Leyla Weşûkanî
Di 1`ê Mijdara 2014`an de ji hêla civaka navnetewî ya cîhanê ve, roja Kobanê ya cîhanî hate îlan kirin. Çeteyên DAÎŞ`ê 15 meha îlonê bajarê Kurdistanê Kobanê kirin armanca êrîşên xwe yên tundrewî û şerekî giran hate li darxistin. Di 29`ê Mijdarê de tevî çeteyên dewleta Tirk, di deriyê Mûrşd Pinarê re ku li çar aliyan êrîşî Kobanê kirin, bi armanca ku vê carê bajar bigirin dest. Wê çaxê şer bû şerê kolanan, yê sînge sing. Di roja 126`an de berxwedana girê Miştenûr de YPG û YPJ operesyona rizgar kirinê destpê kir, şer ewqasî giran bû ku dengê xwe li hemî cîhanê veda bû, roja Kobanê ya cîhanî. Li her deverê cîhanê ji bo desteka YPJ û YPG mirov daketin qadan û hemû bi hev re bangî civaka navnetewî kirin ji bo ku destek bidin şervanên Kurd. Ew berxwedan hişte Kobanê bibe Sitalîngirad a sedsala 21`an wek bersiv dayîn ji bangewaziya Rêber Apo ya seferberiya ji bo, Rojava û bi taybet jî ji bajarê Kobanê, bi sedan keç û xort ji çar perçeyên Kurdistanê, hatin bi hewara kobanê ve. Piştî berxwedana 134 rojan berdewam kir, bajarê Kobanê ji destê çeteyan hate rizgar kirin û gel vegeriya warê xwe yê dayik niştiman Kobanê.
Ev şer şerekî ku li hemberî, hêzên herî tundrew yên cîhanê bûye, û şerekî vîndarî bûye, ku di dîrokê de hempayê wê pir kêmin. Ev şer ji bo parastina hemû mirovahiyê bû. Hevalên me yên sozdarê gelê xwe, heyanî dawiya nefesa xwe li berxwedan û şer kirin. Di 134 rojan de bi dehan fermandar û şervanên dîlawer di wî şerî de şehîd ketin. ev roj wiha xweber derneketiye holê, 1`ê Mijdarê roja Kobanê ya cîhanî, bi tekoşîneke mûazam derketiye holê. Di rojek wek îro de şerê li dijî hovitiya salan a hêzên tundrew ji bo parastina nirxên mirovahiyê hatiye kirin. Di encama wî şerê wêrek û dîlawer de roja Kobanê hate bi encam girtin û Kobanê hate şibandin bi Sitalîn Giradê. Hemû cîhanê şahidiya wî şerî kir û dengê xwe bilind kirin û gotin ku em hemû desteka we dikin û hun tenê nînin. Ew xwedî derketin hisê mirovahî bûye ku hîna di nava pençên pergala şaristaniya sermayedar de nehatiye tune kirin, di wî bajarê kevnar ê xwedawend Kubaba de şerekî dîrokî hate raber kirin. De bera bajarê Kobanê bi axive û qala berxwedana wan qehremanan bike ka çend kehreman cane xwe di oxira vî gelê de kirin siper. De bera kolanên bajêr bi axivin û heqîqetê bibêjin, de bera qala destanên wan leheng û mêrxasan bikin. Bila jiyana wan xwedawend û şêre jinan bi, civakê bidin zanîn, bila qala destanên egîdiyê ji nifşê nû re ragihînin. Bêjin bêjin Gelhat û Zehra kîbûn û çawa şer kirin û berxwedan, bêjin Viyan, Arîn û Rêvan kîne, bila bêjin Cûdî, Bêrîtan, Axîn û Sîbel kîne. Ew tevde jinên xwedawend û xortên mêrxasin, wan qehremana cane xwe kirin kefa destê xwe û ketin ser riya serkeftinê . Wan qehremanan şev û roj nasnekirin, tîbûn û birçîbûn nasnekirin, vîna xwe kirin yek û ji bo evîna kobanê şer kirin û tenê tenha li parastina xaka kobanê di hizirîn û gotin ku emê nehêlin Kobanê bikeve û em ji mirinê mezintirin…
Bi hevoka em ji mirinê mezintirin berxwedan û serkeftin qezenc kirin, hevala Zehra îspat kir ku ji mirinê mezintire û nehişt ku Kobanê bikeve û xwe ji bo Kobanê feda kir. Xwedawend Zehra û hevrêyên xwe bûn remza şoreşgerên serkeftî yên ji mirinê mezintir bûn û bûn îlhama jinê cîhanê yên serhildêr û berxwedêr. Sûnda me bi navê wan şehîdên qehreman yên ku xwîna xwe dilop dilop rijandin li ser xaka kobanê û rizgar kirin, em soz didin wan lehengan ku emê tola wan bigirin û wan di tekoşîna xwe de bidin jiyan kirin. Em deyndarên wan şehîdên bi rûmetin û emê 24 demjimêran bi xebitin ji bo ku em layiqî wan bibin û erka xwe bînin cih.
Ez bi navê tekoşîn û berxwedana wan sûnd dixwim ku ezê di hevaltî û tekoşîna xwe de wan temsîl bikim û tola wan ji neyaran rakim. Şehîd ji bo me me heyv û sitêrkên li esmanin ku her riya me ronahî dikin û me ji xetayên me di zîvirînin û di hêlin ku em li ser xwe bi hizirin û xwe baş beşdarî şer û jiyanê bikin. Şehîd ji bo me pîrozin û sûnda me her bi navê wane, wek ku çawa oldar, bi navê xwedayê xwe yê dilovan sûnd dixwen em jî bi navê şehîdên xwe yên qehreman sûnd dixwin û di jiyana xwe de wan pêktînin. Bajarê Kobanê ji bo me xeta sore û pîroze, ji ber ku her bihisteke xaka wê şop û xwîna şehîdên me li sere û em parazvanên wê xaka pîrozin. Her çiqasî dijminê me bi xwaze ku êrîş bike jî lê, wê Kobanê nekeve. Emê nehêlin ku dijmin bi xaka me şabibe heyanî ku yek ji me jî bi mîne. Gelo wan şehîdan texmîna rizgarkirina warê kurdan dikirin, teqeze ku texmîn dikirin, ger ku texmîn ne kiribana wê wiha ji dil û can xwe feda ne kiribana. Hêviya wan ya xelasiyê hişte ku ewqasî şer bikin û ji tunebûnê hebûnê çêbikin, bi çekên kevnar û lawaz li himberî hêza herî tundrew, li berxwedan û serî ne tewandin.
Berxwedan û tekoşîna wan dost û dijmin şaşwaz kir û hişte ku dijmin bi binbikeve. Faşîstê mezin Erdoganê her roj di got, ha Kobanê ket û wê bikeve û wiha ji xwe re xeyal xêz dikirin. Lê mixabin xewin û xeyalên Erdogan, badilhewa bûn, parastvanên welat pir baş di zanîn ku, heyanî ew li berxwebidin wê, bajarê kurdan jî nekeve û bi vê îksîrê li berxwedan û serkeftin qezenc kirin. Tekoşîn û berxwedana wan egîdan wek, mûcîzeyekê bû ku xûliqkariyeke mezin bi xwe re dan çêkirin. Berxwedana wan mêrxasan her kes, matmayî hişt heval, wan hevalên fedayî ji bo rizgarkirina bajêr, Henekê xwe bi mirinê kirin û di xwestin bibêjin ku mirin ji ku tê bila were û em jê natirsin. Di nava kolan û sengerên bajarê kurdan Kobanê de gelek destan hatin xêzkirin.






