wê dirêj bike. Tecrubeya rêveberiya xweser fersendeke dîrokî ye. “
Li ser hevdîtinên MSD û rêjîma Sûriyê, El-Ebadî hevdîtin gaveke erênî ber ber pêşeroja Sûriyê bi nav kir.
Çalakvanê siyasî û hiqûqnas Esed El-Ebadî di dawiyê de got tecrubeya rêveberiya xweser bingeha modela neteweya demokratîk e û hêvî kir ku ev tecrube li tevahî Sûriyê, dewletên derdorê û Iraqê pêk were…ANHA

Post Views: 42
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.