Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êriş û sûcên dagirkeriya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê

02/11/2024
in NÛÇE
A A
Êriş û sûcên dagirkeriya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yekser qadên jiyanê û cihên peydakirina pêwîstiyên rojane yên civakê hatin armancgirtin. Ji ber van êrişan ziyaneke madî pir mezin gihiştiye binesazîya herêmê.

Di hemû cîhanê de tê nasîn ku av, elektirîk, nan û nift cihê ku mirov jiyana xwe li ser dimeşîne, lê dewleta Tirk a dagirker mafê jiyankirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê naxwaze bibîne û bi taybet ku sîstema Netewa Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiya rûnişkandin, vê yekê ji bo xwe giran û xeter dibîne. Di topbarana dawî ya ku di 23`ê Cotimehê de dewleta Tirk a dagirker li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de destpêkir, êrişî navendên xizmetguzariyê û kargehan kir, wiha kir da ku av ji bajaran û gundewarê wê qut bike û stûyê mirovahiyê di destên wê de teng bike, di heman demê de di nav bêdengiya navdewletî ya tarî de ev êriş û sûc dewam dike.

Ard û parçeyên rokêtên dagirkeriyê tevlîhev bûn

Dagirkeriya Tirk depoye genim ên Eyn Îsa, Qamişlo û Kobanê bombebaran kir û zirar gihand ard ku gel pê jiyan dike. Dema ku Rojnemeya me zirarên depoyên genim ên bajarê Qamişlo li taxa El-Entariyê şopandin, hat dîtin ku bi sedan tonên ard zerar dîtin, li wir ard û parçetên rokêtên dagirkeriya Tirk tevlîhev bûbûn. Wek tê zanîn ku yekemîn çavkaniya jiyana mirov nan e, nêzî 500 ton ard li firinan li bajarê Qamişlo û gundewarê wê dihat belavkirin, ev êrişên ku kargeh, navendên xizmetguzariyê û depoyên genim hedef girtin, Tirkiyê xwest ku hêdî hêdî jiyanê li herêmê bide sekinadin.

Bêdengiya hêzên Navnetewî

Ji bilî ziyanên madî û manewî yên ku li herêmê çêbûne, gelek welatî dema ku karê xwe yê rojane dikirin şehîd û birîndar bûn, ev jî rengekî komkujî e ku li ser gelê herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê pêk tê. Tenê mafê mirovahiyê û edalet li kur man. Her kes van sûcên dewleta Tirk a dagirker dibîne, gelo çiman xwe ker û lal dikin, diyare ku dewletên Navnetewî çiraya kesk didin dewleta Tirk a dagirker heya ku bi rehetî sûc û komkujian pêk tîne û hisaban nake.

Dema ku mijar dibe gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêzên navneteweyî xwe bêdeng dikin. Hêzên ku îro ji bo Fîlîstîn û Lubnanê nerazîbûnê nîşan didin, li hemberî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûneke biçûk jî nîşan nadin. Ev bêdengî bandorê li berxwedana gelan nake; gel xwe bi tenê nabîne. Berevajî vê yekê berxwedana xwe ya ku xwe dispêre hêza xwe xurt dike. Birînên xwe bi xwe dipêçe.

Dirûşmeya berxwedanê

Êriş li ser qadên jiyanê yên civakê û cihên ji pêwîstiyên jiyanê hatin kirin. Xisara madî rû da, lê belê nekarîn îradeya gel bişikînin, nekarîn koçber bikin. Lewma êriş careke din hate têkbirin. Ji roja destpêkirina êrişan û pê ve gel daket qadan û dirûşmên berxwedanê bilind kir.

Ev êriş xeteriyeke mezin li ser rewşa mirovahî, xizmetguzerî û civakî çêdike

Di nava 4 rojan de dewleta Tirk a dagirker di aliyê asîmanî de êrişî herêm, binesazî û herêmên ku sivîl di wan de dijîn li Cizîrê û Kobanê , Til Temir û Eyn Îsayê dike. Her wiha çeteyên wê êrişên bejahî pêk tînin, sivîl û şêniyêne yên Efrînê ku neçarî koçberiyê bûne li herêmên Şehba û Şêxmeqsûd dikin hedef.

Ev êrişên ku bêyî tu hincetên rewa têne kirin dixwazin rewşên aborî bi rêya hedefgirtina sazî, navendên xizmetguzerî û jiyanî, zehmet bikin û ew jî ji bo pilanên xwe li dijî gelê Kurd pêk bîne. Her wiah ev êriş xeteriyeke mezin li ser rewşa mirovahî, xizmetguzerî û civakî çêdike û dihêle ku şaneyên terorîst û çete sûdê ji van êrişan bigre da ku xwe birêxistin bikin û êrişî herêmê bikin, hewldanên aramiyê sînordar dike û gefan li xebatên tunekirina terorê ku gel û hêzên herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê yên ewlekariyê bi hevkariya Koalisyona Navneteweyî, asteng dike.

Encamnameyên Êrîşên Dewleta Tirk Wiha ye;

Hejmara êrişên bi balafirên keşfê 118 êrîş in

-Hejmara êrişên balafirên şer 20`in

-Hejmara êrişên bi Topên hawanan 893`in

-Hejmara tevahî a êrişên dewleta Tirk a dagirker 1031`in

-Hejmara şehîdan: 17

-Hejmara birîndaran 65`in

Her wiha stasyonên kehrebeyê yên bajar û herêmên Qamişlo, Kobanî, Amûdê û Dirbêsiyê hatin hedefgirtin û ji ber bombrbarana artêşa Tirk a dagirker zêdetirî 150 hezar malbat ji kehrebeyê qut bûn , Her wiha ji ber qutbûna kehrebeyê li stasyonên avê, ava wan qut bûye.

Her wiha bû sedem ku mazot negihêje navendên xizmetguzariyê, bi taybetî firne û navendên din ên xizmetguzariyê, bû sedema kêmbûna ji madeya sotemeniyê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.