MLKP/Rojava, Zekî Şengalî bibîr anî û bal kişand li ser berpirsyariya Erdogan a bûyerê û got, “Dewleta Tirk a di nav qeyranê de diperpite, ji bo hêrsa kedkarên kom bûyî belav bike, êrîş dibe ser hêzên pêşengiya raperînan dikin.’
MLKP/Rojava, Endamê koordînasyona Êzîdiyan Zekî Şengalî ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, bi daxuyaniyekê bibîr anî.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku berpirsyarê êrîşê Tayîp Erdogan e û wiha hat gotin: “Dewleta Tirk a dagirker û desthilatên paşverû, naxwazin gelê Kurd, civaka Êzîdî bibin xwedî vîn, xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ji bo wê êrîşên tunekirinê li ser gelê Kurd dimeşînin. Li Dersimê qetilkirina Atakan Mahîran, li şengalê ya Mam Zekiyan encamê vê polîtîkayê ye. Dewleta faşîst dixwaze pêşnegên gel qetil bike û gel bê rêxistin û bê vîn bihêle. Bi vî awayî gel radest bigire.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em bawer dikin ku di bin rêberiya têkoşîna wan a birûmet de em ê teqez bigihijin serkeftinê.”