Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dagirkeriyê 21 milyon dar birîne û 9 hezar kes revandine’

06/11/2024
in ROJEV
A A
Dagirkeriyê 21 milyon dar birîne û 9 hezar kes revandine’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Rêveberê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, Ibrahîm Şêxo da zanîn ku dewleta Tirk û komên çete ji destpêkirina dagirkirina Efrînê ve heta niha 21 milyon dar birîne û 9 hezar welatiyên resen bin çav kirine. Herwiha Şêxo dest nîşan kir ku dagirkerî nahêle welatî berhemên xwe rakin û budceyên mezin li ser wan ferz dike.

Nakokiyên di navbera komên çete de, binpêkirinan dide encamdan

Tevlîheviya ku dewlteta Tirk a dagirker di herêmên dagirkirî de, pê re jî pevçûna di navbera komên çeteyan her û her di rojevê de ye, piraniya caran bi zanebûn tên kirin. Gelek komên çete li piştperdeya van pevçûnan disekinin, ji ber ku hin ji wan koman serwer dibînin ku eger êrişên bejayî yên Tirkiyê çêbibin wê ew bêbandor bimînin. Encam jî ew e ku pilanên dewleta Tirk a dagirker di piratîkiyetê de pêk tên, pê re jî binpêkirin û sûncên şer ên dijmirovî rûdidin. Şer û pevçûna domdar di navbera Cebhet Elnusra û  çeteyan de ye , bi taybet koma Ehrar Elşam. Cebhet Elnusra jî hêzeke mezin û bingehîn e ji bo dagirkeriya Tirk. Şer û pevçûna di navbera komên çete û  Elnusra de çêdibe, bi pilangêriya Tiriyê û mîta wê ye. Eger komeke ji komên çete, ne li gorî ferman û pilanên dagirkeriyê tevgbigerin, wê Elnusra weke amûreke zextê li hemberî komên din were bikaranîn. Li hêleke din jî bi sedema dizî û wêrankirina mal û milkên welatiyên resen ên herêmên dagirkirî, şer di navbera çeteyan de çêdibe.

Human Raghts Watch kiriyarên dagirkeriyê bi belge kirin

Berî çend mehan Saziya Navnetewî ya Çavdêriya Mafê Mirovan (Human Rights Watch) raporek têkildarî binpêkirinên ku dewleta Tirk a dagirker li deverên dagirkirî dike, belav kir. Raporeke berfireh bi 75 rûpelên belgekirî girêdayî rewşên weke revandin, binçavkirina bêsedem, îşkencekirin û tundiya cinsî, bû. Di raporê de hatibû destnîşankirin ku ev binpêkirinên dijmirovî ji hêla komên çete mîna Cêş Elwetenî ve hatine kirin. Cêş Elwetenî jî bi destên dewleta Tirk a dagirker di 2018’an de hatiye damezirandin. Rêxistina Watch tekez kir ku ev kom bi serweriya Mîta Tirk rasterast komkujiyan pêk tîne. Heman rêxistinê bi belgeyan dest nîşan kir ku binpêkirin di derheqê welatiyên resen û milkên wan de hatin kirin. Di heman demê de rewşên talankirin û wêrankirina berfireh ji mal û milkên gelên herêmên dagirkirî re çêbûn.

Derbarê kiryarên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê rêveberê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, Ibrahîm Şêxo ji rojnameya me re axivî.

 ‘Nakokiyên di navbera komên çete de ji ber pereyan e’

Şêxo da zanîn ku şerê di navbera komên çete de çêdibe ji ber budceyên ku her komek li ser welatiyan feriz dike ye û wiha axivî: “Nakokiyên di navbera komên  çete de, ne ji ber sedemên îdiyolojîk û mezhebî ne, lê belê ji ber dabeşkirina budceyan e. Ji ber budceyên ku li ser darên zeytûn, guvaştgeh, kargeh û deriyên sînorî dikevin, şer di navbera wan de rûdide. Di encama van şeran de jî şêniyên resen rastî astengiyên jiyan dibin. Jiyan li wan herêman dibe mîna sîstema daristanê, kesê hêzdar ê bêhêz dixwe û hemû kiriyar jî di bin serweriya dagirkariya Tirk de pêk tên. Binpêkirin di çarçoveya mêtengariya madî yan jî koçkirina bi darê zorê de pêk tên. Ji ber vê yekê em dibînin ku piştî binçavkirina kesekî/ê ew ji malbata wî an wê, li hemberî biryara berdanê jî pereyên gelek dixwazin. Tewana binçavkirinê jî hertim amade ye, ew jî ku bi Rêveberiya Xweser an jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk(QSD) re têkildariyê dike.”

 ‘Dagirkeriyê 21 milyon birîne û 9 hezar kes revandine’

Ibrahîm diyar kir ku dagirkeriya Tirk û komên çete heta niha 9 hezar kes bin çav kirine herwiha 21 milyon dar birîne û wiha got: “Birîna daran û xerakirina daristanan jî yek ji rêbazên binkirinan e, di encamê de 21 milyon darên ku li ser 39 hezar hektaran hatine çandin, hatin birîn. Armanca dewleta Tirk ji birîna daran jî ew e ku kampên mêtingeriyê ava bike. Hejmara kampên mêtingeriyê di dema heyî de 45 in, da ku pêla koçberkirina kesên ku hîna li ser axa xwe mane zêde bibe, hîna jî kiryarên birîna daran û avakirina kampên mêtingeriyê berdewam in. Li nik vê yekê jî ji destpêka dagirkeriyê ji sala 2018’an li ser Efrînê heta niha zêdetirî 9 hezar rewşên revandin û desteserkirinê çêbûne. Ji wan hezar jin û bi sedan zarok hene ku gelek ji wan bi berdêla bi hezaran dolaran hatine berdan. Li gorî yasaya Romayê ya sala 1998’an û madeyên 6-7-8, ev hemû binpêkirin jî dikevin çarçoveya tawanên li dijî mirovahiyê û tawanên şer.”

 ‘Dagirkerî û komên çete nahêlin welatî berhemên xwe rakin’

Rêveberê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, Ibrahîm Şêxo dest nîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nahêlin ku welatiyên resen berhemên xwe rakin û wiha domand: “Kesên li wir bi cih bûne û komên çete dest bi diziya berhemên welatiyan kirine. Herî zêde komên weke Elhemzat û Emşat şêniyên resen ên ku dikevin bin serweriya wan de ne, li hev kom kirin ji bo ku budceyan li ser wan ferz bikin. Lewma jî li ser her dareke deverên çiyayî 8 dolar hat destnîşankirin û ji bo her dareke deverên deştî 30 dolar hat ferzkirin. Cêş Elwetenî bi hemû cureyên dijmirovî binpêkirinan di derheqê welatiyên resen de pêk tîne, di serî de gelê kurd li Efrînê. Herî dawî ji van binpêkirinan, ew bû ku komên çete pereyan li ser jêkirina berhemên zeytûnan distînin û ev yek jî ji 15’ê Cotmehê dest pê kir. Komên çete dest bi daneheva budceyan ji welatiyan kir berî ku berhemên xwe rakirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.