Dîlan Mulhim/Qamişlo
Hevseroka Şaredariya Gel a a Bajarê Qamişlo Emel Şemdîn diyar ku hikumeta AKP-MHP’ê bi destdayîna li ser şaredariyên Bakur Kurdistanê dixwaze vîna gelê kurd têk bibe û planên xwe yên li dijî gelên azadîxwaz pêk bîne.
Dewleta Tirk a faşîst êrişên qirkirina siyasî yên li dijî şaredariyên ku bi vîna gel hatine hilbijartin li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê didomîne. Dewleta Tirk a faşîst bi pêşengiya hikumet AKP- MHP ya Erdogan û Baxçelî dijminatiya xwe roj bi roj kurtir dike. Li hemberî hemû nirxên mirovî û gelan dijminatiya xwe berdewam dike, hemû nirxên mirovî binpê dike û ti pîvanê exlaqî nas nake.
Di derbarê destedayînên li ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê hevseroka Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo, Emel Şemdîn ji rojnameya me re axavî.
‘Em ê piştgiriya gelên kurd yên li bakurê kurdistanê bikin’
Emel Şemdîn daznîn ku ew ê wekî şaredariyên gel yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hertim piştgiriya gelên kurd yê Bakurê Kurdistanê bikin û wiha got: “Dema ku şoreşa Rojava di sala 2011’an de dest pê kir, di heman demê êrîşên li ser Kobanê hatin kirin. Gelê me yê Bakurê Kurdistanê piştgiriya me kirin, em jî îro ji bo gelê kurd yê Bakurê Kurdistanê piştgiriya xwe nîşan bidin, ji ber ku gelek şaredariyê kurdan li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta faşîs a Tirk ve hatine dagirkirin. Hikumeta AKP-MHP’ê û dewleta Tirk bi giştî li ser qirkirina gelan hatiye damezrandin û niha jî dixwze bi riya qirkirina gelê kurd desthilatdariya xwe dewam bike.”
‘Dewleta Tirk li ser qirkirina gelan xwe ava kir’
Emel Şemdîn anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker gelek komkojî di der heqê gelan de pêkanîne û wiha got: “Dewleta Tirk ya hov di sala 1917’an de komkojiyek di derheqê Ermenan de pêk anî, di encamê de gelek ermen hatin kuştin. Di dîroka deweleta Tirk a dagirker de tiştên bi vî rengî hene, herwiha dewleta Tirk di destedanîna li ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê dixweze ku gelên kurd bê vîn bihêle û wan tunebike. Pêwîste Dewletên Navneteweyî li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker bêdeng nemînin û helwesta xwe nîşan bidin.”
‘Em ê heta dawiyê piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê bikin’
Hevseroka Şaredariya Gele a Bajarê Qamişlo, Emel Şemdîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dewleta Tirk bi taybet hikumeta AKP-MHP’ê bi destedayîna li ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê dixwaze gelê kurd bindest bike. Ji ber vê yekê em ê heta dawiyê piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê bikin.”






