Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dagirkeriya tirk 1031 caran êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

27/10/2024
in NÛÇE
A A
Dagirkeriya tirk 1031 caran êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir
Share on FacebookShare on Twitter

 Desteya cîbicîkar ya rêveberiya xweser ya hrêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekî bîlancoya êrîşan ragihand û destnîşan kir ku 1031 caran herêm ji milê dagirkeriya tirk ve hatiye armenc kirin.

Rêveberiya Xweser, destnîşan kir ku êrîşan bi tu awayî qebûl nakin û ew ê destkeftiyên gel bi parêzin. Rêberiyê bang li hemû pêkhateyan kir ku li dora hêzên ewlekariyê bibin yek. Her wiha bang destwerdanê li hêzên navnetewî kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên 4 rojên dawî de daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya avahiya rêveberiyê ya li Reqayê bi zimanên Kurdî û Erebî hat dayîn.

Hevserokên Meclisa Rêveber Evîn Siwêd daxuyanî bi zimanê Kurdî, Hevserok Hisên Osman jî bi zimanê Erebî xwend.

Di daxuyaniya ku êriş hatin şermezarkirin de hat bibîrxistin ku di nava 4 rojan de dewleta Tirk a dagirker li Cizîrê, Kobanê , Til Temir û Eyn Îsayê êrîşên hewayî anîn ser binesazî û herêmên ku sivîl lê dijîn. Her wiha çeteyên wê êrîşên bejahî pêk anîne, sivîl û şêniyên Efrînê ku neçarî koçberiyê bûne yên li herêmên Şehba û Şêxmeqsûd kirine hedef.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi van êrîşên bêyî tu hincetên rewa têne kirin, tê xwestin rewşên aborî bi rêya hedefgirtina sazî û navendên xizmetguzeriyê û jiyanî bixin xeteriyê û wiha hat gotin: “Dixwazin bi vê yekê pilanên xwe yên li dijî gelê me pêk bînin, nexasim ev çend salin em ji ber ambargoya dirêj zehmetiyan dibînin.

Ev êrîş xeteriyeke mezin li ser rewşa mirovahî, xizmetguzerî û civakî çêdike; dihêle ku şaneyên terorîst û çete sûdê ji van êrîşan bigirin da ku xwe birêxistin bikin, êrişî herêmên me bikin. Ev êriş hewldanên avakirina aramiyê sînordar dikin û gefan li xebatên tunekirina terorê ku gel û hêzên me yên ewlekariyê bi hevkariya Koalisyona Navneteweyî dimeşînin, dikin.”

Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku eger êrîş dewam bikin, dê bi xwe re encamên xeternak derxîne û ev xeterî wiha hatin rêzkirin:

“-Derxistina karesteke mirovî û aborî

-Gefên li dijî hewldanên tunekirina terorê

-Ziyanên li ser hemû sektorên çandinî, pîşesazî, xizmetguzerî û firneyan. Ev sazî wê ji xizmetê derkevin.

-Gefan li jiyana 5 milyon şêniyên resen û koçberên li herêmên Rêveberiya Xweser bike

-Gefan li xebatên destekdayîna aramiyê û pêşxistina çareseriya demokratîk li Sûriyê bike

-Gefan li girtîgehan dixe û xeteriyê çêdike, ev jî dê bihêle ku terorîst sûdê jê bigirin û ev jî dê bibe gefek li dijî tedbîrên parastina van deveran.”

BANG

Di daxuyaniyê de bang li hêzên Koalisyona Navneteweyî, Rûsya, hemû saziyên hiqûqî û mirovî hat kirin ku encamên van êrîşan bibînin, rê li pêşiya wan bigirin, komîteyên lêpirsînê ava bikin û hesab ji sûcdaran bixwazin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Rêveberiya Xweser binpêkirina nirx û destkeftiyên gel red dike û dê parastina destkeftiyên gelê xwe û mafê parastina rewa bike.

Di daxuyaniyê de bang li li pêkhateyên herêmê hat kirin ku li derdora hêzên xwe yên leşkerî û ewlehî kom bibin, yekîtî û hevgirtina xwe dewam bikin û hemû projeyên têkbirina îrade û projeya wan a demokratîk, bi bin bixin.

ENCAMÊN ÊRIŞAN

Di dawiya daxuyaniyê de encamên êrişên 4 rojan hatin dayîn û ev agahî hatin parvekirin:

“*Hejmara êrîşên bi balafirên keşfe:  118

* Hejmara êrîşên balafirên şer: 20

* Hejmara êrîşên bi topên hawanan: 893

* Hejmara tevahî ya êrîşên dewleta Tirk a dagirker: 1031

Hejmara şehîdan: 17

* Hejmara birîndaran: 65

*stasyonên kehrebeyê yên bajar û herêmên kantonên Cizîr û Firatê hatin hedefgirtin û ji ber bombrbarana artêşa Tirk a dagirker zêdetirî 150 hezar malbat ji kehrebeyê bêpar man.

* Ji ber qutbûna kehrebeyê ava stasyonên avê qut bûye.

*Bombebaran bû sedem ku mazot negihêje navendên xizmetguzariyê yên weke firin û navendên din ên xizmetguzariyê û bû sedema kêmbûna ji madeya sotemeniyê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.