Ronaz Silêman/Qamişlo
Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan ya Sûriyê Evîn Cuma diyar kir ku dagirkeriya Tirk li ser gelên Sûriyê xeter e û got, “Banga me ew e ku dewletên Naveteweyî rastiya kiryarên dewleta Tirk eşker bikin û bi erkê xwe rabin”
Ezmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji balafirên bê mirov ên dagirkeriya nayê valakirin, her cihî dike hedef û dixwaze jiyana gelê herêmê bixe taritiyê, da ku tengasiya gelan ji Rêveberiya Xweser bê kirin, Projeya Neteweya Demokratîk tê biçe, koçberî pêk bê û herêm vala bibe, di heman demê de dixwazin guhertineke demokrafîk bi navê parastina rewa li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin. Dewleta Tirk dibêje li Iraqê xaka me heye, li Sûriyê xaka me heye, hewîrdora sînorê xwe fireh dike û pilanan li ser hisabê gel pêk tîne. Li hemberî hemû kiryar û sûcên dewleta Tirk jî bêdengiya navneteweyî tê kirin.
Derbarên êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya naveteweyî Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan ya Sûriyê Evîn Cuma ji rojnameya me re axivî.
Evîn Cuma diyar kir ku ev demeke êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê nehatiye rawestandin û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker roj bi roj êrişên xwe yên dijwar li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li seranserî sînor zêde dike. Ev êriş herî zêde bi riya balafirên bê mirov de pêk tine, di encamê de bi dehan kesên sivîl birîndar dibin û dibin qûrbanî, bi taybet jin û zarok. Di heman demê de gelek malbat jî, bi sedema êrişan neçarî koçberiyê dibin. Herwiha ji ber êrişên berdewam gel nerehetiyê jiyan dikin. Li kêlek êrişan jî, dem bi dem ava gel ji aliyê dagirkeriyê tê qûtkirin, yan jî şerekî qirêj ku bi navê şerê taybet tê naskirin li ser gel tê meşandin.”
‘Gelên Sûriyê ji ber êrişên dagirkeriyê na aramin’
Evîn Cuma da eşkerekirin ku gelên Sûriyê aramiya xwe ji êrişên Tirkiyê dixwaze û wiha got: “Dengên ku bang dikin ji bo aramiyeke di Sûriyê de bê avakirin, ew pir zehmete. Dewleta Tirk dixwaze bi hikumeta Şamê re rûniştandinan pêk bîne, ew dibêje ji bo aştî û aramiyê di herêmê de pêk bê, lê em dibînin ku bi kîlomitra Bakurê Sûriyê bi tevahî tê armancgirtin, bajarên sax dagir kirine û dixwazin hemû bajaran desteser bikin. Herwiha tê xuyakirin ku pilan hene û dixwazin van pilanan li ser hisabê gelê heremê pêk bînin. Mînaka wê herêmên ku dagirkirî ne, miletê wê bi darê zorê koçber bûne. Di heman demê de dewleta Tirk dixwaze gelê resen bi taybet kurd ji herêmê derxînin, da ku sînorekî li gorî xwe ava bike.
Weke ku tê naskirin jî tu zirar û ziyan ji sînorê Sûriyê li ser yê Bakur nebûye û guleyeke gelê Sûriyê bi ser ên Bakur de neçûye. Sûrî aramiya xwe ji êrişên Tirkiyê dixwaze ne weke ku Tirkiyê dibêje em xeteriyê li ser wan çêdikin. Gelên vê herêmê ji dewleta Tirk zirarê dibîne, ji ber dagirkeriya Tirk pêdiviyên jiyanî yên vî gelî hedef digire.”
‘Herdem kawisa çekan li herêmên dagirkirî berdewam e’
Evîn Cuma di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku Tirkiyê bi hincetên derew êirşî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û wiha got: “Dema ku dewleta Tirk li ser ragihandina xwe dibêje em cihên terorê dikin armanc, terror kîne? Gel li dijî xwe teror dibîne, lê terror ew ê ku jiyana sivîlan dixe xeteriyê de. Dewleta Tirk hincetên derewîn ji xwe re diafirîne û êrişî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, da ku herêmê ji xwe re dagirker bike. Herwiha dema ku dewleta Tirk dibêje ez ê herêmeke biewle li ser sînor ava bikim, lê em cihê di destê dagirkeriyê de dibînin tim şer e, kawisa çekane û çek di destê her kesî de heye, şerê xwe bi xwe ku di navbera çeteyên ser bi Tirkiyê ve tê kirin, ev şer jî li ser mal û milkên gelê resen e.
Di heman demê de dewleta Tirk her tim raporan radike û dibêje miletê me ne arame, zarokên me ditirsin kesên nêzî sînor, hundirê wan ne rehetîk heye, ew bi xwe van gotina dibêje û ew bi xwe van gotinan li ser gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tine. Lewra banga me bi çavê insanetiyê li vî miletî bê nerîn û rastiya heyî bê xuyanîkirin.”
‘Rastiya dewleta Tirk eşkere bikin’
Evîn Cuma di dawiya axaftina xwe de bang kir ku dawî li sûcên şer bê kirin û wiha got: “Êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Li gorî zagonên navneteweyî dema miletê sivîl dîrek tê hedefgirtin sûcekî şer e, dema tu pêdiviyên jiyanî hedef digire tu miletekî rastî qirkirinê dike. Lê dewleta Tirk cihê elektirîkê hedef digire, cihê sotemeniyê qût dike, jiyana vî miletî dixe xeteriyê de, mînaka wê di sala bûrî li Şehbayê çiqase zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest dan, niha ji dema li cihê petrolê xist dîsa sotemenî hat qûtkirin, jiyana gel çawa wê berdewam bibe, serma jî hat, hijmareke mezin ji gel di hundirê kampa de jiyan dikin her jiyana wan zehmete, niha zehmetir bû. Ji bû wê em bangî li dewletên navnetewî, Netewên Yekbûyî, çalakvanên mafê mirovan ku van kiryarên dewleta Tirk derxînin û belge bikin, rastiya ku tê kirin eşkere bikin.”