Rojnameya Ronahî

Hêjîrên Xalo Bazyanê bi nav û denge

Hêjîrên gundê Xalo Bazyanê yê Kerkûkê, yek ji hêjîrên herî xweş û bi tam yên Iraqê ne.

Gundê Xalo Bazyanê dikeve sînorê bajarê Kerkûkê. Salane welatiyên vî gundî bi çandiniya hêjiran re mijûl dibin û salane hêjîrê ji vî gundî li seranserî Iraq û herêmê belav dibe.

Li başûrê Kurdistanê bi taybet jî Silêmanî û Kerkûk di werza havînê de hêjîrên gundê Xalo Bazyanê zêdetir tên xwestin,  ji ber tam û şirînahiya wan cihek yê xweyê giring heye.

Welatiyê gundê Xalo Bazyanê Hêmin Elî diyar kir ku hêjîrên gundê wan  ji ber tam û şîrîniya xwe nav û dengê xwe heye û got: “Di werza çêbûna hêjîran de bi taybet ji di werza avînan de herî zêdetir xwestek ji bo hêjîrên gundê Xalo Bazyanê çêdibe. Hêjîrê gundê me din vana bajarên Iraq û başûrê Kurdistanê de nav û dengê xwe heye.”

Hêmin Elî hêjîrên gundê Xalo Bazyanê ji hêjîrên herêmê din cûda dike wiha got: “sedema serkeke ya şirînî û zerbûna rengê hêjîran, axa gunde ku hêjîrên Xalo Bazyan cûda dike. Salan bi rêjeyek herî zêde hêjîr ji gundê Xelo Bazyanê tê firotin.”

Hesen Elî xwediyê baxçeyê hêjîran li gundê Xelo Bazyanê ku di 7 salîde dest bi çêkirina baxçe  û bi taybet jî karê hêjîran kiriye û wiha axivî: “Bav û bapîrên me bi karê baxçeyê hêjîran ve emrê xwe derbaskirine, ger li gundê Xalo Bazyanê baxçeyek te yê hêjîran nebe ti wateya wê nîne.”

Hesen Elî herî dawî  wiha got: “Em hêjîrên xwe herî zêde vedigûhezîn navçeyên Iraqê, Silêmanî û Kerkûkê.”…ROJNEWS