Ayşa Silêman/ Qamişlo
Tevgera Azadiya Kurdistanê ku bi pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan destpêkir, di aliyê ragihandina jinê de jî pêşketinek mezin bi xwe re anî. Rêber Apo bi fikrên xwe yên girêdayî rewşa jinê, karî wêneya ku berê ji jinê re hatibû avakirin, biguhere. Ev guherîn bû lêvegerek bingehîn ji lêkolînên jinê di warên ragihandinê de. Jin rolek mezin di warê ragihandinê de dilîze. Bi rêjeya ji sedî 60 derbas dike, tevlî saziyên ragihandinê dibe. Her wiha ajans û kanalên telefizyonê yên taybet bi jinê hene.
Bi derketina Kovara Dengê Kurdistan re dîrokek nû ya rojnamegeriya Kurd destpê kir. Piştre ji ber siyasetên înkar û qirkirinê tevahiya rojname û kovarên Kurdî hatin girtin. Rojnamegeriya Kurd ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve rastî çewisandinê hat. Ji ber wê rojnamevan neçar man bi awayekî veşartî kar bikin. Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de Şoreşa Rojava destpêkir. Şoreşê hişt ku carek din jin rolek çalak û pêşeng bilîze. Dazgehên çapemeniyê yên mîna Ajana Nûçeyan a Hawarê, rojnameya Ronahî, kanala televizyonê ya Ronahî, Kovara Dengê Jiyanê bi Erebî û Kurdî, Asoya Jin, Ajansa Nûçeyan a Jin (JINnews) a taybet bi jinê, derketin. Li kêlek wan jî kovarên giştî mîna Dengê Kurdistan û Rojhilata Navîn a Demokratîk hatin derxistin û di heman demê de radiyo jî hetin vekirin. Heya bigihêje li ser înternetê malperên taybet ên jinê jî vebûn. Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di astek bilind de jin beşdarî saziyên ragihandinê bûn. Loma pêwîstî hebû ku rêxistinek hebe da ku van xebatan kom bike, were avakirin. Ji ber wê di 30’ê Nîsana 2014’an, li Qamişlo kongreyek hat lidarxistin. Zêdetirî 50 rojnamevanên jin beşdar bûn û di kongreyê de RAJIN hat avakirin. Da ku bibe sîwanek ji tevahiya rojnamevanên jin re.
Li tevahî axa Kurdistanê şerê li dijî azadiya ragihandinê
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rojnameya Azadiya Welat di sala 1992`yan de li gel derketina rojnameyên Welatê Me, Welat û gelek dezgehên din derket. Desthilatdariya Tirkiyê heta niha gelek ji wan rojname û dezgeh qedexe kirine û gelek caran ajansa jin girtin. saziyên herî zêde rastî êrişan tên, saziyên ragihandina azad in. Ji ber ku li Tirkiyê ragihandina azad hewl dide rastiya zilm û zordestiya li dijî gelan tê meşandin, eşkere bike. Dewleta Tirk di sala 2016`an de derbeyek leşkerî da çêkirin û bi vê boneyê siyaseta çewisandinê da meşandin. Herî zêde Kurdan par ji vê siyasetê girt û di serî de ragihandin hat hedefgirtin. Her wiha dewleta Tirk a dagirker gelek saziyên ragihandinê yên Kurdî û ajansên jinê Jinha hedef girtin. Jinha dev ji karê xwe berneda û weşana xwe di bin navê ajansa Şujin de domand. Êdî dewleta Tirk a dagirker xebata jinê kir armanca xwe ya sereke. Ji ber wê gelek rojnamevanên jin di bin navê ajansa JinNews de dest bi xebatên xwe kirin. Di heman demê de Ragihand ji ber binpêkirinên desthilatdaran û ferzkirina dorpêça li ser mekanîzmeya şopandina ragihandinê û zimanê weşanê, rastî siyaseta çewisandinê tê. Li Rojhilatê Kurdistanê jî rojnameya Kurdistanê tenê 11 mehan weşan kir. Piştî hilweşandina Komara Mehabadê rejîma Îranê rojnamegeriya Kurd li welêt qedexe kir.
Jin û ragihandina şer
Ragihandina şer li Bakur û Rojhiltê Sûriyê bi saya têkoşîna rojnamevanên jin ên ku şer li eniyên pêşîn de şopandin, pêş ket. Ji destpêka şoreşa Rojava ve û heta şerên li dijî çeteyên El-Nusra, Ehrar El-Şam li Serêkaniyê, Berxwedana Kobanê li dijî DAIŞ`ê, êrişên Tirkiyê yên li ser Efrîn û Şehbayê, êrişên çeteyan ji aliyekê ve û rejîma Sûriyê ji aliyekê din ve li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye li bajarê Helebê jinê karî cihê xwe bigre û gavên ber bi çav avêtin. Her wiha rojnamevanên jin cih di pêngavên tunekirina çeteyên DAIŞ`ê li Minbic, Tebqa, Reqa û herî dawî Dêrazorê de jî girtin û bûn pêşeng.
Dengê jina Êzidî
Çeteyên DAIŞ’ê di 2014’an de êrişî Şengalê kirin û dîmenên herî reş û tund ên li hember jinê derketin pêş. Çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî yekser di êrişên xwe de jin û zarok kirin hedef. Li gorî serjimariya rêxistinên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 5 hezar jinên Êzidî revandin. Her wiha pêkhateya Êzidî ji pêkhateyên din zêdetirî rastî paşguhkirina ragihandinê hat. Lê êdî bûne qubleya ragihandina jin a ku armanc dike azarên jinê ji revandin, êrişên cinsî û zilmê bîne ziman. Di êrişên DAIŞ`ê de yên li ser Şengal û Xane Sorê de gelek rojnamevanên jin ji tevahiya axa Kurdistanê û cîhanê berê xwe dan wir, da ku trajediya piştî vekişîna “Partiya Demokrata Kurdistanê” bişopînin. Hinekan di rêya eşkerekirina azara jina êzidî û civaka êzidî de canê xwe feda kirin. Mînak, Nûjiyan Orhan a ku ji hêla “Partiya Demokrat a Kurdistanê” ve, di êrişên li ser Xane Sorê de şehîd bû. Azarên jina Êzidî ji tevahiya jinên Êzidî re bûn têvedanek ku cîhan bi Êzidiyan, dîroka wan û azarên wan ên di 73 fermanan de nasbikin.
Ragihandina jin dozên jinê çawa digre dest?
Cudahî di navbera xebatên jinê di rojnamegeriya Kurd û dazgehên din de heye. Ji ber ku Rojnamegeriya Kurd jinê wek wesîleyek balkişandê li ser ekranên xwe bikar nayîne. Ji rola wê di afirandina siyastek weşanê ya taybet bi jinê dûr nexist. Ji ber ku zihniyeta zikurî ragihandina kapîtalîzmê ya cîhanî kontrol dike, rastiya jinê sîber dike û girîngî nade dozên wê. Lewra ragihanda jina Kurd ragihandike bedîl ku dikare ronahî berde ser rewşa jinê û pirsgirêkên wê çareser bike.