Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Têkoşîna Yusuf Ziya û Abdullah Ocalan

06/11/2024
in ROJEV
A A
Hezkirina Welat
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Em ê di vê nivîsê de behsa dagirkirina Şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xelfetî nekin. Ev biryara AKP-MHP’ê bi serê xwe nîne. Siyaseta dewletê ya dijminatiya Kurda ye.

Em ê derbasî sed salî berê bibin û behsa nîqaşên di pêvajoya Peymana Lozanê de, li Meclisa Enqerê dihatin kirin, bikin. Em ê behsa Yusuf Ziya bikin. Ka Bahçelî di “konferansa Ziya Gokalp” de navê wî û helwesta wî zikir kiribû ya, em ê jî behsa wê rojê bikin. Bahçelî behsa axaftina Yusuf Ziya di pêvajoya Lozanê de nîqaşên li ser Mûsilê dikir. Qetilkirina wî ji bîr kiribû.

Di nîqaşên Lozanê de, Lord Kûrzon  dibêje, “Mebûsên Enqerê  ji aliyê Mustafa Kemal ve hatine bijartin, lewma ew nikarin Kurdan temsil bikin.” û bi vî awayî îngilîz tu şiklî dev ji Mûsilê  bernadin. Lewma hîn mebûsên Kurd bersivê didin Lord Kûrzon ku ji van mebûsan yek jî, Yusuf Ziya ye. Yusuf  Ziya, ji heyeta Tirk dixwest ku di hevdîtinên Lozanê de ew ti carî qebûl nekin ku Rojava û Başûrê Kurdistanê ji Tirkiyê bê veqetandin. Lewra ew xaka Kurdan e û Kurd û Tirk jî bira û xwedî heman qederê ne. Îngilîzan pêşniyariyek ji tirkan re anîn: Bi şertê ku eger tirk li Kurdistanê otonomiyê îlan bikin, ew ê jî, ji Mûsil derkevin. Lê tirk ji bo otonomiyê nedin kurdan, Mûsil dan îngilîzan.  Ji xwe derdê îngilizan  Kurd nebûn, petrola Mûsil û kerkûkê bû. Ku wê demê wîlayeta Mûsil tevahiya Başûrê Kurdistan di nav sînorê xwe de dihewand.

Di 27’ê Sibata 1923’yan de, di civîna girtî a meclisê de gava Îsmet Paşa biryara peymana Lozanê ya ku Mûsil ji îngilîzan re dihişt xwend, di serî de Yusuf Ziya mebûsên kurd li dijî biryarê derketin û gotin, “Heta niha em difikirîn, ku kurd û tirk ew ê pirsa kurdî bi hev re di şerê li dijî dewletên emperyalîst de çareser bikin. Lê niha, ji gava ku hikûmeta Tirkiyê razî bû wê Mûsilê bide ingilîzan, hemû hêviyên me têk çûn. Divê kurd ji îro pê de qedera xwe bi destê xwe tayin bikin.”

Piştî ku ev hêvî têkçûn hetanî roja me kurd bi dû hêviyek wusa neketin. Kurdan Tirkan baş nas kiribûn. Ji bilî berxwedan û serhildanan tu rêyek li pêş wan nemabû. Hêviyên xwe ji Tirkan û ji hêzên derve jî qût kirin. Serhildanan dest pê kir û Yusuf Ziya di serdema serhildana Şêx Seîd de hat darvekirin. Geşedanên îro û konjoktura demê dişibin hev. Dîsa şerek cîhanî. Dîsa hêzên emperyal li qada Rojhilata Navîn û dîsa Kurd û axa Kurdan di vî şerî de faktorek girîng e. Dîsa Erdogan-Bahçelî (Înonu û Ataturk) li ser Kurdan bazariyan dikin. Bahçelî û Erdogan li ser navê dewletê diaxivin û behsa Sewra serdemê (metirsiya şerê Îsraîlê) dikin. Ji Ocalan (Yusuf Ziya) hevkarî dixwazin. Yusuf Ziya piştî firotina Mûsilê ya digot; “Gava ku hikûmeta Tirkiyê razî bû Mûsilê bide ingilîzan, hemû hêviyên me têk çûn. Divê kurd ji îro pê de qedera xwe bi destê xwe tayin bikin”, Rêber Apo, ev axaftin bi dehan caran xwendibû. Bawerî anîbû û ji cihê ku têkoşîna Yusuf Ziya nîvco hiştibû destpêbike. Û wisa kir.

 

Axaftinên Bahçelî yên pesindayina Yusuf Ziya (pêvajoya Lozanê) bi dagirkirina şaredariyên gelan-04.11.2024 (wek pêvajoya firotina Mûsilê) niyeta Tirkan da îspatkirin. Ew li bendê bû ku Rêber Apo wek Yusuf Ziya (peyama ‘qedera Kurdan û Tirkan yek e’) peyamek bide. Lê  Rêber Apo ev yek red kir. Ji bo vê jî got; “tecrîd dewam dike” (Hevdîtina Omer Ocalan, encamê ‘pêngava Azadiya Ocalan’ bû)

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.