Hemza Sêvo/ Qamişlo
Rêveberê tîma Orkîd Samir Kalo diyar kir ku bi silogana ‘Şopa Orkîd li her derê tê xuyakirin û winda nabe’ ji 14 kesan tîmek bi navê Orkîs hate avakirin. Herwiha Kalo da zanîn ku vê tîmê di demeke kurt de li ser dîwarên bajarê Qamişlo û gelek bajarên kantona Cizîrê wêne xêz kirin û hejmara endamên wê bûn 100 ciwanên xwebexş.
Tîma Orkîd li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek ji girûpên hunerî ya nûjen e. Ev tîm bi rîşa wênesaziyê li ser dîwarên kolanan, tabloyên taybet û her devera ku cihê wênesaziyê lê guncav be, muhra xwe ya hunerî dihêle. Her wiha girêdayî avabûn, kar û xebata tîma Orkîd rêvebirê wê, wênesazê kurd Samir Kalo ji rojnameya me re axivî.
Avabûn û armanca tîma Orkîd
Samir Kalo têkildarî avabûna tîma Orkîd wiha got: “Tîma Orkîd di encama lidarxistina Pêşangeha Qêrîna Çav, di 19’ê Gulana 2023’an de li Qamişlo ji 14 kesan hat avakirin. Gelek zarok û kesên mezin di vê pêşangehê de bi wêneyên xwe beşdar bûn. Bi serpereştiya min ev pêşangeh hat lidarxistin. Piştî ku erdheja 6’ê Sibata 2023’an rû da, gelek wênsaz bi temen biçûk û wekî din, xwestin êşa zarokên erdhejê bi riya wêneyan bînin ser ziman. Lewma jî min xwest tîmekê bi navê Orkîd ava bikim. Armanc ji avakirina wê ew bû ku bi awayekî hunerî çand, bawerî û her tiştekî girêdayî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wêneyan xêz bikin. Kesên ku di vê tîmê de cihê xwe digirin, piraniya xwe kurd in, lê tîma Orkîd hemû pêkhateyan dixe hembêza xwe. Orkîd navê guleke çiyayî ye, ji taybetmendiyên wê ew e ku dema mirov destê xwe dide wê, şopa dest dimîne. Bi silogana ‘Şopa Orkîd li her derê tê xuyakirin û winda nabe’ me dest bi xebata wênesaziyê kir.
Xebata hunerî
Kalo di derbarê xebata wênesaziyê û perwerdekirina endamên tîma Orkîd de wiha anî ser ziman: “Di destpêka avabûna tîma Orkîd de, me insiyatîfeke hunerî li Navenda Fereh a bajarê Girkê Legê û 2 insiyatîfên din li Qamişlo çêkirin. Di van insiyatîfan de zêdayî 9 tabloyên hunerî hatin xêzkirin. Yek ji van tabloyan jî, tabloya pinpinîk bi şêweyekî mezin li Qamişlo hat xêzkirin. Bi van insiyatîfan tîma Orkîd hat naskirin, civakê gelekî ji kar û xebata me ya hunerî hez kir. Her wiha li ser sosiyal mediya jî em hatin naskirin, me dît ku bi awayekî erînî karê me dihat nirxandin, ev yek jî hişt ku hanedan û vîneke xurt li cem me ava bibe da ku em xebata xwe bidomînin. Me li ser asta Qamişlo dest bi xêzkirina wêneyên li ser dîwaran kir, di roja îro de 80 wêne hatine xêzkirin. Li bajarên weke Dêrik, Tirbespî, Girkê Legê û hwd… jî hin tablo hatin çêkirin lê ne bi qasî hejmara wêneyên Qamişlo, ev yek jî ji ber kêmderfetiyê bû. Tabloyên ku li ser dîwaran hatin xêzkirin mezin bûn, mijarên wan li ser Cejina Newrozê, Roja Jinê, Meha Remezanê, Buhara herêma me û hwd… bûn. Em weke tîma Orkîd dixwazin ku çanda gelên xwe bi hemû pêkhateyan bi rengekî hunerî bidin nîşandan. Wêneyê herî dawîn ê ku me li taxa Xerbî ya Qamişlo çêkir, li ser asta Sûriyê mezintirîn wêne ye. Ev wêne li ser dîwarê avahiyeke çarqat bi rûbera 352 mitreyan girêdayî aşîtiya cîhanî hat xêzkirin.
Samir kalo di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li aliyekî din jî tabloyên normal ên ku ji aliyê wênesazan ve tên çêkirin jîwarî û rasteqînî ne, bi gotineke din ew li ser rêbazê dibistana rasteqînî, wêneyan xêz dikin. Her wiha wêneyên mirovan, xweza û hwd… bi rengê portira tên xêzkirin. Herî dawî jî xebata me ya hunerî ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbû, lidarxistina Pêşangeha Çîrokan Serkeftinê ya li Qamişlo bû. Ez û endamên tîma Orkîd bi vê pêşangehê rabûn tê de 110 tablo hatin pêşandan û ji wan tenê 17 hatin firotin, armanc jê ne qezenckirina pereyan bû, lê belê destekdayîna zarokên nexwş bû. Li pêşiya me xebateke berfireh heye, ez dixwazim ku perwerdeyeke mezin bi asta siyem ji şagirtên tîma Orkîd bidim destpêkirin. Her wiha têkiliyên min bi hin rêxistinên derve re hene ku wênesazên tîma Orkîd di pêşangehên cîhanî yên wênesaziyê de beşdar bikim. Li aliyekî din jî em ê di siberojê de li ser dîwarê tax, gund û bajarên her endameke/î tîma Orkîd wêneyekî xêz bikin. Armanc ew e ku civaka wê deverê bizanibe ku şopa Orkîd li wir heye û ew wênesaz jî şanaz be.”
Astengiya ku derdikeve hember hunera wênesaziyê û banga destekdayîna tîmê
Samir Kalo girêdayî pirsgirêk û astenengiya ku derdikeve pêşiya hunera wênesaziyê wiha da zelalkirin: “Wênesazên tîma Orkîd di wênesaziyê de afrîner in û di demeke kurt de li ser asta Sûriyê bi giştî hatin naskirin. Ev tîm ji ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê û temenê wan ji 8 salî heya 30 salî ye. Tevahiya endamên tîma Orkîd bi dildarî û xwebexş wêneyan xêz dikin. Her wiha hejmara wan 100 wênesaz û şagirtên ku tên fêrkirin. Ez weke wênesaz, li dikana xwe ya biçûk a wênesaziyê, perwerdeyên wênesaziyê didim endamên tîma Orkîd. Ev yek jî dibe astengiyeke herî mezin ji bo xebata me ya hunerî. Mixabin ji ber kêmderfetiyê, perwerde li dikana xwe didim. Em tîmeke hunerî ne, ti alî an jî rêxistin û sazî destekê ji milê madî ve nade me. Lewma jî em nikarin ne navendeke mezin amade bikin û ne jî xebata hunerî bikin. Gelek caran em dixwazin herin bajarên din ji bo xêzkirina wêneyan, ji ber mijara madî em nikarin tiştekî bikin. Em weke tîma Orkîd bang li rêxistin, saziyên çandî û hemû kesên peywendîdar dikin ku desteka madî ji bo me were dayîn. ”