Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanca êrişan têkbirina vîn û baweriya gel e’

30/10/2024
in ROJEV
A A
‘Armanca êrişan têkbirina vîn û baweriya gel e’
Share on FacebookShare on Twitter

Diyana Mistefa/Reqa

Hevserokê Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk Cîhad Hesen diyar kir ku armanca hedefgirtina binesaziyên herêmê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, têkbirina hêvî û îradeya civakê ye û wiha got: “Dagirkeriya Tirk hebûna herêmek demokratîk li kêleka xwe qebûl nake, ji ber  wê êrişî herêmê dike.”

Careke din ji bo qirkirina gelê herêmê dagirkeriya Tirk di şeva 23’ê Cotmehê de, dest bi êrişeke berfireh li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Dagirkeriyê di êirşên xwe de rasterast binesaziya herêmê, navendên stratejîk, xizmetguzarî, sivîl û mal û milkên wan dike hedef. Di encama êrişan de, bi 10’an welatî şehîd bûne û binesaziya herêmêm ziyanên gelek mezin dîtiye.

Derbarê êrişên dagirkeriya Tirk hevserokê Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk Cîhad Hesen ji rojnameya me re axivî.

Cîhad Hesen diyar kir ku piştî şoreşa 19`ê Tîrmehê dewleta tirk tu carî qebûl nekir ku kurd bibin xwidî proje û got: “Niha weke dewleta tirk û êrîşên wî li ser herêmên me weke Rojava û Bakur-Rojhilata Sûriyeyê ve, em tenê bi vê bûyerê ve girêbidin ne raste, ji ber ku dewlete tirk ji demên bûrî de û ji destpêka şoreşa 19`ê Tîrmehê ve mêjî û zihniyeta wê gelê kurd qebûl nake. Herwiha qebûl nake ku herêmekî demokratîk di tanişta tirkiye de were demezrandin. Ji ber vê yekê dewleta tirk her tim dixwast bi awayekî zindî nekeve vê şerê û di rêya çeteyên xwe re şerê vê projê û hebûna gelê kurd dikir. Dema ku herêma ji Cerbils heta Izazê di destê çeteyên DAIŞ’ê de bû, herwiha dema DAIŞ‘ê derdora Kobanê dagirkir û bû çîranê Tirakan, dagirkeriya Tirk yek carê êriş çeteyan nekir û ew nekirin hedef. Lê piştî ku herêm ji aliyê gelên wê ve hat rizgarkirin, dagirkeriya Tirk dest bi êrişan kir.”

Dagirkeriya Tirk dixwaze bi riya êrişan pirsgirêkên xwe yê hundirîn binxumîne

Cîhad wiha axaftina xwe berdewamkir û got: “Dewleta tirk iflesa xwe di milê civakî û leşkerî de heye, lewma li dijî binesazî û her tiştê li herêma me êrişan pêk tîne, gelek armancên wî ji vê yeke hene, yek ji wan armancan jî ku gel bêzar û tengav bike da ku li hemberî rêveberiyê derkeve. Bi van êrişan dixwaze pêdiviyên jiyanê yên gel neyên peydakirin. Lewma dema ku binesaziyê dike hedef dixwaze hêviya gel ji Rêveberiya Xwaser bişkê.

Armanca û xwasteka dewleta tirk gel bi piştgirya rêveberiya xwaser sûcdar bike

Cîhad Hesen her wiha got: “Armanca dewleta tirk diyar bû ku îro nikarê tu zirarê bi hêzên me yên leşkerî bike, lewma dixwaze bandorê li civakê bikê, her wiha bi êrîşên ku heya niha ew kiriye zêdetirî 17 kes û zarok şehîd ketin û bi dehan kesên birîndar bûne û hemû ji sivîlane ew bi xwe dide xiyakirin ku armanca wî ne QSD`e, ew dixwazê civakê sûcdar bike ku ev civak çawa li pêş îradeya xwe ne, lewma bi vê êrîşan dixwaze bigihîne gel ku hûn çima  piştgiriya Rêveberiya Xweser dikin, hûnê bibin hedef. Gelên azad fikreke azad belav dikin,  gelên ku bibin xwadî îrade wê bandora xwe pir li ser Tirkyê jî hebe, ji ber ku tirkiye tu carî mafê mirovan wekî îredeya civakê qebûl nake, planê wî ji vê şerê û bi taybet binesazî ku îradeya civaka me hedef bigire.”

Armanca dewleta tirk qirkirin û tunekirina hebûna kurdan e

Cîhad Hesen da xuyakirin ku dagirkeriya Tirk tu caran gelê kurd qebûl nake û axaftina xwe wiha qedand: “Dewleta tirk ne tenê li dijî kurdan şer dikê, beriya sedsalî dewleta tirk qirkirina herî mezin li dijî gelê ermenî pêk anî û di sedema wê de zêdetirî milyon û nîv ji gelên ermenî hatin qirkirin û qurbanî, piştre ne tenê weke dewleta tirk lê dewleta sûriyeyê, îraq û îran weke li hevkirinekê li dijî gelê kurd kirin û hemû plan kirin ku qIra kurda bînin ji aliya çandî de, ev weke sadsalin ku gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê di nav qirkirina siyasî û çandî de, lê para herî mezin di bakur de bû ji ber ku hejmarî herî mezin li wê derê bûn, dewleta tirk piştî 1925`an de dest bi êrîşên xwe li dijî kurdan kirin bi taybet piştî şoreşa Şêx Seyîd û Seyid Riza pir kumkûjiyên mezin pêk anîn. Dagirkeriya Tirk tu carangelê kurd qebûl nake , ji ber wê herdem destê xwe dayê Îran û iraqê da ku kurdan qir bike. Her wiha bi rêjîma esed ra jî ruxmî piştî ev qas şer û qetila giştî û daxuyaniyên tirkan ji bo rêjîma esed lê ev tişt neanî aqilê xwe û diçe dixwaze destê xwe di destê rêjîma esed kê ji bûna kurdan tune bikin û rêveberiya xwaser bişkînê. Armancî dewleta tirk gelek xwiya ye lê tu carî em nahêlin bigihîşin armanca xwe û tu carî em xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin ne bi bombebarankirina me û ne binesaziyên me. Em ê heya dilopek xwîn di cane me de berxwabidin û tu carî derfetê nadin dewleta tirk îradeya me û gelê me gelê azadîxwaz bişkîn e.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.