Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li dijî dagirkirina şaredariyan gel li  ser piyan e

05/11/2024
in NÛÇE
A A
Li dijî dagirkirina şaredariyan gel li  ser piyan e
Share on FacebookShare on Twitter

Navendina Nûçeyan

Piştî desteserkirina  Şaredariyên Mêrdên, Batman û Xilfetiyê ji aliyê hikumeta faşîst a AKP-MHP’ê ve,  gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê rabû ser piyan û helwseta xwe ya parastina îrdeya xwe nîşan da. Herwiha seredestkirina şaredariyan bû rojeva raya giştî ya cîhanî û bû cihê şermezariyê.

Doh, 4 Mijdarê Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk a faşîst Li 3 şaredariyên Bakurê Kurdistanê qeyûm tayîn kir. Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hikumeta faşîst ya AKP-MHP’ê qeyûm tayîn kir. Polîsan di saetên serê sibehê de avahiya şaredariyê dorpêç kirin. Herwiha li Şaredariya Êlihê jî qeyûm hate tayînkirin û avahiya şaredariyê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Di heman demê de li Şaredariya Xelfetî ya Rihayê jî qeyûm hate tayînkirin. Di saetên zû yên serê sibehê de avahiya şaredariyê hate dorpêçkirin û hevşaredar Mehmet Karayilan hate binçavkirin.

Derbarê qeyûman de DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî da.

DEM Partiyê tayînkirina qeyûm weke darbeyê pênase kir û got: “Balkêş e ku di salvegera darbeya Meclisê ya di 4’ê Mijdara 2016’an a li dijî îradeya gelê kurd hate kirin. Êrişên bi mebesta tesfiyekirina siyaseta demokratîk a gelê kurd de tên kirin, ji sala 1994’an heta niha didomin û îflas kiriye. Ya ku hatiye kirin tenê dubareya 30 salan e. Em careke din dibêjin ku ev êriş, darbeyeke eşkere ya li dijî îradeya gel e. Darbeyên qeyûman ên di demên berê de hatine kirin, ji hêla gel ve hatine redkirin, pratîka qeyûman di hilbijartinan de têkçûneke mezin xwarine û gelê me partiya me weke îradeya xwe destnîşan kir. Israrkirina di darbeya qeyûm de ku di her hilbjartinê de têk diçe, nîşaneya têkçûna siyasî ye. Îktîdara AKP-MHP’ê, şaredariyên ku nekariye bi rêya hilbijartinan bi dest bixe, hewl dide bi rêya daraz û hêzên ewlekariyê xesp bike. Ev yek ji xwe re kiriye hînbûnek. Û darbeya qeyûm veguherandiye rejîmekê. Ev êriş, di heman demê de êrişeke li dijî mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê kurd e. Dorpêçkirina şaredariyan, veguherandine qereqolan û ev yek nîşan dide ku rejîma siyasî ya heyî rewabûna xwe ya demokratîk winda kiriye.

Di heman çarçoveyê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji ber tayînkirina qeyûman, biryar da ku we hefteyekê tev li xebatên Meclisê nebe. Herwiha Piştî DEM Partiyê, CHP’ê jî biryar da ku tev li xebatên Meclisê nebe. CHP di heman demê de dê di tevahiya hefteyê de tev li xebatên Lijneya Giştî û xebatên komîsyonên din jî nebe.

Berxwedana Gel

Li dijî tayînkirina qeyûman li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê gelê kurd rabû ser piyan û helwesta xwe ya li dijî wê nîşan de.

Li Êlihê ciwanan li hemberî desteserkirina şaredariyan tevahiya şevê li taxên cuda protestoyên xwe berdewam kirin. Ciwanan li taxên Karşiyaka, Petrolkent, Baglar û Cûdiyê rê girtin û li hemberî polîsên ku êrîş li wan dikirin, li ber xwe dan. Polîsan bi xaza îsotê, TOMA û guleyên plastîk êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan li ser rêyan agir vêxistin û bi fîşekên hewayî bersiv dan polîsan.

Bertekên li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin A Mêrdînê, şaredariyên Êlîh û Xelfetî yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ne, zêde dibin. Polîsan êrîşî girseya ku li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê çalakiya protestoyî pêk dianîn, kirin. Gel bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bertek nîşanî polîsan da û nobeta li ber şaredariyê didomînin.

Gel li dora agirê ku li ber şaredariyê hat pêxistin li hev kom bûn û bi stranan çalakiya xwe didomînin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş der barê çalakiya nobetê de ev tişt anî ziman: “Di vê pêvajoya ku aştî tê axaftin de di nava gel de hêviyek çêbû. Ev cara sêyemîn e îradeya gel tê desteserkirin. Dîsa di salvegera 4’ê Mijdarê  doza kumpazê ya li dijî HDP’ê de şaredariyên gel hatin desteserkirin. Ev jî nîşan dide ku dewlet plana xwe ya tinekirina gelê Kurd hîn didomîne. Ji ber vê yekê hemû gelê me îro li ber şaredariyê kom bûn û bertekên xwe anîn ziman.

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê jî, desteserkirina Şaredariya Esenyûrtê, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêdînê, Şaredariya Êlih û Şaredariya Xelfetiyê bi çalakiyekê protesto kir. Çalakiya li qada Esenyûrtê hat lidarxistin de gelek kes tevlî bûn. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Li dijî desteserkirinê em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Jin, Jiyan, Aazadî” hatin berzkirin.

Di heman çarçoveyê de Li Xelfetiyê ciwanan ber bi Şaredariya Xelfetiyê ve meşiyan. Di navbera ciwan û polîsan de gengeşe derket û ciwanan agirê berxwedanê li kolanan pêxistin.

Bi nebestê li dijî tayînkirina qeyûman li bajarên Serhedê û navçeya Cizîr a Şirnexê çalakiyên  protestokirinê hatin lidarxistin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.