Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pêwîste sûcdarên hedefgirtina rojnamevanan bê ceza nemînin’

02/11/2024
in NÛÇE
A A
‘Pêwîste sûcdarên hedefgirtina rojnamevanan bê ceza nemînin’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Bi boneya Roja Cîhanî Ya Bidawîkirina Bêcezakirina Sûcên Li Dijî Rojnavanan, Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA)’ê li Parka Xwendinê ya Qamişlo daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA)’ê bi boneya Roja Cîhanî Ya Bidawîkirina Bêcezakirina Sûcên Li Dijî Rojnavanan daxuyaniyeke çapemeniyê ku ji aliyê Hevserokê Ragihandina Azad Dilyar Cizîrî û Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan li Sûriyê Evîn Cuma dan. Herwiha di daxuyaniyê de encamên Komîteya Lêgerînê ya têkildarî hedefgirtina rojnamevanan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere bû.

Dilyar Cizîrî diyar kir ku Netewên Yekbûyî ev roj(2 Mijdarê) wekî Roja Cîhanî Ya Bidawîkirina Bêcezakirina Sûcên Li Dijî Rojnavanan ragihandiye û wiha got: “Li Rojhilata Navîn sala 2023 û 2024’an de sala ku herî zêde sûc li dijî rojnamevana pêk hatine, bi taybet li Filestîn û Lubinanê piştî 7’ê Tîrmehê 140 rojnamevan heta niha hatine kuştin, lê heta niha sûcdar ji cezayan direvin. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, ji destpêka Şoreşa Rojava re û heta niha 28 hevalên me yên rojnamevan şehîd bûne. Piraniya wan ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatin hedefgirtin û şehîd bûn. Tevahiya Sûriyê zêdeyî 560 rojnamevan û çalakvanên çapemeniyê jiyana xwe ji dest dane. Neteweyên Yekbûyî ku wê ev roj ragihandiyê, lê erkê xwe pêk nayîne û li gorî bercewendiyên desthilatdaran tev digere.

Em wek Yekîtiya Ragihandina Azad û Komeleya Mafê Mirovan a Kantona Cizîrê me komîteyeke ava kir û raporek hat amadekirin û me xwest di vê rojê de rapora xwe parve bikin, di vê rojê de em bang li rêxistinê navneteweyî yên eleqedar dikin ku bi erkê xwe rabin û bi vê boneyê êrişên li ser rojnamevanan bi tundî şermezar dikin, herwiha pêwîste li cîhanê hevalên me yên rojnamevan bên parastin û her kesê sûcan li dijî rojnamevana pêk tînin, werin cezakirin.”

‘Armanca avakirina komeleyê kesên sûcdar bên cezakirin’

Di berdewamiya daxuyaniyê de Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan a Sûriyê Evîn Cuma naveroka raporê eşkere kir û wiha got: “Me wek Komeleya Mafê Mirovan li Sûriyê bi alîkariya Ragihandina Azad raporek di derbarê sûcên ku li ser rojnamevanan tê kirin amade kir. Di rapora xwe de me daye xuyakirin ku herêm bi çi rengiye û giropên rojnamevan ên lê kar dikin çi astengiyan dibînin, hem şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewame, bandora dewleta Tirkiyê li ser jiyana gel di herêmê de û dagirkeriya wê ji herêmên re, encamên wê çibûn û çawa zirarê dighîne sivîlan di nav wan de jî kesên rojnamevan.

Di heman demê de, di raporê de bûyera hedefgirtina erebeya Kenalê Jin TV bi hurgeliyên xwe hatiye diyarkirin. Armanc ji avakirina komîteyê ew e ku kesên sûcan di derheqê rojnamevanan de dikin, nikaribin ji sûcên xwe birevin, ji ber wê ev rapor hat amadekirin, da ku ji cihekî eleqedar re bê pêşkêşkirin di nav wan de wek, Komeleyên lêgerînê, Komeleya Mafê Mirovan û hwd… Di raporê de jî kesên ku hatine hedefgirtin şîrove li ser wan hatine kirin ku çi sûcên wan hene heta ku hatine hedefgirtin, di derbarê wê de jî nerîna hiqûqî ji van bûyeran re ku wekî sûcekî şer li gorî zagonên navnetewî lê tê kirin. Weke tê zanîn rojnamevan mîna sivîlan tê naskirin, ji bo wê gerek parastî bin û neyên hedefgirtin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.