Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê ofîsek li bajarê Qamişlo vekir

06/11/2024
in NÛÇE
A A
Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê ofîsek li bajarê Qamişlo vekir
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Îro Yekîtiya Êzidiyên Sûriyê li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişlo bi amadebûna bi dehan endam û berdevkên malên êzîdiyan ofîsa xwe vekirin.

Êzîdiyên li Efrîn, Heleb, Cizîr û komeleyên li Elmaniya bi dehên salan li ber xwe dane heya ku karîn Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê ava bikin, 13 komele û yekîtî bûne yek di bin sîwana vê yekîtiyê de, piştî lidarxistina konfiransa Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê ji aliyê meclisa yekîtiyê ve biryar derket ku ofîsek were vekirin. Li her herêmekî meclis hene wê ev meclis hemû di bin sîwana vê ofîsê de bin, armanca vekirina vê ofîsê ew e ku di hemû milan de têkiliyên wan hebin û xurt bin.

Destpêka vekirina ofîsê Nûnera Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê Sûad Hiso bi xêrhatina hemû mêvanan kir û paşê hemû hazir bi xuleyek bêdengî li ser giyanê şehîdan sekinîn. Sûad Hiso vekirina ofîsê li hemû haziran pîroz kir û wiha got: “Em vekirina vê ofîsê li Rêber Apo pîroz dikin û hemû şehîdên doza azadiyê pîroz dikin. Em mirovên şenslî ne ku di rojek wiha dîrokî de ev ofîs vebû. Tevî ku gelên Êzîdî ev 74 komkujî li ser wan re derbas dibin jî lê tucarî kes nikare roja me tarî bike.”

Herwiha Şêxê Êzîdiyan Şêx Riyad vekirina ofîsê li gelê Êzîdî pîroz kir û diyar kir wê hertim serê wan bilind be û ev ofîs gaveke serkeftiye di heman demê de gelek lava kirin û lorand.

Li ser navê Meclisa Islama Demokratîk Şêx Mihemed Qadirî Pîrozbahî ji yekîtiya Êzîdiyan re kir û anî ser ziman ku hertim em ê piştigir bin ji bo birayên Êzîdî û em ê li ser xeta şehîdên xwe bin û doza wan bigihînin serî û gavên mezin bavêjin.

Meclisa Ermeniyan Sewmê Hena jî axivî û pîrozbahî ji hemû êzîdiyan re kir em ê hertim destek bin birayên xwe yên Êzîdî û mêrxasiya Hemo Şero anî ziman ku çawa piştgiriya suryanî û Ermeniyan kiriye û wiha got: “Meclisa Suryaniyan çûn Şengalê li ser gora HemO Şero û bejna xwe li ber tewandin. Pêwîste em hemû piştgiriya gelên Êzîdî bikin ji ber ku ew gelekî dilnizmin divê em nema derfetê bidin tu kesî ku komkujiyan pêk bînin ser wan de. Bi yek destî li pêşiya hemûyan bisekin.”

Endama Rêveberiya Mescilsa Ol û Baweriyan Welîda Botî bixêrhatina hemû heziran kir û anî ziman ku sîstemên desthilatdaran bi navê ol û baweriyan gelek kuştin û talankirinê dikin û wiha got: “Gelên Êzîdî bi hezarên salan li ser koka xwe ne û li berxwedan ne û tucarî dev ji bingeha xwe de bernadin. Berhema berxwedanî û destekdayîna hemû netewan ji civaka Êzîdî re ev ofîsa ku îro me vekir.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.