Ji bo alîkariya zarok û kesên astengdar li Kantona Efrîn û Şehbayê Rêxistina Nûdem Ya Amedekirin û Geşedanên Mirovî Yên Astengdaran li herêmê hate orgenîzekirin. Berdevka Rêxistinê da zanîn ku astengdara perçeyek ji jiyanê ne û divê xwedî li wan bê derketin.
Zana Roj/ Şehba
Rêxistina Nûdem ya Amedekirin û Geşedanên Mirovî Ya Astengdaran ji demeke ne dirêj de xwe li herêmê birêxistin kiriye. Ev Rêxistin di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatiye avakirin û şaxên xwe li hermû herêmên Rêveberiya Xweser belav dike. Ji ber rewşa Herêma Şehbayê ya ku piraniya koçberên Efrînê lê bi cih bûne, di nava zehmetî û azarên ku ji aliyê êrîşên dagirkeirya Tirk û dorpêça Hikumeta Şamê gelek rewşên nexweşî û mirovî derdikevin pêş ku bê destwerdan dimînin. Li ser vê bingehê ev Rêxistin Nûdem xwe li Kantona Efrîn û Şehbeyê ji nû ve orgenîze kir û dest bi xebatê xwe dike. Têkildarî mijarê berdevka Rêxistina Nûdem ya astengdaran Leyle Reşîd ji rojnameya me re axivî.
Gavên destpêkê yên Rêxistina Nûdem
Leyle Reşîd di destpêka axaftina xwe de balkişand ser armanca avabûna Rêxistina Nûdem û wiha got: “Zêdetirî salekê ye Rêxistina Nûdem di giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatiye avakirin. Ew tenê ji bo kesên astengdar xebatê dike û ji wan re dibe alîkar. Armanca me ku em bikaribin ji jin, zarok û çi kesên astengdar e bibin alîkar û wan di nava xwe de bihewînin. Li herêma Şehbayê jî pêwîstî heye ku ev Rêxistin li vir jî bihate avakirin, ji ber rewşa Şehbayê weke cografî her wiha zehmetiyên ku gel tê re derbas dibin bê guman ne hêsane. Bi taybet ev rewş li ser van kesên astengdar hîz zêdetir xisrab e û dibe sedem ku rewşa wan aloztir bibe. Ji lewra Ev xebat nêzî 2 heyava ye li Kantona Efrîn û Şehbayê hatiye birêxistin kirin. Di rewşa heyî de em du heval bi vê xebatê re mojûl dibin. Di gavên destpêkê de me serjimariya kesên astengdar di herêmê de girt û piştire me dest bi xebatê xwe kir. Niha hejmara astengdarên ku em bi wan re mijûl dibin 70 kese ji zarok, ciwan û kesên temen mezin. Weke gavên destpêkê me hemû malbat ziyaret mirin, her wiha em heftane wan kom dikin perwerde û çalakiyan pêş dixin. Heyanî niha ev gav hatiye qebûl kirin û bi erênî ji aliyê malbatên astengdaran ve tê nirxandin.”
`Perçeyek ji jiyanê ne`
Leyle wiha axaftina xwe domand: “Xebata me xebatekî menewî û tenduristî ye, em hewil didin ku bi kesên nexweşiyên wan yên zikmakî hene bibin alîkar û tiştên li gel wan pêşbixînin. Hin astengdar hene xwedî deryayên pir cuda ne, hin hene wênexêzên taybet girêdayî Efrîn û çanda xwe çêdikin. Bê guman ji bo astengdarekî ev yek pir bi wate ye û divê aliyek hebe ku jiyanê li hemebr wan xweşik bike. Ev astengdar perçeyek ji jiyanê ne û divê xwedî li wan bê derketin. helbet ev yek tenê li ser milê Rêxistina Astengdaran namîne. Malbat aliyê herî bingehîn yên ku bibe desteke, li ser vê bingehê têkiliy me bi dayîk, bav û malbatan re jî heye. Her wiha gelek astengdar hene derbasî dibistanan jî bûne û ji ber rewşa wan nikarîn dibistanê berdewam bikin. Em di nava tensîq û xebatekê de bûn da ku astengdarên dikarin bixwînin; xwendina xwe berdewam bikin.”
Alîkariya rewşên ku têne tedawîkirin
Leyla di dawiyê de diyar kir ku ji bo rewşa hin astengdaran bi aliyên tenduristî re kar dikin û wiha pê de çû: “Dema me serjimariya van kesan girt, hin rewş hene pêdiviya wan bi tedewîkirina tenduristî heye. Di encam de me bi aliyên tenduristiyê re têkilî avakirin û bi kêfxweşî ev yek hate pêşwazîkirin, ku em bi rewşên çavdêriyê û tedewîkirina wan re di nexweşxaneyan de bibin alîkar. Em di wê baweriyê de ne ku li ser bingeha Exlaqî û erkên xwe yên mirovî em di rewşekî wiha de him ji malbat him jî ji bo pêşxistina jiyana van kesan bibin hêz, destek û cihê baweriyê”.