Volqan Elî
Ergenekon!..Xwendekarên dîroka gelê Tirk hinekê bihîstibin, bizanin wê were bîra wan ku ev destaneke êl û hozên Tirk e. Ji ber ku rasterast mijara me ne ev e, em ê kurt lê bidin. Werhasil, li gorî destanê hozeke pêşiyên Tirkan dema di koçberiyê de ye li çiyayekî asê dimîne. Çiyayên sext û asê rê nadin ku ew bi rêya xwe biçin. Gurekî Boz dikeve pêşiya wan û wan digihîne saxlemiyê. Ji vê bi şunde êlên Tirk, gurên boz ji xwe re pîroz dihesibînin.
Na, kêmasî û şaşitiyek yan jî tiştekî ku mirov li vê derê biçûk bibîne, tine! Kêmasî, biçûkbûn û dermirovî di nêzîkbûna netewe-dewletên faşîst de ye. Ew çi dikin? Eger gotin di cihê wê de be, ji ta heta bi derziyê her tiştî dikin mijara neteweperestiyê. Wekî vê destanê, asayî ye ku civakên mirovan tiştekî feydaya xwe gihaştiya civaka wan pîroz bibîne. Ew ne kêmasî yan jî şaşîtiyeke wî gelî ye. Faşîzma modernîteya kaptalîzim wisa lê dike. Çanda gelekî, dîroka hozekê dike mijara nijadperestiya xwe.
Werhasil, îro jî Dewletê şirîkê Erdogan ku di baxçeyê faşîzmê de aqil û hişê wî tevlî hev bûye jî ew ‘gurê boz’ ku dizûre ji xwe re kiriye al û bi hawara faşîzma kesk a AKP’ê ve hatiye. Na, bila şaş neyê fêmkirin. Bi rastî jî gur heywanekî wisa ye ku ji zindiyên herî serbilind e. Hûn ê bêjin çima? Ji ber ku koletiyê nizane, serî natewîne… Lê belê dema ku bû sembola nijadperestiyê, dibe celadê gelê Kurd, gelê Ermen û heta gelê xwe bi xwe…
Em vê destana gurê boz û Bahçeli li vê derê bihêlin, werin li ser dest destaneke din: Şerê Hz. Îbrahîm û Nemrût… Mijar maarûf e, tê zanîn. Li vî welatî û heft aliyên cîhanê ti kesê nebihîstî û nizane tine. Werhasil, çarenûsa Nemrût jî wisa bi dawî dibe:
Li gorî hin rîwayetan, rojekê pêşiyek dikeve mejiyê Nemrûtê dijminê Hz. Îbrahîm. Ev pêşî xwe li wir jî nagire, digihîne mejiyê wî û jê re dibe êşeke nedîtî. Nemrût loqman hekîmên heftê û heft welatan banî ber lingê xwe dike ku jê re dermanekî peyda bikin. Ti kes jê re nabe çare. Di dawiya dawî de yek jê re rêyekê salox dide. Dibêje, “şivekî ji hesinî, baş bi hiriya pêz bipêçîne û pê li serê xwe bide da ku êşa serê te bibire”. Nemrût wisa dike, êşa di serê wî de hinekê kêm dibe. Ji xwe re difikire û dibêje, “madem serê min wisa hinekê rehet bû, ez vê carê kilavê li ser şivik pêçandî rakim, dibe ku hê serê min rehetir bike.” Bi rastî jî kilavê li ser şivê hesin pêçandî radike, destpêkê hêdî hêdî pê li serê xwe dide. Serê wî hineke dîtir rehêt dibê. Dê, dê, dê û dê… Dibîne ku serê wî xweş dibe. Ji nişka ve bi hemû hêza xwe, bi hesinî li serê xwe dide û aql û qeloxa serê xwe parçe parçe dike.
Gurê me yî boz (Bahçeli) jî ketiye vê ortalixê (meclisa mezin a Tirkiye) dibêje “Tirk neçar in ji Kurdan hez bikin, Kurd jî neçar in ji Tirkan hez bikin.” Yê din (serokê CHP Özel) “Ka werin em Kurdan bikin xwediyê vê dewletê.” Yan van hişê xwe xwariye yan jî wekî Nemrûtê rahmetî pêşiyek ketiye mejiyê wan. Na, hema em zû baweriya xwe bi van Nemrûtan neynin! Dibêje “dekûdolab û leystokên Osmanî xelas nabin!” Eger ne leyistok be, tê maneyê ku van mirina xwe di xewna xwe de dîtine. Yan jî pêşiyek ketibe mejiyê wan! Dibe, ev der Kurdistan e. Her der çem û kanî ne. Jê kêmtir jî avzem in. Tije pêşî ne. Ne stepên Asyaya Navîn in. Ma çi karê gur û çeqelan li vê derê heye?
Çima me şibandineke wisa kir? Lewra serokê İyi Partiyê di meclisa Tirkiyede êrîşê Bahçeli kir. Digot, “te berê bi benê îdamê qala Abdullah Ocalan dikir. Te pê nekarî. Te karîbû hêviyên miletê Tirk daliqanî.” Û benê ku bi rastî jî, berê Bahçeli ji bo Rêber APO dihejand, avêt nav çavên wî.
Bahçeli çi kir? Ew benê serokê İyi Parti jê re avêtî, bir meqama xwe. Hûn ê bêjin çi jê kir? Bi odaya xwe ve kir. Wekî ku îdam bike (dihate wê maneyê) remza İyi Partî jî pê ve kiribû. Di rastiyê de yek ji yê din faşîstir e lê dibe ku pêşiyek (tirsek-fikarek) ketibe mejiyê wan.
Dîrokê careke din xwe dubare dikir, pêşiya ku bi hezaran sal berê ketibû serê Nemrût, ketibû Meclisa Mezin a Tirkiyê, ketibû nav mejiyê Bahçeli; hem jî di ber re dengê hesinî re ku ji TUSAŞ’a Enqereyê dihat.