Lîloz Hisên/Qamişlo
Necezakririna sûcdarên ku rojnemevan û karmendên ragehandinê dikin armanc dihêle ku sûcên li dijî rojnemevanan zêdetir bibe. Rojnemevan Bêrîvan Qasim bang li saziyên têkildar kir ku ji bo parastina rojnemevanan êrkê xwe yê exlaqî pêk bînin.
Di çarçoveya şer û pêvçûnan de ku li hin welatan rû dide, gelek rojnamevan û karmendên raghandinê rastî êriş, işkence, revandin û kuştinê tên. Ji bo gihandina rastiyê jiyana wan dikeve xeterê. Li hemberî wan kiryarên ku derheqê rojnemevan û karmendên ragehandinê pêk tên jî, sazî, destgeh û rêxistinên parastina mafê Mirovan bi erkê xwe ranabin û lo gorî berjewndiyên desthilatdaran tevdigerin.
Li gorî UNESCO di sala 2023`an de zêdetirî ji sedê 50 ji bûyerên kuştina rojnamevanan di herêmên ku alozî û şer di wan de hene pêk hatine. Herwiha di sala 2024’an de rêje bilindtir bûye.
Li gorî UNESCO di navbera salên 2006`an û 2024`an de, zêdetirî hezar û 700 rojnamevan dema ku nûçe û agahî pêşkêş dikirin, hatine kuştin . Li gorî raporê diyar dike ku rêjeya kuştina rojnamevanan zêde bûye, herwiha rêjeya sûcên kuştina rojnamevanan yên ku bê çareserkirin mane ji sedî 85 ji sûcên ku ji sala 2006`an tomar kiribû. Ji ber neczakirina sûcdaran jî dibe sedem ku hejmar û binpêkirinan li dijî rojnamevanan zêdetir bibe.
Di raporê de rastiyek bi fikar radixe ber çavan, ku ji sala 2017’an û vir ve hejmara rojnamegerên jin ên hatine kuştin gihiştiye asta herî bilind, piştî tomarkirina kuştina 14 rojnamegerên jin.
Li tevahiya Sûriyê jî ji ber rewşa aloziyê rojnemevan û karmendên ragehandinê rastî kiryarên dijmirovî tên. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî rojnemevan û karmendên ragehandinê herî zêde rastî êrişên dagirkeriya Tirk tên û dibin armanc. Li gorî daxuyaniya desteya şopndina rastiyê ya ji bo belgekirina binpêkirinên li dijî rojnemevanan ku di sala borî de hatibû damezrandin, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka sala 2011`an heta niha 28 rojnamevan gihaştine asta şehadetê û herî zêde bûna hedefa êrişên dagirkeriya Tirk. Herwiha li seranserî Sûriyê ji destpêka kirîzê û heta niha zêdeyî 550 rojnemevan û karmendên ragehandinê hatine kuştin.
Derbarê mijarê de rojnamevan Bêrîvan Qasim ji rojnameya me re
axivî.
Bêrîvan Qasim bal kişand ser hedfgirtina rojnemevanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herwiha kiryarên PDK’ê li dijî rojnemevanan û wiha domand: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkeriya Tirk rasterast rojnemevana dike armanc , li Başûr jî PDK’ê wan direvîne. PDK’ê ne tenê derheqê Silêman Ehmed de kiryarekî dijmirovî dike, ew derheqê tevahî rojnamevanên kurd de kiryarên bê ezlaqî dike.”
Bêrîvan Qasim hedefgirtina erebeya kenala Jin tv bi bîr anî ku çawa bû armanca balafirên dewleta Tirk a dagirker û di encama wê de karmendê Jin tv şehîd bû, nûçegihana wê jî bi giranî brîndr bû û wiha anî ziman: “Li Rojavayê Kurdistanê her dem rojnamevan rastî êrişan tê û dibin armanca dewleta Tirk û hevlbendên wê. Bi taybet PDK ku dixwazin dengê rastiyê qir bikin û sûcên wan ji cîhanê re neyên aşkere kirin, ji ber vê yekê her dem rojnamevanan dike hedef da ku dengê heqîqetê û siyaseta wan ya qirêj bê veşartin.”
Bêrîvan Qasim wiha got:”Em weke rojnamevan ji Rojavayê Kurdistanê her dem dengê heqîqetê bişopînin û rastiya qirêj ya dewleta Tirk derxînin pêş. Wekî jin bi taybetî jî ku her dem jinên li rojavayê kurdistanê rastî qirkirinekê tê ji hêla dewleta Tirk ve her dem em ê dengê jinê û heqîqeta wê derxînin pêş û em ê nehêlin rêjîmên desthilatdar rastiya jinê biçewisînin. ”
Bêrîvan Qasim di dawî de wiha got:”Em bang li wan kesên ku ida dikin ku parastina mafên rojnamevanan dikin ku rekên xwe bi cih bînin. Gelek sazî û dezgehên parastina mafên rojnamevanan hene, qanûnên ku mafên parastina rojnamevanan hene ku çênabe kiryar der heqê rojnamevanan pêk bê, lê tevî van jî tu muhasebe ji kesên ku sûcan der heqê rojnamevana dike nayê kirin, divê ev dezghe bi rolên xwe rabin, da ku kiryarên der heqê rojnamevanan pêk tê bi dawî bibe.”






