Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bila her kes ji xwe re li israr û serkeftinên me temaşe bike’

29/10/2024
in NÛÇE
A A
‘Bila her kes ji xwe re li israr û serkeftinên me temaşe bike’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Hervserokê Partiya Yekîtiya Demokiratîk PYD`e Xerîb Hiso diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker tepkî li hemberî îradeya gelê kurd daniye, her dixwaze gelê kurd qir bike û vîna wan lawiz bike û wiha got: “Cihên ku civak pêdiviyên xwe yên jiyana jê digre wir bobabaran dike, her dixwaze ev jiyana ku civak xwe bi xwe rêve dibe, rawistîne û qir bike.”

Dewleta Tirk a dagirker, ji êvara roja 23’ê Cotmehê ve êrîşî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Heta niha gelek navendên xizmetguzariyê yên wekî îstasyona gazê, ceryan, embarên dexl û danî, navendeke tenduristiyê ya Qamişloyê û navendên Asayîşê hatine bombebarankirin. Her wiha îstasyona ceryanê ya li Kobanê, bîrên petrolê yên li Tirbespiyê, firneyên Kobanê û Amûdê bi balfirên bêmirov bombebaran kirin. Di vê çarçoveyê de Rojnemeya me hevpeyvînek bi hervserokê Partiya Yekîtiya Demokiratîk PYD`e Xerîb Hiso re pêk anî û hepeyvîn wiha bû:

Armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker çi ye?

Armanc dewleta Tirk a dagirker ji van êrişên dawî, ew e ku berdewamkirina armancêm berê ne, dagirkeriya Tirk her bi êrişên xwe yê bêmirovî li herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê dewam dike û heya niha nehatiya rawistandin. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker roja bi teknîka xwe a bêmirovî êriş neke, her wiha êrişên xwe bi gefxwerina siyasî dewam dike, ew gef jî li dijî hebûn û îradeya me tê kirin, bi tayibet li dijî gelê Rojavayê Kurdistanê pêk tîne. Rojekê ezmanên herêma me bê keşif û belafir nema ne, her roj wê pênesaziya herêmê û kesên ku têde dijîn, dike armanc. Ev êrişên ku di 23`ê Cotmehê de hatine destpêkirin, ne kêmtire ji êrişên beriya niha, dewleta Tirk a dagirker dixwaze îradeya gelê kurd tune bike, ji ber ku ev êriş di çarçoveya qirkirina gelê kurd  de destpêkiriye. Li ser vê bingihê êrişên xwe bê navber li ser Rojavayê Kudistanê, Başûrê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê didomîne, her dem diwaze îradeya kurdan lawaz bike, kesên ku pêşengiya civaka xwe û Buhare Gelan dike ew dibe armanc û tê şehîd xistin. Her wiha ev pêşengiya ku di nava civakê de tê kirin, ew jî bi pêşengiya jinê ye. Lewma tirsa dewleta Tirk a dagirker çêdibe û ne rehtî li cem dewleta Tirk û hukûmeta Şamê tê avakirin. Her dem wekî pirs di serê me de tê avakirin çima dewleta Tirk a dagirker êrişî Bakur û Rojhilatê Suriyê dike û Hukûmeta Şamê xwe bê deng dike?. Şer û şoreşa me ne beramberî tirkiyê ye ne jî beramber destheledariyê ye, şoreşa me ew e ku civak bi ser xwe ve were û li çand, dîrok û nirxê xwe vegere ku bikaribe bi awayekî rast xwe bi rêve bibe û  bi rêzî li hev mêze bikin. Di heman demê de kîn û nefret di nava civakê de tune bibe, armanca me ji vê şoreşê ew e ku civakeke demokiratîk û azad were afreandin.

Dewletên destheledar di serî de dewleta Tirk a dagirker ev pêşketinê wiha li dijî destheledarî, zehiniyeta şer û komkujiya xwe dibînin, ji ber vê yekê tepkî li hemberî îradeya gelê kurd daniye, dewleta Tirk a dagirker her diwaze jiyana kurdan bike dojeh û wan bê îrade bihêle. Cihên ku civak jê pêdiviyên jiyana xwe digrin, wir bobabaran dike, mîna cihê petrol, nexweşxana, stasiyonên avê, saziyan û febirîqeyên xwarinê û hwd…, her dixwaze ev jiyana ku civak xwe bi xwe rêve dibe rawistîne û qir bike. Di heman wextî de dixwaze gel bide koçberkirin. Her wiha di roja me ya îro de ev dewletên nejedparest têk diçin, ne li hemberî qaptalîzimê têk diçin ji ber ku qaptalîzim wan diparêze, lê têk çûne wan wê beramberî pêlên gelen be. Niha em di şerê cîhanê yê 3`mîn de ne ku li ser axa Kurdistanê ev şer hat destpêkirin, heger ev civakên navdewletî bi rastî navnetewî ban, wê pirsgirêk hatibe çareserkirin. Lê ji ber ku ne netewî ne ew nejedparestin ku tenê şer, kumujî, getilkirin û helandina civakê dizanin û nikarîbûn pirsgirêka kurdan bidin çareserkirin ku êdî ev pirsgirêk bû pirsgirêkek cihanî û berfereh, ji ber vê yekê şer gihîşte astekî ku bibe şerê cîhanê yê 3`emîn.

Em dibînin ku şerê di navbera Îsrail, Hemas û Hizib-Ellah de hatiye qewmandin û her roj berferehtir dibe, her kes hisabê vî şerî dike, gelo çima ti kes hisabê van êrişên dewleta Tirk a dagirker nake ku çima êriş dike?, ev jî xeteriyekî pir mezin bi xwe re tîne û niha Tirkiya yê tengaziyek pir mezin jiyan dike, pêwîstiyê Tirkiyê gewrandinên pir mezin heye, pêwîste gewrandinekî erînî bide çêkirin ku aşîtiyê asas bigir. Bê guman di dîrokê de hatiye gotin ku Tirkiyê ti carî zemînên erînî di xwe de ava nekiriye, hegir avakiribe jî di heman wextî de xirakiriye, demkî tektîkin. Ji ber vê yekê niha dewleta Tirk a dagirker di hemû aliyan de hatiye fetisandin, aliyê aborî, siyasê, civakî, dibilomasî û hete di aliyê leşkerî de hatiye fetsandin û derbeyên pir mezin dixwe. Dema ku dewlet Tirk were fetsandin û helweşandin, wê civak jî li hemberî wî rabe û wî nefret bike, êdî civaka Tirkiyê bê bawere û hevî me ne, ji ber sûc û kiriyarên bêmirovî ku dewleta Tirk a dagirker dide meşandin li ser zarokan û jiyana civakê. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker nikarê di hundirê Tirkiyê de çareser bike, êdî êrişê derve dike û dixwaze civaka xwe bide îqnakirin ku ew bidijminin.  Em dibêjin ku her çi bibe bila bibe îradeya gelê kurd roj bi roj mezintir û xurtir dibe, em hazirin ku çi were pêşiya me, ji ber ku îradeya me ji her tiştî mezintire.

Çima civaka navdewletî li hemberî sûcên ku dewleta tirk a dagirker pêk tîne, bê denge?

Ji bo civaka Navdeletî pirsek girîng û cidî ye, her dem ev pirs di serê me de tê avakirin ku çima civaka Navdewletî li hemberî van êrişan xwe bê deng dike?, Civaka Navnetewî tenê li hemberî me bêdenga, ji ber ku di gelek dewletan de şer û alozî hat destpêkirin û heya roja îro jî ev dewame, lê dewletên Navnetewî ji bo van dewletên din ne bêdenge û mudexele dike. Ev jî tê xuyakirin ku edelet li cem Civaka Navnetewî tune ye, eger rastî edelet û qanûn li cem wan hebe, em rojana di nava çar welatan de tê qirkirin, hedefgirtin û bombebaran kirin, wê demê ka edelet û qanûna mirovahiyê li kur ma!. Mixabin dewletek jî piştgirya kurdan nake. Her wiha em dibînin ku dema dewletek pişgirya kudan bike û bêjin ku mafê kurdan heya, ew dewlet tê rexinekirin. Niha ku dewleta Îranê êrişî kudan bike wê dîsa her kes xwe kor û lal bike. Mîneka herî ber biçav şerê Filistîne ku hemû dewlet ji bo alîkarî û piştgiriya wan tevdigere û çarewseriyê dixwaze peyide bike, di heman demê de ev dewlet piştgiriya Îsraîl jî dikin ku naxwazin têkiliyên wan xirabibin û gorî berjewandiyê xwe nêz bibe, ev jî tê xuyakirin ku Dewletên Navnetewî ne li gorî mirovahiyê, edelet û qanûnî tevdiger, ew li gor berjewandiyên xwe gav tavêjin. Çima rojekî ji bo pirsgirêka kurdan  neciviyane û nîqaş nekirin, em ne li dijî kesî ne, tenê tişte em dixwazin mafê me ye û jiyanekî azad bijîn, lê vê ji bo xwe  zehmet û xeter dibînin.

Dewletên Navnetewî ji bo pêşketina azadiyê û demokrasiyê çavê xwe digirin û li dijî wê dirabin. Û ev tişt jî rê dide êrişan, dagirkerî û binpêkirina mafê civakê, lê em dikarin bêjin ku bingeha îrade û israsê  gel e. Dema em wiha dibêjin ne ku em nikarin xwe biparêzin, em baş dikarin xwe biparêzin û mafê xwe bi dest bixin. Şoreşa ku hat destpêkirin û bidestxistin bi îrade, israr, hêza civakê û bi fikir û felsefeya Rêber Apo hat bidestxistin, ne bi pêşgirtiya dewletan hat bidestxistin, dewletên Navnetewî ji bo me tiştek nekirine û em li benda wan jî namînin, ji ber ku îro me xwe bi rêxistin kiriye û bera civaka Navnetewî ji xwe re li israr û serkeftinên me temaşe bikin.

Nameya Rêber Apo ji bo gelan Tê Çi wateyê?

Di 23`ê Cotimehê de bi riya Omer Ocalan hevdîtin bi Rêber Apo re hat çêkirin û nameyek ji aliyê Rêber Apo ve hat şandin, ew name di hindirê her kesî de kêfxweşî û hezek da avakirin ku hêviyê gel nûjen kir û di heman demê de hêviya azadiya fîzîkî nûjen bû. Dema Rêber Apo got”Hêza min ya tewrîk û piratîk heye ku ez alozî û şer veguherînim qada siyasî û qanûnî.”, ev jî wê bibe sedemek avakirina pêvajoyekî nû di nava civakê de, Rêber Apo bi van gotinê xwe  hêvî, îrade û moral xurt kir. Ji ber vê yekê gotinek ji gotinên Rêber Apo hêjaye hemî niqaş û civînin dewleta Navnetewî, bê guman em hêz û fikir ji Rêber Apo digirin û wiha em gavên xwe tavêjin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.