Hemza Sêvo/ Qamişlo
Folklornas û lêkolîner Salihê Heydo, îsal 4 pirtûkên çîrokî çap kirin, ew çîrok jî, dîroka civaka kurdî ya rasteqînî bi rengekî wêjeyî û xemilandî vedibêje. Herwiha li gel van berheman çîrokeke din û dîwaneke wî li ber çapê ye.
Salihê Heydo folklornas, lêkolîner, nivîskar û helbestvanê kurd e ku di sala 1956’an, de li gundê Hesê Oso yê girêdayî bajarê Amûdê ji dayîk bûye. Ew di roja heyî de xwedî 86 berheman e, berhemên wî yên nû ku di pêşangeha Şehîd Herekol a pirtûkan a 8’an de hatin îmzerkirin jî 4 bûn ew jî ev in: Hin Mînak û Gotin Bi Çîrok û Şîrovekirin, Fitlek Zerazeng Ji Buhara Gulreng, Rîhan û Nefel Ji Mêrga Gel û Hin Kul û Derdên Giran ji Seferberlika Xopan.
Têkildarî naveroka van pirtûkan jî nivîskarê wan Salihê Heydo ji rojnameya me re axivî.
Berhema Hin Mînak û Gotin Bi Çîrok û Şîrovekirin
Salihê Heydo têkldarî çîroka xwe ya bi navê Hin Mînak û Gotin Bi Çîrok û Şîrovekirin, wiha anî ser ziman: “Ev pirtûka min li ser gotinên pêşiyan û metelokên gelêrî ye, wekî em dizanin ku bi hezaran mînak û pend di nava kurdan de tê gotin, lê civaka me wateya wan nizane. Her metelokeke kurdî û gotineke pêşiyan xwedî wateyeke kûr û çîrokeke. Herwiha pir gotin û metelok hene, tên gotin û wate hem jî dîroka wan nayê zanîn, pê re jî çîroka wan jî nuximandî dimîne. Ev berhem 85 metelok tevî çîroka wan digire nava xwe, min ji destpêka sala 2024’an ve dest bi nivîsandina wê kir û îsal li Weşanxaneya Şilêr hat çapkirin. Min xwest ku li van gotinên pêşiyan û metelokan bigerim, berhevkariya wan bikim û piştre jî şîrove bikim. Armanca min ji nivîsîna wê, ew bû ku dema mirovek li civatekê be û metelokek li wê civatê were gotin, bi awayekî yekser wateya wê, çîrok û dîroka wê nas bike. Ji ber ku ev metelok beşeke girîng in ji wêjeya civakê min ev berhem piştî kedeke mezin û lêkolîneke berfireh tevî zehmetiyan, amade kir.”
Fitlek Zerazeng Ji Buhara Gulreng
Heydo derbarê pirtûka xwe ya bi navê Fitlek Zerazeng Ji Buhara Gulreng wiha got: “ Naveroka pirtûka Filtek Zerazeng Ji Buhara Gulreng li ser çîrokên gelêrî ye. Zerazeng jî tê wateya zencîra pîvok û gula, di rabirduyê de civaka kurd ew gul ji zeviyan diçinîn, dihûnandin û dikirin qirika xwe. Min ev nav li pirtûka xwe kiriye û hûnandina çîrokên kurdî mînandiye bi fitla zerazengan, buhara gulreng jî gelê kurd e. Pirtûka min 45 çîrokên civaka kurdî vedibêje, ev çîrok rasteqînî ne, ji jîwariya gelê me ne. Min piştî amadekirina berhema Hin Mînak û Gotin Bi Çîrok û Şîrovekirin, dest bi nivîsandina wê kir û di heman salê de li Çapxaniya Dilav çap kiriye. Min piraniya van çîrokan, bi çavên xwe dîtine û ez di nav wan de jiyame. Heriwha min lêkolîn jî çêkirin, pê re jî gelek çîrok ji wan hene, min di mejiyê xwe de hiştibûn û heya dema wan hat, min ew nivîsandin. Mijarên çîrokan cihêreng in, hin xemgînî ne, hin şadwerî ne û hin jî komîdî ne. Çîrokên di pirtûkê de, dîroka salên 1960’î heya îsal jî vedibêje. Armanca min ew bû ku bûyerên balkêş yên ku min dîtine û dîroka jiyana civaka xwe bi belge bikim, da ku nifşên siberojê dîroka xwe nas bikin.”
Rîhan û Nefel Ji Mêrga Gel
Lêkolîner Salihê Heydo pirtûka Rîhan û Nefel Ji Mêrga Gel wiha nasand:“ Ev pirtûk bireke ji çîrokên rastînî yên gelê kurd yê herêma me ne. Pirtûk ji 23 çîrokan pêk tê, min dîroka gelê kurd bi bêhna rîhan û nefelê mînandiye û civak jî bi mêrgeke daye destnîşankirin. Piraniya çîrokan bûyer û serpêhariyên gelê kurd in û hem jî çîrokên ku taybet bi min re çêbûne. Çîrokêm ku min nivîsandine, mirov dikare sûdê jê bigire, ji ber ku mirovan fêrî sinc û rewştên baş dike. Bi awayekî wêjeyî raman, hizrandin, û danûstandina civakê di vê pirtûkê de bi çîrokî tê vegotin. Min ev berhem piştî lêkolînekê di havîna îsal de nivîsand û li Çapxaneya Dilav çap kir.”
Hin Kul û Derdên Giran Ji Seferberlika Xopan
Heydo girêdayî pirtûka Hin Kul û Derdên Giran Ji Seferberlika Xopan wisa axivî: “Ev berhem jî çîrokeke gelêrî, ji rastiya civaka me ya kurdî ye. Di navbera salên 1912’an heya 1917’an de şer derket di navbera împratoriya Rûsî û Osmanî de. Di wê demê de împratoriya Osmanî gelê kurd yê belengaz û hejar bi darê zorê ji bo şerê li hember Rûsiya dibirin seferberlikê. Herwiha yê ku diçû seferberlikê jî venedigeriya welatê xwe, yan dihat kuştin yan der bi der diman. Êdî min hin kes ji wan ên ku diçûn seferberlikê û saxlem mabûn, dîtin û çîroka seferberlika wan, astengî û êşa ku pêrgî wan bûne bi giştî nivîsandine. Ji wan kesên ku min ew dîtibûn, Hecî Ibrahîmê Ebdelle bû, di salên 1960’î de min ew dîtibû. Hejmara wan kesên ku min çîroka wan di vê pirtûkê de bi cih kirine, nêzî 10 kesan in. Ev berhem jî bi riya neviyê Ûsê Mio li çapxaneya Dilav hate çapkirin, Ûsê Mio kesayetek bû çîroka seferberlika wî di vê pirtûkê de tê hewandin. Çîrokên hemû kesan di mejiyê min de ma bûn, tevî dîrokên tekûz jî ji bûyerên rasteqînî yên ku bi kurdên Rojava re çêbûne di vê pirtûkê hatine nivîsandin.
Tûrikê berhemdayîna Salihê Heydo vala nabe…
Salihê Heydo derbarê berhemên ku wê di dema pêş de werin çapkirin wiha eşkere kir: “ Ev her çar berhemên ku ez li ser wan axivîm, tev jî di pêşangeha Herekol hatin beşdarkirin û şahiya îmzekirinê çêbû. Lê ji bilî van pirtûkan 2 pirtûkên din hene, yek jê çîrok e û ya din jî helbest e. Çîroka ku nehatiye çapkirin gelêrî ye, dîwan jî, helbestên cihêreng digire nava xwe, weke êşa gelê kurd, welatparêzî, evînî, mijarên civakî û hwd… Ez wekî nivîskar, lêkolîner û folklornas, hetanî ku kurd hebin û ez hebim, dê hertim xebatê ji bo wêje, çand, ziman, folkolor û civaka kurdî xebatê bikim. Ji ber ku miletê kurd bi hezarên salan ji çanda xwe ziman, wêje û dîroka kurdî hatiye qedexekirin. Berhemên min ên ku di dema pêş de derkevin, wê di xizmeta çand, wêje, ziman û folklora kurdî de bin. Gelek tişt hîna li gel min hene û hîna min nenivîsandine, ji ber wê jî dibe ku hejmara pirtûkên min di sala 2025’an de bighêjin 90 pirtûkî.