Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Erdogan û berjewendiyên wî, hêvîya aşitîyê Rêber Apo!

04/11/2024
in NÛÇE
A A
Erdogan û berjewendiyên wî, hêvîya aşitîyê Rêber Apo!
Share on FacebookShare on Twitter

Kakşar Oremar

Salên dirêje ku MHP di kuştin û terorkirina azadîxwazên Kurd de hemû cûrên hevkariyê dane hêzên tarî, lê gelo çi bûye û qewmiye ku van rojan nijardperesetekî weke Baxçelî daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dike û ji vê jî ecêbtir dixwaze ku ew bê parlementoya Tirkiyê biaxive?!. Nav-nîşanê gûherandinên ku dewleta faşîst û metînger Tirkiyê wisa xistine bin zextên giran çiye? Aliyên Kurd divê çawa ji vê rewşê sûdê werbigirin? Dewleta kûr û kor dîsa yê ji Kurdan sûdê bistîne ku xwe ji kirîzên siyasî rizgar bike? Di wan daxwazên wî de tevî ku dûr ji hinek urfên siyasî dîsa peyvên „terorîst û serokê terorîstan“ bikar tîne, daxwazeke wisa ecêb xwe raberî me dike ku nirxandinên herî zêde li ser hatine kirin. Sosreteke dîrokî ye dema ku em dizanin ne di dîroka Osmaniyên bav-kalên wan de û ne jî di 100 salên desthilata komara Tirkiyê a tije xwîn û agir de kesekî ewqas rasîst ji rêberekî hêsîr di destê pergala wan a serdest de daxwazeke wiha zelal bide xuyakirin.

Erdoganê ku dixwest bi rêya faktorên olî-mezhebî Kurdan ji pirsa wan ya bingehîn, dîrokî û neteweyî dûr bêxe vê daxwaza MHPê weke „derfeteke dîrokî „ binav dike û „ çareserkirina pirsgirêkê“ weke tacê serkeftina xwe di qada siyasetê de dibîne. AKPê di hemû salên desthilatdariya xwe de nekarî PKK’Ê’Êê û Rêber Abdullah Ocalan bêbandor bike û civaka Kurd a muhafizekar jî bi qewlên wî yên qeşmerane bawer nekirin. Wî nekarî  Pirsa Kurd“ û bizava şoreşgerî a Kurd di bin pêşnegiya PKK’Ê’Ê, HDP û îro jî Dem Partiyê de ji hev veqetîne. Dema hêza Kurd di hilbijartinên Bakurê Kurdistanê de biserket, êdî hemû planên wî vala derketin û hingî bi senaryoyên şerxwazî û siyaseteke şovenîstî re bi aliyekî re bû hevalbend ku rêbaza wan 360 dereceyan ji hev cuda bû. Ew alî MHP ye ku hewce nake behsa rêbazên wan yên hovane li dijî şoreşgerên Kurd bikim. Wê hevgirtinê muhfizekarên mislman li Kurdistanê bêtir bi sextekariyên AKPê hesandin û sal ji salê zêdetir ber bi PKK’Ê’Êê û şaxên wê ve meşyian. Li vira rastiya ku gelekî baş ji dost û dijminan re hate selmandin ew bû ku „hestên neteweyî“ ji „hestên olî“ bihêztir nasnameya xwe dane xûyanîkirin. Vê taybetmendiyê kiriye ku sosyolog vivaka me weke „civakek sekular“ bibînin.

Êdî di van gûherandin jeopolîtîk ku li rojhilata navîn rû didin Erdogan bi veparîn û daxwazên qaşo ji birayên xwe bang dike û wiha dibêje:“ Ger Xwedê temen û derfetê bide min, armanca me ewe ku pirsa Kurd biyekcarî ji ajendaya nîştimanî paqij bikin û tacekî bêxine ser 40 salên siyaseta xwe ku xizmeta ji gel re bûye…“

Heya niha çima te ew tac di kuşka xwe ya hezar odeyî da veşartibû û pirsa Kurd ku te bi ya xwe dizanî di wan derfetên zêrîn de nehate çareserkirin ku PKK’Ê’Ê li ser bi îsrar bû? Tu texmîn dikî Kurd ewqas Apolîtîk û sadene ku dîsa bi van derew û sozên te yên ser coxînê bêne xapandin?! An jî texmîn dikî kesayetiyek weke rêzdar Ocalan di temenê 75 saliya xwe de yê hemû daxwazên gelekî çend milyonî ji bîr bike û hemû daxwazên wî yên 50 salên xebatê di azadkirina wî de bêne dawiyê!? Wî di girtîgeha we Îmraliyê de bi dehan caran daxwaza aştiyê û çareseriyê kir, lê hingî we çima destê wî negirt?! Niha ku îqtdara we ketiye nava tengaviyên mezin, aboriya welatê we roj ji roja berê xeratir dibe û di warên demokrasî û ramanên azad de karnameya we ketine bin sifrê, ji bizava bakurê Kurdistanê bendewariyên maqûlane nînin û qêrîn-hawarên te nagehin derekê Erdogan.

Li derekê Erdogan hawar dike:“ Bira Kurdên min yê hezkirî … em dixwazin bawerî û îslam, banga nimêj û nîştiman, birayetîya xwe biparêzin. Werim em tevîhev sedsala Tirkiyê bîna bikin…, ev komar çiqas ya Tirka ye ewqas jî a Kurdane…“

Bila ji bîra te neçe ku birayê te ne Kurdin, Baxçelî bira mak û hevalbendê te ye. Te kengî ji Kurdan re biratiya xwe olî an jî himwilatiyê daye diyarkirin. Heta di dema pêvajoya aştiyê de te şerê xwe li dijî Kurda dasekinandin? Hûn şermê ji xwe nakin dema ku ji PKK’ê û Rêber Abdullah Ocalan daxwaz dikin ku şerê çekdarî bisekinîn? Hûn hingî kîjan mafên Kurdan bi awayekî fêrmî nas bikin? Ma me ji bîr kir ku Baxçeliyê faşîst di salroja 101’emîn damezrandina komara Tirkiyê de bi dengekî bilind wiha got:“ Komara Tirkiyê qet û ticarî pisa Kurd nebûye û nabe jî…“

Hûn li dehan hezar şehîdên vê dozê bi qedera Kurda dilîzin û dixwazin dîsa Mehmûdê Alekanî, Hesen Xeyrî, Qaso, Şerefxanê Bilîsê an jî xiyanetkarê roja îro bi bîra me bînin? Ger di bîra we de nemabe lê ezê hinek rûpelên reş yên dîroka we raxim ber çavên we:

Di dîroka 1071’ê de me Kurda destê we guvaşt dema ku Sultan Yavuz Selîm û Idrîsê Bitlîsî serkêşiya Kurdan û begên wan dikir. Li Feth Elmare, Çanakkale, di şerê rizgariyê an jî kurtuluş savaşê de me ew destê we girt, me ew dest bi germî girt, li hemberî Fethulayê qatil û Hizbulahiçî Kurd bûn ku hevkariya we kirin. Dema te ew hemû rastî ji bîrkirin di binketina te de jî Kurda Istembol û bajarên mezin ji destê te derxistin, lê te weke rûviyên sextekar dîsa Kurd û hêza wan nedît û hêza herî mezina Kurda anku PKK’Ê’Êê jî te tiştek nehesiband. Di rojên ku xwîn û agir berbibû hemû Kurdistanê PKK’ê û Rêber Abdullah Ocalan pirî caran bi yek alî agirbest îlan kirin, lê artêşa te a har û hov geh başûr û Qendîl, geh jî Rojava û Şingal kirin qada agir û tevkujiyan. Ma PKK’ê dikare wiha rihet li kêleka ewqas cinayetên we yên hovane derbas bibe û wiha hêsan ji bîr bike? Destê me Kurda tim bi tenê ma, te hêza Kurdan ya îslamî jî nedît. Ewqas behsa meclisa xwe a gaziyan neke û li ser rûrastiyên Kurdan daxwazên xwe yê derew neke.

Têkbirina PKK’ê hemû armanca wan e, lê gelek kes bi wan xewn û xeyalan hatin û çûn, PKK’ê jî ji salên berê bihêztir û aliyê leşkerî de jî xurttir bûye.

Erdogan pêşniyara hevalbendê xwe yê stratejîk weke “ wêrek û jîrane” dibîne lê hemû pêşniyarên PKK’ê, Ocalan, HDP, Dem Partî, siyasetmedar û parlementerên Kurd nabîne û nabihîse! Elbete dagirker heya nefesên xwe yên dawiyê kerr û korin, nabihîsin û nabînin.

Daxwazên Erdogan ji Dem Partî ewin ku xwe ji PKK’ê dûr bikin, lê ji serok û damezrînerê PKK’ê jî daxwaz dike ku bê parlementoyê!  Gelo ev “siyaseta tirsonek” yê bigehe kûderê? ”

Pirseke girîng a rojeva Kurda û Tirka

Çima AKP-MHP tengavin û xwe davêjin ber piyên serok Ocalan?!

Bi rêbazên sextekarane û derfetên demkî re dîsa dixwazin bandora Rêber Abdullah Ocalana siyasî û meinewî ji bo bêbandorkirina PKK’Ê’Êê di qadên siyasî-leşkerî de bikar bînin. Bi rêya hinek aliyên girêdayî xwe dixwazin hêza gel ji PKK’Ê’Êê dûr bêxin, lê komployên wan di 45 salên derbasbûyî de tim bêserkeftin bûne. Gelo 25 salên girtîgehê, 100.000 şehîd û berdewamiya siyaseta înkar û asîmîlasyonê re Rêber Abdullah Ocalanyê şertên wan bipejirîne?Pêwîste ev rastî jî ji bîra kesî neçe ku aliyê herî girîng jî li vira PKK’Ê’Ê bixwe ye ku dewleta Tirkiyê hêşta jî nekariye hêza wê a leşkerî,siyasî û meinewî tune bike.

Ji sala 2014an û şûnde hemû pergala siyasî-leşkerî a desthilata Erdogan û hevalbendên wî bi şerê li dijî Kurdan û tevgera demokratîk û azadîxwaz a Kurdistanê re hebûna 32 milyon Kurdan jî înkar dikin. Zimanê Kurdî ku taybetmendiyeke herî xûya a nasnameya gelê Kurd e weke,  zimanê nenaskirî“ binav dike û heta qedexe jî nabîne! Ev karê wan ji înkar û hemû sivkatiyên sedan salên berê jî mezintir û girantire.

Demeke ji ber gûherandinên jeopolîtîk yên li herêmê ne tenê bi „ Dem Partî“ re dest bi lihevkirin û axaftinê dikin, belkî rêber Ocalan jî muxatebe sereke yê vê pirsgirêka bingehîn dizanin. Ev bi serê xwe ji wan re şikestine kî mezin û dîrokî bû. Xûya dike ku hemû pilanên wan hilweşîne. Di xelaskirina PKK’ê de bi ser neketin. Bi girtina siyasetmedar û rêberên Kurd tenê dengê “berxwedan jiyane“ li dijî xwe bilindtir kirin. Bi terorên li derveyi hemû derfetên NATO dîsa jî nekarîn hêza Gerîla xelas bikin. Bi hêzbûna statûyên Rojava û Başûrê Kurdistanê ji xwe re metirsî dibînin lê AKP-MHP’ê nekarîn wan tune bikin. Sala 2001’an de, nexşerêya Kurdistanê de, di odeya siyasetmedarê Amerîkî Diç Çeni kete bîra wan. Axaftinên B Netanyaho li dijî cinayetên xwe li Bakurê Kurdistanê bihîstin, bi hemû awayan xebitîn ku tevî Bişar Esed bikevin nava hevdîtinên siyasî ku tevîhev li dijî destkeftên Rojava bibine hevkarên hev, lê di wê qadê de jî biser neketin. Êdî tirsa bihêzbûna Kurdan li pey gûherandinên bilez tirseke mezin xistiye nava dilê dagirkerên Enqerê.

Baxçelî bi awayekî fermî daxwaz dike ku Rêber Abdullah Ocalan bê parlementoya Tirkiyê û biaxive.!! Gelo li pişta vê daxwaza ecêb-xerîb çi nihînî hene?! Li gor min bersiv evin:

  1. Rolê Rêber Abdullah Ocalan di pêwîstiya çareseriya aştiyane ji `pirsgirêka Kurd` re dîsa xûya bû.
  2. Gere aliyê Kurd li ser gûherandina yasaya bingehîn û diyarkirina mafên wekhev yên netewa xwe haydar û neyêne xapandin.
  3. Îsrara herî zêde a PKK’ê , Rêber Abdullah Ocalan, Dem Partî û aliyên din yên Kurd divê li ser çareserkirina‘Pirsa Kurd’ bi rêbazên logîk û bingehîn bin.
  4. Dewleta faşîsta Tirkiyê ji encamên jeopolîtîk yên hêrişên Îsrayîlê li dijî Îranê û şerekî demdirêj li herêmê pir ditirse. Ev yek yê bibe sedema bêhêzbûneke mezin û heta hilweşîna komara îslamî ya Îranê. Ji hêla din jî bi vê gûherandina mezin re mercên pêşkeftinên siyasî-leşkerî ên tevgera Kurd li herêmê yê bibine sedema bilindbûna serhildanên mezintir li bakur û rojhilatê Kurdistanê. Yanî êdî ewê nikarîbîn pêşiyê li van pêşkeftinên mezin bigirin.
  5. Statûyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê êdî yê bihêztir û mezintir bibin.
  6. Ev derfetên zêrîn di qada siyasetê de hindik caran têne pêş. Ji ber wê jî pêwîste aliyên Kurd ji ber derew û siyaseta çewt a Erdogan di salên berê de tawîzan nadene dewleta Tirkiyê. Kurd ji berê zêdetir xwedî azmonên siyasî û rewşa cihanê û herêmê bi sûdê Kurdan tê gûherandin.
  7. Ger Kurd bi stratejiyeke hevgirtî û di bin ban û sîwanê KNKê de daxwazên xwe yên avabûna dewleteke serbixwe bi rêbazên dîplomatîk bigehîn saziyên weke Netewên Yekbûyî û Parlementoya Yekîtiya Ewropa hingî hemû Kurd yê bi awayekî bêsinor bibine palpiştên partiyên siyasî li Kurdistana mezin.
  8. Ji niha da pêwîstiya herî mezin û dîrokî ewe ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwe bikin yek û li pey têkçûna komara îslamî statûyeke xwe ava bikin.

 

Çalakiya 23ê Cotmehê

Dema axaftin û hevdîtin li ser çaresekirina pirsgirêkekê dikevin rojeva du aliyên peywendîdar hingî ji bo ku li ser maseya hevdîtinan daxwazên aliyê mafxwaz ji aliyê serdest bêne standin, şerê çekdarî û çalakî jî çêdibin.

PKK’ê bi wê çalakiyê re xwest bêje dewleta Tirkan a dagirker, ku hûn tengavin û xwe davêjin ber lingê me lê ew nayê wê wateyê ku hûn dikarin pilanên xwe biser me de biceribînin û hêza me ya leşkerî bê xwe radestî we bike. Em bihêzin û di muzakeriyan de gere hûn hêza me ya piralî bibînin, em him aştîxwaz û him jî weke dehan salên berê dîsa dikarin ji bo standina mafên xwe yên bingehîn heya dawîyê tekoşîn bikin û berxwe bidin.

Ev nêrîna me yan sereke ye, hîvîdarim di van demên hêstiyar û dîrokî de banga aştî, azadî û serxwebûnê li her dera welatê me mizgîniya herî pîroz ji hemû gelên bindest û aştîxwaz re be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.