Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

AKP mîna DAIŞ’ê derbê li îslamê dixe

19/08/2018
in Uncategorized
A A
AKP mîna DAIŞ’ê derbê li îslamê dixe
Share on FacebookShare on Twitter

KONGRA-GEL destnîşan kir ku rejîma AKP’ê û Erdogan kujerên gelê Kurd e û mîna DAÎŞ’ê derbeke mezin li ola Îslamê dixe. KONGRA GEL bang li Kurdistaniyan kir ku li dijî vê rejîma faşîst bi rengekî bê navber têbikoşin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi wesîleya cejna qurbanê peyameke nivîskî weşand û cejna qurbanê li Kurdistaniyan û tevahiya alema Îslamê pîroz kir.

Di destpêka peyamê de hate gotin, “Em cejna qurbanê di serî de li Rêber Apo, gelê Kurdistanê û alema Îslamê pîroz dikin. Bi wesîleya vê cejnê hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî û minet bibîr tînin.

Gelê me vê cejna qurbanê jî bi tecrîda li ser Rêber Apo û şerekî giştî yê li seranserê Kurdistanê pêşwazî dike. Di van rojan de ji ber şehadeta heval Mam Zekî Şengalî û heval Atakan Mahir, em ji malbatên wan û ji gelê xwe re sersaxî dixwazin. Şehîdên Kurdistanê hêza gelê Kurd in. Gelê me bi şehîdên xwe her tim hêza xwe mezin kir û li ser vê bingehê gihîşt qonaxa serketinê. Bi hezeran Zekî Şengalî û Atakan Mahîr wê li ser şopa wan bimeşin.”

KONGRA-GEL bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û wiha dewam kir:

“Erdogan ê faşîst bi siyaseta xwe ya li ser bingeha bazirganiya ol û nijatperestiya Tirk, dixwaze hemû nirx û destketên gelê Kurd têk bibe. Lê belê gelê Kurd têk naçe. Berxwedana gelê Kurd her diçe mezin dibe û bi ser dikeve. Erdogan û pergala xwe ber bi têkçûnê ve diçe û wê bi temamî jî têk biçe.

Lewma ev şerê li dijî gelê Kurdistanê tê kirin, aboriya dewleta Tirk jî xistiye nava krîzeke gelekî mezin. Bi vê siyaseta dewleta Erdogan her diçe krîza aboriyê girantir dibe û wê pergala Erdogan jî têk bibe. Bêguman ev krîza aborî ya dewleta Erdogan, bi berxwedana gelê Kurdistanê çêbû û têkçûna wê jî yê bi bilindkirina Tekoşîna Azadiyê çêbe.

Li ser vê bingehê, bi wesîla cejna qurbanê pêwîst e gelê me dilsoziya xwe, hêvî û baweriya xwe mezintir bike. Li însanên xwe yên hewcedar xwedî derkeve. Bi taybetî koçberên Efrînê yên ku li kampên Şehbayê dimînin, pêwîst e em bi maddî û manewî li gel wan bin. Li hemû ziyaret û serlêdanên cejna qurbanê de mijara gelê me pêwîst e li ser yekîtî û xwedîderketina li gelê Kurdistanê be.”

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL di dawiya peyama xwe de bal kişand li ser hevkarên Erdogan û êrîşên wan û got: “Çawa ku DAÎŞ’ê derbeke pir mezin li ola Îslamê da, siyaseta Erdogan jî derbeyeke gelek mezin lê dide û dewamiya xeta DAÎŞ’ê ye. Li hemberî xeta Erdogan a Îslama siyasî, bi têgihêştina îslama rast, bi Îslama demokratik pêwîst e gelê me yê Misliman xwe perwerde û rêxistin bike.

Di vê cejna qurbanê de pêwîst e gelê Kurd vê rastiya Erdogan û AKP’ê her kesî baş bide fêmkirin. Hevaltiya Erdogan û AKP’ê hevkariya kujerên gelê Kurd e. Ji ber ku Erdogan kujerê gelê Kurd e. Hevkariya Erdogan, hevkariya xwarina mafên sêwiyan e; heram e, guneh e. Ji ber vê rastiyê jî gelê Kurd pêwîst e li hemberî dewleta Erdogan a faşîst bi rengekî bê navber li ber xwe bide.

Li ser vê bingehê em careke din Cejna Qurbanê pîroz dikin û hêvî dikin ev cejn bibe wesîleya serketina gelên Kurdistanê.”

Post Views: 72
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.