Bi hemdemiya êrîşên dagirkeirya Tirk li ser tavahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hedefgirtina Gerîlayên Azadiyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û kiryarên çeteyan li herêmên dagirkirî; PDK ê rêya xiyanetê doza gelê Kurd bi hembêzkirina çeteyên ku kurdan qir dikin, nû dike.
Zana Roj/ Şehba
Di berdewamiya xeta îxanta mala Berzanî de careke din ev yek di pêşwazîkirina hin serkêşên komên çeteyan di Hewlêrê de xwe nû dike. Encumena bi navê “Encûmena Niştîmanî ya Kurdî” li Hewlerê pêşwazî li “Serokê Desteya Danûstandinan” Bedir Cemûs û nûnerê çekdarên “Sultan Murad” Ehmed Osman kir, Ev hevdîtin di çarçoveya “Civînên danpstandinan” de pêk hat.
Ev pêşwazî di demekê de ye ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin, binesaziya herêmê dike armanc ya ku di encamê de zêdetirî 30 navendên jiyanî ji kar hatin derxistin, 17 kes jiyana xwe ji dest dan û 65 kes jî birîndar bûn. Bê gu,an ev ne cara yekemîn e ku Hikumeta Başûrê Kurdistanê van pilanan dike, bi sedan caran dest daye reyadarên Faşîzma Tirkiyê û komên Çeteyan yên ku niha di herêmên dagirkirî de û bi taybet di Efrînê de li ser xwîna gelê Kurd jiyan dikin.
Têkildarî vê mijarê Endamên Meclîsa Kantona Efrîn û Şehbayê Leyla Hisên û Necî Selemê ji rojnameya me re axivîn.
Bi kûjerên gelê Kurd re dibin yek
Leyla di destpêkê de da zanîn ku komên çeteyên ku bûne sedema hemû kiryar û binpêkirinên pîvanên mirovî di Efrînê de îro dibin dostê Berzanî û wiha domand: “Dîroka komên çeteyan bi xwînê hatiye nivîsandin, di seranserî aloziya sûriyê de bûn bingeh ji talankirin, kûştin û wêrankirinê re. Ev komên çeteyan xwe li ser tunekirina gelan bi navê ol û parastina Mislimantiyê hatin avakirin. Di bin van navan de bûn sedema kuştina bi milyonan ji Jin, zarok û gelan, ev komên çeteyan bi destê dagirkeriya Tirkiyê û dewletên li ser hişmendiya olî ya kevneperest ku dixwazin bi navê ol Rojhilata Navîn dagir bikin hatin avakirin. ev komên çete di hişmendiya wan de hemû xwe disipêrin zihniyeta xetertirîn teror DAÎŞ ê. Li ser vê bingehê ji bilî tundî û kuştinê tu armanceke wan ya din tuneye. Îdiyaya aşîtiyê dikin lê di piratîka wan de tu têkiliya wan bi aşîtiyê re nîn e.
Divê em ji bîr nekin ku ev çeteyên xwînvexwar di Efrîn, Serê Kaniyê û Girî Sipî de çi bi serê gelê Kurd kirin. Bi taybet di Efrînê de bi hezaran gel dan ber Kuştinê bi hezaran destdirêjî li jinên Kurd kirin, bi sedan zarokên Kurd hatin Kuştin û bi temenên biçûk hatin zewicandin. Demografiya Efrînê bi tememî dane guhartin û hemû ser erd û bin erda wê talan kirin. ev ji bilî tundiya rojane ya ku gelê me tê re derbas dibe de. Îro hikumeta Başûrê Kurdistanê Mala Berzanî careke din destê xwe dide van çeteyan û dîroka îxaneta xwe careke din berdewam dike; ev binpêkirina pîvanên welatparêzî û xwînê ye”.
PDK ê dijberiya xwe li hember Rêveberiya Xweser tekez dike
Her wiha Leyla xuya kir ku PDK ê bi êrîşên heyî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re eniya xwe diyar dike û wiha got: “Dagirkeirya Tirkiyê li seranserî herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşeke hovane ku gelek sivîl tê de bûne qurbanî da ye destpêkirin, di van êrîşan de jêdarên jiyanî yên herêmê hatin hedefgirtin. Ev êrîş bi mabesta hedefgirtina Rêveberiya Xweser û felsefeya Neteweya Demokratîk di herêmê de têne kirin. PDK ê bi hemwextiya gurbûna van êrîşan re li Bajarê Hewlêrê pêşwaziya Serçeteyan dike, armanc vê yekê ji bilî tekezkirina îxaneta xwe û dijberiya Rêveberiya Xweser nîn e. di vê demê de PDK eniya ku tê de şer dike û lihevhatinan dike diyar kir”.
PDK ê sed saliya Komara Tirkiyê pîroz kir 
Necî bal kişand ser bi hemwextiya salvegera demazrandina komara Tirkiyê ya 100 salî re ejîndatên wê yên weke PDK ê ev yek pîroz kirin û wiha got: “Dîroka Komara Tirkiyê li ser xwîna gelan hatiye avakirin, bi derbasbûna sed salî li ser avabûna Komara Tirkiyê re ejîndatên wê yên weke PDK ê ev yek bi şandina pîrozbahiyan hate pêşawzî kirin. her wiha PDK ê ev yek bi pêşwazîkirina van çeteyan di Hewêrê de pîroz kir. ev hevdîtin bê guman bi pilanên berfireh hatine çêkirin. Lê Hikumeta Başûrê Kurdistanê vê yekê li ber çavên gelê Kurd di Başûrê Kurdistanê de dike. ev yek nameyeke ji PDK ê ku dibêje em bi we re ne û hin çi dikin bikin emê piştgiriya we di qirkirina gelê Kurd de bikin”.
Divê gelê Başûrê Kurdistanê di rastiya PDK ê de serwext bin
Necî di dawiya axaftina xwe de ev anî ziman: “PDK ê bi van gavan tu cihê wî di yekrêziya gelê Kurd de nîne. Gelê me ya Başûrê Kurdistanê divê di vê rastiyê de serwext be, PDK ê di van kêliyan de rawekirina dagirkeriyê di herêmên dagirkirî yên Kurdistanê re erê dike. ji lewra em banga gelê xwe yên Başûrê Kurdistanê dikin ku li hember ev îxaneta ku neheqiyê li dîroka gelê Kurd dike bisekinin û rê ji PDK ê re di perçekirina Kurdistanê re venekin”.






