Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serî ji dagirkeran re natwîn in’

30/10/2024
in ROJEV
A A
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serî ji dagirkeran re natwîn in’
Share on FacebookShare on Twitter

Yasmîn Omo / Hesekê

 Dagirkeriya tirk êrişên qirkirinê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike. Rojnameger  Mêrxan Emadî diyar kir ku dagirkeriya Tirk tevahiya zagonên navneteweyî binpê dike û cîhan bêdendge.

Careke din ji bo qirkirina gelên herêmê dagirkeriya Tirk di şeva 23’ê Cotmehê de, dest bi êrişeke berfireh li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Dagirkeriyê di êirşên xwe de rasterast binesaziya herêmê, navendên stratejîk, xizmetguzarî, sivîl û mal û milkên wan dike hedef. Di encama êrişan de, bi 10’an welatî şehîd bûne û binesaziya herêmêm ziyanên gelek mezin dîtiye.

Di derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilat Sûriyê Rojnameger  Mêrxan Emadî ji rojnameya mere axivî .

Mêrxan Emadî di destpêka axaftina xwe de wiha got: ‘‘ Armanca van êrîşên hovane ku dagirkeriya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, têkbirina ewlekarî û aramiya herêmê ye, ev aramiya ku piştî demeke dirêj ji berxwedanê hate bidestxistin, dagirkerî dixwaze têk bibe. Ev êrîşên dagirkeriya Tirk  ji rewşa Rojhilata Navîn ne qute, niha dagirkeriya Tirk û hevalbendên wê dixwazin projeya Rêveberiya Xweser têk bibin.”

Emadî di berdewama axaftina xwe de got: ‘‘ Tirkiyê di qonaxa lewazî û kirîzên navxweyî û derve re derbas dibe û dizane ku ji xeynî danûstendin û çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk wê nikaribe xwe ji van qeyranan rizgar bike . Her pirojeyek deomkratîk ku kurd tê de roleke bingehîn bilîzin û her pirojeyek demokratîk a ku kurd pêşengiya wê bike weke metirsî li ser mayîna rêjîma xwe dibîne.’’

Rojnameger Mêrxan Emadî axaftina xwe wiha qedand: “Dagirkeriya Tirk ji bo çareseriya pirsgiyêka kurd ne amadeye û di qirkirinê de israr dike û Rûsya û Amêrîka jî bi bêdengiya mayinde weke hevparê van komkujiyan tên dîtin. Divê gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pişt rêveberî û hêzên xwe bibin yek û parastina pirojeya xwe ya demokratîk a ku bi hezaran şehîdan ji bo wê şekîd ketin û berxwedana gelan jî weke wê biparêzin . Efsaneya terorî yak u DAIŞ‘ê tmsîl dike hilweşîne , wê pilanên dagirkeriya Tirk û kêzên li pişt wan bişkîne ’’.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.