Hemza Sêvo/ Qamişlo
Romannivîsê kurd Helîm Yûsiv diyar kir ku ji salên 1991 heya 2020’an dikare wekî qonaxa nûjen ya romana kurdî were binavkirin û wiha got: “Romana kurdî di roja îro de mîna romanên zimanên din pirreng û pirşêwe ye. Herwiha li zimanên cîhanê yên sereke têne wergerandin û li her deverê tên naskirin.”
Roman şaxeke wêjeyî ya pexşanî ye, romana kurdî jî qada nivîskariya gelek wêjevan û romannivîsên kurd e. Rewşa romana kurdî di roja heyî de pirseke di ramana wêjevananên kurd de ye û cihê rapirsînê ye. Derbarê rewşa romana kurdî di roja îro de nivîskar û romannivîsê kurd yê ji Rojavayê Kurdistanê, Helîm Yûsiv, bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
–Romana kurdî di çend qonaxan re derbas bû, naverok, şêwe û zimanêromanê ji mêjûyê ber bi nûjeniyê ve çiqasî hate guhertin?
Ez dikarim pêvajoya demdirêj ya romana kurdî ji destpêkê heta niha li ser van qonaxan parvebikim; Romannivîsên pêvajoya destpêkê 1930 – 1980: Di vê qonaxê de yekem romana kurdî hat nîvisandin û li pey wê li deverên cuda hin romanên din hatin belavkirin. Romannivîsên navbeynkar an ên “Pir” ji 1981 heya sala 1990’î de bûn, di vê qonaxê de romannivîsên di van salan de berhemên xwe belavkirin, rola pireke navbeynkariyê di navbera nifşê destpêkê û nifşên nû de lîstin. Ji hêlekê ve gelek dukmanterên destpêkê di berhemên wan de berbiçav bûn û ji hêla din ve hewildanên wan ên nûjenkirinê zemîneke baş ji nifşên nû re avakirin, da ku romaneke kurdî nûjen û li gorî pîvanên demê binîvisînin. Romannivîsên salên 1991 heya 2020’an qonaxeke din jiyan. Ev qonax dikare wekî qonaxa nûjen ya romana kurdî bê nirxandin. Di vê qonaxê de romana kurdî gavên berbiçav avêtin. Dema em dîmenê giştî yê vê romanê li Kurdistanê bi herçar perçeyên xwe ve li gel romanên li derbideriyê û li derveyî welêt hatin nîvisandin û belavkirin, li ber çavan raxînin, tê xuyakirin ku romana kurdî jî mîna romanên zimanên din pirreng û pirşêwe ye û hin romanên kurdî hêdî hêdî li zimanên cîhanê yên sereke têne wergerandin û li her deverê tê naskirin.
–Di nivîsîna romanan de, romannivîs bêhtirî xwe, bi kîjan cureyê romanê ve meyldar dibin û çiqasî taybetmendiyên romanê diparêzin?
Cureyên nîvisandina romanê ji kesekî heta kesekî din têne guhertin. Ji ber vê roman qadeke vekirî ya peydakirina cure û şêweyên nû ye. Romannivîs jî takekeseke civaka xwe ye. Hemû mijûlî û taybetmendî û rûdan û diyardeyên di nav wê civakê de peyda dibin, dikarin bibin mijarên romanan. Di vê serdema me de li seranserê cîhanê, roman cureyê wêjeyê yê sereke ye. Gava kesek bixwaze civakekê bi kûrahî û taybetmendiyên wê nas bike, dikare romana ku bi zimanê wê civakê tê nîvisandin bixwîne. Roman tevneke weha piralî û pircure ye ku dikare hemû mijarên jiyanê di hundirê xwe de bihewîne, bêyî ku taybetmendiya xwe weku cureyeke wêjeyî winda bike. Romana îro ji xeyal û fantaziyan bêhtir bi reyalîte û hûrgiliyên jiyana rojane ve mijûl e, ji ber ku jiyan ewqasî tevlihev bûye ku gelek caran sînorên xeyal û fantaziyan jî derbas dike.
–Gelo romannivîsên kurd, bi romanên xwe gihaştine asta romannvîsên cîhanî?
Gava behsa vê mijarê dibe dîtineke nivîskarê potugalî Saramago tê bîra min. Dibêje: tiştek navê wê wêjeya cîhanî tune ye. Wêje hemû herêmî ne. Tiştê vê wêjeya herêmî dike cîhanî wergêr in. Dîtineke din jî heye ku mesela cîhanîbûnê bi (navendîbûn)a Ewrupayê ve girêdide. Ev dîtin gelekî nêzîkî rastiyê ye, ji ber ku ya wekî wêjeya cîhanî tê binavkirin ew bixwe wêjeya Ewrupa û Emerîkayê ye. Bi gotineke din wêjeya welatên Rojava ye. Ew biryarê didin, wisa jî rewabûna cîhanîbûnê girêdayî nirxandina wan e. Baweriya min jî ew e, wêjeyeke resen û baş heye, wisa jî wêjeyeke xerab û astnizim heye. Ev wêjeya wekî wêjeya cîhanî tê binavkirin ew wêje ye ya ku derfeta wergerandin û belavbûnê û razîbûna dezgehên têkildar yên welatên Rojava ye. Pîvanên wan jî pirê caran dûrî asta wêjeyî û ya hunerî ya wan berheman e.
–Tu asta romanên kurdî di van salên dawîn de çawa dinirxîne û hetanî ku pêşketineke hîn bi nirxtir di warê nivîsyariya romana kurdî de çêbibe pêwîste çi were kirin?
Ez ne di wê rewşê de me ku karibim asta romana kurdî bi giştî binirxînim. Ev bîst û çar salên min ji derveyî welêt dijîm û di derbarê romana kurdî de ya bi hemû zaravayan û li herçar perçeyên Kurdistanê tê nîvisandin, ne ewqasî agahdar im. Romana kurdî beşek ji wêjeya kurdî ye. Hetanî ku wêjeya kurdî bi tevayî bi pêş ve neçe, wê romana kurdî jî pêşnekeve. Ev jî girêdayî rewşa zimanê kurdî û rewşa kurdan ya civakî, aborî, çandî û siyasî ye. Di halê hazir de, rewş çi dibe bela bibe, kurd dikarin li romana kurdî xwedî derkevin. Romanên bi zimanê kurdî bi berfirehî bikirin, bixwînin û bidin xwendin. Ew qonaxên xwebiçûkdîtinê li pey xwe bihêlin, ne xwe kêmî miletên din bibînin û ne jî nivîskarên xwe kêmî nivîskarên miletên din bibînin û ne jî romanên bi kurdî têne nîvisandin kêmî romanên bi zimanên din li cîhanê têne nîvisandin, bibînin.