Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Têkoşîn wê encamê diyar bike

31/10/2024
in ROJEV
A A
Têkoşîn wê encamê diyar bike
Share on FacebookShare on Twitter

Remezan Olcen

Rêber Apo ji 1993’yan ve ji bo çareseriya pirsa Kurd mekanîzmayên siyasetê, diyalogê pêşniyaz dike. Ji sala 1993’yan heta hevdîtina dawîn Rêber Apo bi awayekî eşkere pêşniyaza çareseriya demokratîk dike. Herî dawî li ser navê malbatê Omer Ocalan di 23’yê Cotmehê bi Rêber Apo re hevdîtin kir. Di wê hevdîtinê de jî tevî ku di şert û mercên pergala êşkencê de tê ragirtin, Rêber Apo îradeya ji bo çareseriyê Îmraliê nîşan da.

Rêber Apo dibêje; Heke şert û merc bên avakirin ez xwedan wê hêza terorî û pratîkê me, dikarim vê pêvajoyê ji rewşa şer bikşînim zemîna siyasî û hiqûqî. Heman tişt di hevdîtinên xwe yên dawîn ên tebaxa 2019’an de ji parêzeran re jî gotibû. Di hevdîtina bi telefonê ya di adara 2021’ê de ji Mehmet Ocalan re jî gotibû. Di wê axaftinê de digot; ev şêwaz bêcîdiyetî ye.  Yanî di şert û mercên pergala qirkirinê ya Îmraliyê de hevdîtin, axaftin nabe.

Niha rastiyek heye ew jî dewamkirina pergala qirkirinê ye. Rêber Apo bi xwe dibêje; tecrîd dewam dike. Ev peyama Rêber Apo pir hat nîqaşkirin û ev nîqaş wê bidome. Lê tişta ku jê tê fêmkirin ev e; aqlê dewletê hîn jî bi heman siyaset û zîhniyetê tê xebitandin. Rayedarên desthilata AKP-MHP’ê dema devê xwe vedikin gotinên 100 salan dubare dikin. Dibêjin; em ê têkoşîna xwe ya li hemberî Kurdan heta neferek ji Kurdê Azad nemîne dewam bikin. Heta ser-şêwirmendê şefê faşîst Erdogan, Mehmet Uçum dibêje; çareseriya me teslîmgirtina wan e. Daxuyanî û manevrayên serokê partiya faşîst Dewlet Bahçelî û şefê faşîst Erdogan giş ji bo vê hedefê ne.

Li ser wateya çareseriyê du wêne, du tablo hene. Pêşniyaza Rêber Apo jiyaneke adil, demokratîk, azad e. Ne tenê ji bo gelê Kurd e jî. Bi çareseriya pirsa Kurd re vekirina deriyekî bêyî şer li Rojhilata Navîn e. Lê wateya ku aqlê dewletê li çareseriyê dike; di êrişên li ser Rojava û Şengalê de diyar e. Li gel vê yekê jî çapemeniya şerê taybet her roj bi derewên cuda û nîqaşên li ser maseyan hatine afirandin, li ser ekranan dikin rojev û civakê manipule dikin.

Der heqê hevdîtina bi Rêber Apo re hatiye kirin dixwazin serê gelê me, serê hêzên demokrasiyê şîlo bikin. Helbet wê di van kiryarên xwe yên şerê taybet de negihîjin armancê. Ji bo ku negihîjin armanca xwe jî lazim e çav û guhê me li tevgera me be, li siyaseta demokratîk be. Ji bilî peyamên tevgera azadiyê, siyaseta demokratîk çi tiştên bên gotin manipulasyon in. Der heqê çareseriyê de helwesta tevgera azadiyê de ji aliyê KCK û KJK’ê ve bi zelalî hat gotin. Madem rewş ev e, hingê tişta bê kirin çi ye? Bêyî sistbûn û rehawetê îro ji duh zêdetir, sibê ji îro bêhtir mezinkirina têkoşînê ye.

Ji ber ku dema sistbûn û rehawet çêbibe wê dijmin bixwaze cihê vala tijî bike. Jixwe şefê faşîst Erdogan di civîna koma partiya xwe de careke din gef li Rojava xwarin, sînyala êrişên nû da. Digot; em ê sînorên xwe yên başûr seranser qewîn bikin, ewle bikin. Tişta ku di serê xwe de xeyala wê çêdikin, divê em baş bizanin ku çi ye? Ew dixwazin siyaseta xwe ya qirkirinê li Rojava û beşên din ên welatê me bibin serî. Lê heke em têkoşîna xwe mezin bikin hingê wê ev pîlanên qirêj jî têk biçin û em ê weke gel û civakên li herêmên xweser giş gaveke din nêzî mexseda xwe bibin, jiyana xwe ya azad mayînde bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.