Ronaz Silêman/Qamişlo
Dilyar Cizîrî diyar kir ku Ragihandina Azad bi hêza civakê girêdayê ye, lê ragihandinên dîtir bi hêz pereyan ve girêdayî ne, herwiha xebatkarên ragihandina azad bi dildarî kar dikin, dibin mertalek li hemberî hêza desthilatdaran û di vê oxirê de 28 xebatkarên ragihandina azad xwe fedayî heqîqetê kirin.
Derbarê rola Ragihandina Azad û cûdabûna wê ji ragihandinên dîtir Hevserokê Ragihandina Azad Dilyar Cizîrî bersiva pirsên rojnameya me da û hepeyvîn wiha bû:
Ragihandina Azad dîrok û bingeha xwe ji kur digire?
Heger em behsa ragihandina kurdî bikin, bi giştî em ê bingeh û dîroka ragihandina kurdî bi Serxwebûnê ve girê bidin. Serxwebûn yekem rojnameya ku ji aliyê Tevgera Azadiyê ve di salê 82’an de hate derxistin û weşandin. Tevî ku berî Serxwebûn ragihandinên kurdî hebû, bi rengekî sivik tev digeriyan, lê bi Tevgera Azadiyê re qada ragihandinê hinekî geş bû, di heman demê de xebatên çapemeniyê zêdetir ketin meriyetê de. Di salên 83’an de Kovara Berxwedan li Ewropa weşan dikir, ropelekî wî bi zimanê erebî ku nivîsên wê yên Rojava bûn, dihat weşandin, ev kovar li Ewropa çap dibû li vir dihat belavkirin, ev xebat bi rengekî veşartî li Rojava dihat meşandin. Piştî salên 90’î Tevgera Azadiyê hîn zêdetir bal da ragihandinê, êdî kovarên dîtir dihatin çapkirin, bi taybet wekî navendekî çapkirin van kovaran Lubnan bû. Li Lubnanê kovara Rojhilata Navîn, Sorgul û hinek kovarên dîtir derketin, ev kovar derbasî Sûriyê dibûn û ji Sûriyê dihat Rojava belav dibû, lê belavbûna van kovaran gelek zor û zehmet bû, ji ber dema ku bi kesekî/ê re hatiba girtin ji aliyê rêjîma baas a wê demê dihatin cezakirin. Ji derveyî Tevgera Azadiyê, her partiyek kovareke wan a taybet hebû û tenê bi zimanê xwe yê partiyê weşan dikirin. Herwiha bi geşbûna Tevgera Azadiyê li Rojava û Sûriyê di salên 84‘an de, êdî xebatên ragihandinê derbasî qada Rojava jî bû.
Ragihandina Azad çawa dikarî bingehekê ji xwe re ava bike û di çi qonaxan re derbas bû?
Ragihandina aktiwel a nûçegihanî ya bêtirî xwe tiştên rojane ku bibin nûçe, bi weşana MED TV re di sala 1994’an de, di asta Kurdistanê giştî de dest pê kir, ev yek hêdî hêdî ji bo Rojava jî bandor kir û bernameyên MED TV li vir jî hatin çêkirin. Piştre bû Mediya TV, Roj TV, Stêrk TV û gelek kenalên din. Kenalên ku hatin vekirin bandora xwe ji bo Rojava jî hebûn û xebatên ragihandinê li vir êdî berfireh bû, hem jî bi awayekî aktiwel nûçe nûçegihanî çêbûn, lê di aliyê pêşeyî û gav avêtinê de zehmetî hebûn, ji ber tê zanîn ku rewşa Sûriyê wê demê di çi astê de bû. Li tevahî Sûriyê xebatên ragihandinê derveyî ên desthilatdaran tinebûn û kesên ku xwendina ragihandinê jî qedandibûn, bê çarebûn ku di nava ragihandina rêjîmê de bixebitin, ji ber derveyî wê tu xebatên çapemeniyê yên serbixwe û muxalif tinebûn. Ev rewş bandor li Rojavayê Kurdistanê jî kir, lewra di nava xebatên ragihandina kurdî de piraniya wan ne rojnamevan bûn û xebatên ragihandinê didan meşandin, him ev xebatkar dîmen û nûçe ji navenda televîzyonê re dişandin û pêre jî xebatên nivîskî ên kovaran dikirin. Piştre radiyo hatin vekirin mîna radiyoya Mediya li Rûsiya, Mezopotamiya dengê Kurdistanê vekirina wan jî bandoreke mezin kir.
Ew rewş heta sala 2008’an dewam kir, di Newroz 2008’an de peyama KCK Rojava hate ragihandin. Beriya ragihandina KCK amadekarî jêr hatibûn kirin û yekem konferana ragihandinê di sala 2007’an de bi awayekî veşartî hatibû lidarxistin, di wê konferansê de biryara pêxistina di aliyê pêşeyî hatibû dayîn. konferansa duyemîn a ragihandinê di sala 2009’an de hat lidarxistin, di wê konferansê de biryar hatin standin ku xebatên ragihandinê hîn zêdetir pêşeyî be û karibe bandorê li belavkirina doza kurdî û pênasekirina dinyayê bike. Pêşxistin xebatên ragihandinê li Rojavayê Kurdistanê bi vî rengî dihat meşandin.
Şoreşa Rojava derfeteke çawa ji bû pêşketina ragihandinê da avakirin?
Buhara gelan a ku ji Tûnsê dest pê kir, derbasî Sûriyê jî bû. Di vir de firsendek bû ku di xebatên ragihandinê de hîn zêdetir gav bên avêtin û berfireh bibe. Zemîna ku hatibû avêtin weke Serxwebûn, MED TV, Roj TV û hwd… bibû zemînek ji bo xebatên ragihandinê ku şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser ava bibe. Herwiha bi serhildan û xwepêşandanên ku li Sûriyê dest pê kir, gavên pêşxistina ragihandina şoreşê hat kirin, yek ji wan pêşxistinan destpêkirina Rojnameya Ronahî di sala 2011’an de, herwiha di xebatên Ajansa ANF’ê de beşê erebî vebû, piştre di sala 2013’an de bû ANHA, wê demê pêwîstî bi xebatkaran hate kirin, da ku karekî zengî bê kirin. Konferanên ku di sala 2007 û 2009’an de hate meşandin zemînek bû ku xebatkarên wê li bajaran ekîban ava bikin, him ew ekîb kar bikin û perwerdeyan jî bibînin, ev yek bi derfetên herî kêm dihat kirin. Herwiha di nava 2 salan de ekîbên ragihandinê yên dîtbarî û nivîskî hatin avakirin û xebatkar çêbûn, di nav de êdî weşangerî dest pê kir, wek 2012’an Ronahî TV dest bi weşanê kir. Lê dîsa jî ji bo gihandina dîmenekî kedeke mezin dihat dayîn, kamîre tinebûn ciwanên ku kamîrevanên şahiyan bûn, bi wan kamîreyan dîmen dihatin kişandin û bi kombiyoterên wan dîmen dihat dîzayînkirin. Civak jî beşeke mezin ji pêşxistina xebatên ragihandinê bû.
Ragihandina Azad çawa dest bi xebatên ragihandinê kirin û roja îro di çi astê de ye?
Ji sifrê xebatkarên ragihandina kurdî dest bi xebatên ragihandinê kirin û bi riya perwerde û pratîkê fêr bûn. Bi saya wê kedê jî, îro roj bi dehan saziyên ragihandinê li Rojava bey ku tu kes ji derve di nava de be, weşan dikin. Herwiha li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê zemînekî baş ji bo ragihandinê hatiye avakirin û zêdeyî 86 saziyên ragihandinê bi herêmî û navdewletî hatine destûrdan. Ya herî bi wate jî di wan saziyan de ciwanên vê xakê xebatkarên wê ne, ev yek jî encama têkoşîna ku hate kir. Di vê oxirê de 28 xebakarên me canê xwe fedayî heqîqetê kirin û bûn şehîdê ragihandin azad. Bi wan gavên ku îro hatine avêtin, derfetên ku ji bo xebatkarên ragihandinê hatiye vekirin encama ked û têkoşîna wan e, heger îro em dikarin birehetî karê ragihandinê bidin meşandin bi saya ked û têkoşîna wan e. Şehîdê herî zêde rol û bandora wî hebû şehîd Seyid Evran bû. Seyid Evran ji destpêka şoreşê berê xwe da vê qadê û li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê geriya û ji sedî 90 endamê ragihandinê perwerde kirin, di heman demê de ezmûna xwe bi wan re parve kirin, ji bo wê jî em rêzdarî bi bîr tînin û em dibêjin heger îro ragihandinekî bi hêz li vê derê hebe ew bi saya têkoşîn û keda te ye.
Çi cudahî di navbera Ragihandina Azad û ragihandinên dîtir de ye?
Hin dibêjin ragihandina azad çi ye û ev têgîn ji kur anîne. Niha cudahî di navbera Ragihandina Azad û ragihandinên din de ew e ku ragihandinên dîtir bi hêza pera ve girêdayî ne, çend rojan xebatkarên wan peran negirin ew sazî wê bela bibe. Lê xebakarên ku dest bi xebatên ragihandina azad kirin, bi dildarî tevlî bûn. Herwiha xeta weşana ragihandina azad xeta dengê gel û civakê ye. Ragihandina me ya azad li hemberî desthilatdariyê dibe mertalek, da ku civaka me denê xwe nas bike. Xeta weşana ragihandinên din tenê di xizmeta desthilatdaran de ye. Heta niha mûçeyên ku xebatkarên ragihandina azad werdigirin têra pêdiviyên jiyanî neke, lê ji ber armanca wan ne perene, armanca wan dengê gel e. Dildariya wan jî nasnameya azadbûyînê dide pêş. Ragihandina Azad li hemberî saziyên şerê taybet bi pênûs û qelema xwe şer dikin, ji ber saziyên şerê taybet antîpropoganda dikin û dixwazin gavên ku hatine avêtin biçûk bikin, lewra reşkirinê dikin, li beramberî wê ragihandina Azad vê yekê rast dike û raya giştî ya civakê ava dike. Ev xebat dibe ku ne bi hesanî hate kirin û roj bi roj xwe li pêş dixe, lê heger xebatkarên ragihandina azad dengvedana şoreşa 19’ê Tîrmehê, kêliyên berxwedana gel û şervanan û serkeftinê belge nekirbana, wê ew serkeftin li cihê xwe maba û dinayê dengê Kobanê nedikir û sîstema Rêveberiya Xweser nas ne dikirin.
Gelek êriş li ser qada ragihandinê tê kirin, ragihandina azad çiqasî kare bibe bersiv li hemberî van êrişan?
Niha em xwedî fikir û felsefe ne, di demekî ku cîhan kirîzekê jiyan dikin, fikir û felsefeya me çareseriyê nîşan dide. Lewra ji aliyê dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê xebatkarên heqîqetê dibin hedef, dewleta Tirk her li dijî ragihandina azad şer dike, ev jî ji bo tenê ragihandina wê ya şerê taybet li ser civakê bandor bike û aliyek tinebe ku wê rastiyên heyî ji civakê re eşkere bike, ji bo wê ji ragihandina azad ditirse. Herwiha ji bo razîkirina dewleta Tirk, PDK’ê rojnamevanên li Başûr dike armanc. Hikûmeta Şamê jî rojnamevanên di nava Sûriyê de yê ku rastiyan eşkere bike, bincav dike. Bi yek zihniyetê planan li ser ragihandina azad didin meşandin û naxwazin ku ragihandinek nûnertiya civakê bike, ji bo wê êriş li ser ragihandina azad pêk tên, lê carî jî bi ked û saya şehîdên xwe karîbû gavên mezin bavêje û qadekî ragihandinê ya bihêz ava bike ku zêdeyî hezar û 700 xebatkar di vê qadê de cih digirin. Serkeftina herî mezin jî, ji sedî 60 xebatkarên jin in. Yê ku niha pêşengtiya ragihandina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike jin e ku di nava şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ragihandina jin li pêş e. Ragihandina ku bi kurdan dest pê kir, îro roj ragihandinê her pêkhateyî heye, da ku her civakeke rengê xwe nîşan bide, ev serkeftineke ji bo tevahî gelê Sûriyê.






