Ronaz Silêman/Qamişlo
Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo bi daxuyaniyeke nivîskî danîna qeyûman li ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê şermezar kir.
Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo bi tevlîbûna Meclisa bajarê Qamişlo daxuyaniyeke nivîskî li dijî qeyûmên ku li ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê hatine danîn, li pêşiya deriyê Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ji raya giştî re da. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê Hevseroka Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo Emel Şemdîn ve hat xwendin.
‘Êrişên qirkirinê li ser şaredariyên gel didomin’
Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Dewleta Tirk a faşîst êrişên qirkirina siyasî yên li dijî şaredariyên ku bi vîna gel hatine hilbijartin li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê didomîne. Dewleta Tirk a faşîst bi pêşengiya Partiya AKP- MHP ya Erdogan baxçelî dijminatiya xwe roj bi roj kurtir dike. Li hemberî hemû nirxên mirovî û gelan dijminatiya xwe berdewam dike, hemû nirxên insanî binpê dike û tu pîvanê exlaqî nas nake.”
‘Dewleta Tirk ji ber binkeftina xwe qeyûman bi kar tîne’
Daxuyanî wiha hat berdewamkirin: “Hikûmeta AKP-MHP’ê bi armanca tolhildanê ji vîna azad a kurd û hemû gelên herêmê yên demokratîk, şaredariyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yên girêdayî DEM partiyê ji kar dûr xistin û ew şaredarî dagir kirin. Dewsa wan qeyûm danîn ser wan şaredariyên Mêrdînê, Batman, Xelfetiyê û Esînûrt. Dewleta Tirk ji ber şikenandin û binkeftina xwe di hilbijartinan de xwest ku ji vîna gelê me tolhildanê bigirin bi rêya hêza desthilatdariyê di derbeya li dijî demokratiyê qeyûm danîn.”
‘Berxwedana gelê me yê Bakur em pîroz dikin’
Daxuyanî wiha bidawî bû: “Em, Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo qirkirina siyasî ya li dijî şaredariyên bi îradeya gel ên li Bakurê Kurdistanê hatine hilbijartin bi êrişê dewleta Tirk a bi pêşengiya Erdogan û Bexçelî û partiya wan tên meşandin şermezar dikin û em piştgiriya vîna gelê herêmê dikin, herwiha berxwedana wan pîroz dikin. Em hevgirtina xwe ya bi vîn û dengê gelê Bakurê Kurdistanê re, radighînin.”






