Yekitiya Êzidiyan a Efrînê hedefgirtina Mam Zekî Şengalî şermezar kir û ji hikumeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê xwest ku helwesta xwe derbarê vê êrîşê de zelal bikin.
Bi sedan Êzidiyên Efrînê û şêniyên Efrînê ku li Kampa Serdemê ya li gundê Til Sosîn kom bûn û bi daxuyaniyekê êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê û hedefgirtina Zekî Şengalî şermezar kirin.
Daxuyanî bi zimanê Erebî û Kurdî hate xwendin.
Di daxuyaniyê de bi navê Yekitiya Êzidiyan li Efrînê êrîşa Erdogan a li dijî axa Şengalê hate şermezarkirin.
Yekitiya Êzidiyan diyar kir piştî destwerdana Yekîneyên Parastina Gel, gelê Êzidî ji qirkirina DAIŞ`ê hate xelaskirin û DAIŞ li Şengalê tune bû û wiha hate gotin: ʺLê sultanê Osmanî Erdogan bi balafiran êrîşî axa Şengalê ya birîndar kir û cihên pîroz ên Êzidiyan rûxandin, da ku hebûna Kurdan a bi hezaran salan ji holê rake.ʺ
Yekitiya Êzidiyan di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku hedefgirtina Zekî Şengalî hedefgirtina sembola berxwedana Şengalê ye û wiha dewam kir: ʺŞehîd Zekî jiyana xwe di oxira xizmeta gelê xwe û doza civaka Êzidî de feda kir.ʺ
Yekitiya Êzidiyan a Efrînê ji hikumeta Iraqê û hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê xwest ku helwesta xwe derbarê vê êrîşa li ser civaka Êzidî de zelal bikin.