Diyana Mistefa/Reqa
Meclisa Jin a Giştî ya Partiya Sûriyeyê Pêşerojê Yekemîn civîna Xwe li bajarê Reqayê li dar xist.
Di civînê de Nûnerên Berdewam û Meclisa Jin a Giştî ya Partiya Sûriyeyê Pêşerojê a herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn, civîn bi deqeyekê rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan dest pê kir.
Piştre, berdevka Meclisa Jin Fatima Al -alî di derbarê rewşa siyasî de wiha got: “Rewş û pêşeroja Rojhilata Navîn bi hemû sekreterên xwe yên siyasî û leşkerî re, li ser pevçûnên desthiltdaran tê meşandin. Bêyî daxwazê çareseriyên Civakên, bêyî rayedaran û hêza gel çaraserî tuneye.”
Di civînê de endamên saziya rêveberiyê û koordînatorên Meclisa Jinê re hatin ragihandin, piştî ku guhartinên ku li ser hin bendên pergala navxweyî hatine, li gorî kîjan konferansê tekez kirin.






