Reşo Mihemed/ Qamişlo
Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif da zanîn ku dewleta Tirk bi hincetên derew êrişî gelên herêmê dike û got, Bêdengiya hikumeta Şamê û Komkara Erebî li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk rewabûneke. Herwiha xeteriya vejînkirina çeteyên DAIŞ’ê li ser ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêhtir dike.
Êrişên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dawîn weke hercarê li pêşiya hemû çavên cîhanê dihatin kirin. Tevî ku hêzên navnetewî weke Hêzên Koalisîyonê û Rûsya jî di vê herêmê de hene, pêvajoya êrişên dagirkeriya Tirk domdar bû û hîna jî didome. Hikumeta Şamê jî li hember van êrişên dijmirovî bêdeng û bêhelwest bû. Derbarê heman mijarê de, hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat(PYD), Perwîn Yûsif bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Li hemberî êrişên dawîn ên dagirkeriya Tirk li ser gel û binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bêdengiyek ji milê hikumeta Şamê hebû, gelo çima?
Dewleta Tirk a dagirker ne cara yekem e ku bi vî rengî êrişî hermêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Lê belê ji destpêka şoreşa Rojava ve heta roja îro bi rêbazên cuda dagirkeriya Tirk êrişî gelên me kiriye. Herêma me jî parçeyek ji xaka Sûriyê ye. Qaşo hikumeta Şamê ji bo serweriya Sûriyê şer û bazaran dike, lê me dît çawa ku dema êrişên dagirkeriyê li ser herêma me çêbûn, ew çawa bêdeng ma. Rojane gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên hedefgirtin, zarok, keç û xort şehîd dikevin. Herwiha bajarên me tên dagirkirin û guhertina demografîk her û her didome. Hikumeta Şamê jî li hemberî van kiryaran xwe bêdeng dike û ew di rewşa temaşekariyê de ye, sedema vê yekê jî ji ber lawazbûn û bêbersivmayîna hikumeta Şamê ji banga aştî, aramî û yekbûyîna xaka Sûriyê ye. Bi vî rengî tê xuyakirin ku ew bêçare ye ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê û di heman demê de pirsgirêkên gelan di serî de pirsa gelê kurd heye, divê were çareskirin. Li aliyekî din ve jî gelek pirsgirêkên sîstemê bi xwe hene. Bi bêdengiya li hember êriş û kiriyarên dagirkeriya Tirk jî, tê tekezkirin ku ew bêhêz e.
Kiryarên dewleta Tirk ên weke guhertina demografîk û êrişên hova li pêşiya çavên hikumeta Şamê û Komkara Erebî pêk tên, lê tu caran ew nebûne xwedî helwest li hemberî van êrişan, hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Êrişên dagirkeriya Tirk, dûrî pîvanên mirovî û exlaqî tên kirin, tu caran nayên qebûlkirin. Ji ber ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstemeke xweser hatiye avakirin, gelên wê bi derfetên heyî, xwe bi rê ve dibin. Li nik wê jî, hêza parastinê erka xwe pêk tîne. Tu caran jî ev hêz nebûye kelem û amûreke xeternak ji dewletên hawîrdorê re. Lê ji destpêka şoreşa Rojava ve dewleta Tirk a dagirker, bûye kelem li hemberî şoreşê û Rêveberiya Xweser. Herdem çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê sînorê dewleta Tirk a dagirker ve derbasî herêma me bûne. Di heman demê de bi sedên belgeyan di destê me de hene ku piraniya êrişên DAIŞ’ê yên li ser herêmên me, bi hevkariya dagirkeriya Tirk çêbûne. Lê em dibînin ku dewleta Tirk bi hincetên derw êrişî gel û binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Komkara Erebî, saziyên navnetewî û hikumeta Şamê ji hêla xwe ve li hemberî êrişan bêdeng mane. Bêdengbûna wan dihêle ku êriş bêhtir bibin û ev bêdengî nakeve xizmeta çareserkirina kirîza Sûriyê. Lê belê kirîz gurtir dibe û rewabûnekê dide êrişên dagirkeriya Tirk. Li gel wê jî metirsiya hebûn û vejînkirina çeteyên DAIŞ’ê li herêmê bêhtir bibe.
Da ku kiryarên dagirkeriya Tirk bi dawî bibin û serweriya Sûriyê were parastin, pêwîste çi were kirin?
Bê guman Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek bangewazî û hewldan ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê kirine. Di heman demê de diyaloga ji bo bidawîkirina kirîzê bi hikumeta Şamê re ranewestandiye. Çi hikumeta Şamê be yan jî hêzên Muxalfetê bin, me hewldanên diyalogê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê kirin. Em dizanin hetanî ku dagirkerî li ser axa Sûriyê bi dawî bibe, pirsgirêka Sûriyê çareser bibe û aramî li herêmê pêk were, hewcedarî bi diyaloga sûrî-sûrî heye. Lê heya niha tu helwesteke rast û erênî ji aliyê wan ve nehatiye kirin. Ji ber ku hikumeta Şamê û hêzên Muxalfetê ji bo çareserkirina pirsgirêka gelên Sûriyê bêelternatîf in. Da ku Sûriyeke demokratîk û nenavendî çêbibe em weke partiya PYD’ê tevî hemû partiyên di nava Rêveberiya Xweser de herdem deriyê me ji diyalogê re vekrî ye. Di heman demê de tekez dikin ku wê çareserî bi danûstendinên sûrî-sûrî pêk were. Lê li aliyê din pêwîste hikumeta Şamê ji bêdengiya xwe derkeve û bibe xwedî helwest ji bo parastina serweriya axa Sûriyê. Herwiha divê gelên Sûriyê li hemberî van êrişan hevgirtina xwe bihêztir bikin, ji bo ku xwedî li şoreş û destkeftiyên xwe derkevin.