Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êrîş li dijî gelê Şengal û Rojhilata Navîn pêk hatiye

19/08/2018
in Uncategorized
A A
Êrîş li dijî gelê Şengal û Rojhilata Navîn pêk hatiye
Share on FacebookShare on Twitter

KCD, TJA, HDP û DBP’ê bi daxuyaniyek hevpar êrîşa li dijî Endamê Koordînasyona Êzidiyên Şengal û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Zengalî (Îsmaîl Ozden) şermezar kirin. Nûnerên saziyan diyar kirin ku ev êrîş di şexsê gelê Êzidî yên ku gefa komên DAIŞ’ê li ser hemû gelan avakiribû ji holê rakirin, ji bo mirovahiyê têkoşîneke bêhempa meşandine û berdêlên mezin dane, li hemberî hemû civakên navneteweyî pêk hatiye dinirxînin.

Daxuyaniya ku li salona Konferansê ya Vedat Aydin a avahiya HDP’ê ya Amedê hat dayîn de Endamên Meclisa Daykên Aştiyê, nûnerên KCD, HDP, DBP, TJA, OSP, nûnerên rêxistinên sivîl û civakî, parlamenterên HDP’ê û gelek navên cuda amade bûn.

Li ser navê nûnerê Saziyên civakî û partiyên siyasî Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk daxuyanî xwend. Ozturk, diyar kir ku hêzên emperyal ên navneteweyî ku çavên xwe ji pêkanîn û polîtîkayên qirkirinê yên dewletên herêmî li ser gelê Êzidî dimeşîne digirin, bi teşwîqkirin û di bin parastina wan de her roj van polîtîkayên xwe bênavber didomînin û wiha got: “Rojhilata Navîn a ku bûye navenda şerê ol û mezheban, herî zêde gelê Êzidî wekî qurbana van şeran hilbijartine. Bi 73 fermanên herî hovane û wehşî xwestin bi komkujiyan gelê Ezidî tune bikin.”

BI PÊŞENGIYA JINÊN ÊZÎDÎ ÊZÎDÎ JI DAÎŞÊ RIZGAR KIRIN

Ozturk, destnîşan kir ku endamên DAIŞ’ê çar sal berê bi çavgirtina hêzên emperyal ên navneteweyî û bi desteka hin dewletên herêmê êrîşî bajarê Kurdên Êzidî yê pîroz û qedîm Şengalê kirin û wiha axivî: “Li wir komkujiyeke mezin pêkanîn. Bi hezarana jinên Êzidî yên Kurd ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin. Bi îşkence,tacîz û destdirêjiya  sîstematîk re rû bi rû man. Ev zilm wekî sûcê dijmirovahiyê di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Hê jî derbarê aqubeta bi hezaran jinên Êzidî yên Kurd ku hatibûn revandin nayê zanîn û ev yek ji bo mirovahiyê şermeke mezine. Bi sedhezaran Kurdên Êzidî ji neçarî xaka xwe ya pîroz terk kirin û koçberî welatên Ewropa û Rojhilata Navîn bûn. Li cihê ku çûnê jî di nava şert û mercên dijmirovahî de hewl didin jiyana xwe bidomînin. Lê ligel vê zilmê jî gelê me yê Êzidî li ber xwe dan, xaka xwe ya pîroz parastin û ji bo azadiya xwe bi dest bixin dest bi seferberiya înşakirina civaka demokratîk kirin. Bi pêşengiya jinên Êzidî parastina xwe ya cewherî avakirin û xaka Êzidî bi temamî ji çeteyên terorê yên DAIŞ’ê paqij kirin.”

PERGALA DEMOKRATÎK TIRS XISTIYE DILÊ HÊZÊN PAŞVERÛ

Ozturk, da zanîn ku ji ber ku Kurdên Êzidî bi hêz û vîna xwe ya xweser li ser bingeha sîstemeke demokratîk û azadîxwaz rêveberiya xwe ava kiriye, tirs û xof xistiye nav dilê hêzên paşverû yên herêmî ku destek dane çeteyên DAIŞ’ê û wiha berdewam kir: “Paşverûya Rojhilata Navîn hewl dide polîtîkayên êrîşkarî yên li ser gelê me yê Êzidî didin meşandin bi şêwazên cûda bimeşînin û didin meşandin. Gelê me û civaka navneteweyî, daxuyaniyên êrîşkarî û amadekariya destwerdanê yên tifaqa nîjadperest AKP-MHP’ê ku ev saleke li hemberî Şengalê tînin ziman ji nêz ve dişopînin. Çeteyên DAIŞ’ê di 14’ê tebaxê de li gundê Koçoyê komkujî pêk anî bû, çend roj berê balafirên şer ên tirk êrîşî konvoya ji bîranîna salvegera komkujiyaê vedigeriyan, kirin.  Bi vê êrîşê hat dîtin ku amadekariyên xwe bi awayekî pratîkî xistine meriyetê.”

‘EM ÊRÎŞÊ ŞERMEZAR DIKIN’

Ozturk, da zanin ku wekî saziyên ku îmzeyan wan li bin vê daxuyaniyê hene, vê êrîşa ku ji hêla tifaqa AKP-MHP’ê ve bi armanca komkujiyê pêk hatiye protesto û şermezar dikin û wiha lê zêde kir: “Em vê êrîşî wekî êrîşeke tunekirinê ya li hemberî hebûn û destkeftiyên bi giştî ya gelê Kurd û bi taybetî jî gelê me yê Êzidî dinirxînin. Em vê êrîşê wekî berdewama êrîşên Kerkûk û Efrînê yên li ser bingeha dijminatiya kurdan pêk hatiye, dibînin. Di vê êrîşê de yek ji siyasetmedarê pêşeng  û lawê nirxdar ê gelê Êzidî Mam Zekî jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê wendabûnê êş û azara me gelekî mezine. Di serî de ji gelê me yê Êzidî, ji malbata Mam Zekî û hevrêyên wî re sersaxiyê dixwazin.

Em hêzên navneteweyî yên çavên xwe ji vê êrîşê re girtine û Hikûmeta Navendî ya Iraqê ku destûr daye ev êrîş li ser xaka wê pêk were bi tundî şermezar dikin. Em dibêjin ku ew jî şirîkê vê êrîş û komployê ne. Divê were zanîn ku êrîşên bi vî rengî wê tucarî nikaribe pêşiya gelê me yê ji bo hemû gel û baweriyên li Rojhilata Navîn dijîn jiyaneke hevpar dixwazin, bigire. Her wiha wê nikaribe gelê me ji meşa serkeftinê, berxwedan, têkoşîn û azadiyê dûr bixîne.

Em di wê baweriyê de ne ku wê ev êrîş rê li ber xurtbûna Yekitiya Neteweyî, daxwaz û hewldanên gelê me veke û vê yekê bi leztir bike. Divê hemû saziyên Kurdistanî di wê zanebûnê debin ku ev êrîş li kîjan perçeyên Kurdistanê dibe bila bibe, li hemberî destkeftî û daxwazên azadiyê yên gelê Kurd hatiye kirin. Bi vê bîr û baweriyê, destekirin û xwedîderketina li gelê me yê Êzidî û parastina wan ji fermanên nû, peywirek jiyanî ya hemû saziyên Kurdistanî ye.”

ÊRÎŞ LI DIJÎ GELÊ ROJHILATA NAVÎN Û ŞENGALÊ PÊK HATIYE

Ozturk, herî dawî destnîşan kir ku ev êrîş li hemberî daxwazên biratî, aştî, edalet û azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn ku li Rojava û Şengalê şînbûye pêk hatiye û wiha bi dawî kir: “Em bang li hemû gelên Rojhilata Navîn dikinku  li hemberî vê êrîşê bisekinin û bi gelê me yê Êzidî re di nava tevkariyê debin. Em vê êrîşê di şexsê gelê Êzidî yên ku gefa çeteyên DAIŞ’ê li ser hemû gelan avakiribû ji holê rakirin, ji bo mirovahiyê têkoşîneke bêhempa meşandine û berdêlên mezin dane, li hemberî hemû civakên navneteweyî pêk hatiye dinirxînin. Ji ber vê yekê em bang li civakên navneteweyî dikin ku li hemberî êrîşên ser gelê me yê Êzidî tên meşandin bi hestyarî tevbigerin, bi wan re di nava tevkariyê debin û xwedî li wan derkevin. Em partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl destnîşan dikin ku ev polîtîkayên êrîşkariyê û dijminatiya kurd wê tu tiştekî bi dewleta Tirkiyeyê re nede qezenckirin. Bi van rêbazan wê tucarî encameke erênî bi dest nexe. Em dixwazin careke din dubare bikin ku polîtîkayên tunekirin û înkarê ku bi sedan salan li ser gelê me dimeşînin û îflas kirine. Bi vê bîr, baweriyê em careke din dibêjin ku êrîşên bi vî rengî wê tucarî îrada gelê me ji holê raneke û bang li her kesî dikin ku bi gelê me yê Êzidî re her tim di nava tevkariyê debin û bi wan re bin.

Post Views: 40
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.