Diyana Mustefa/Reqa
Dagirkeriya Tirk qirkirin û kumkujiyan li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber didomîne û ji 23’ê Cotmehê ve êrîşên hovane li ser binesaziya herêmê û çavkaniyên jiyanê ji Şehbay heyanî Dêrikê pêktîne.
Heyfa Mislim ji şêniyên Reqayê di derbarê êrîşên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewime, axivî û got: “Ev êrîşên ku dewleta tirk li ser herêmê dike Şermezar dikin, ji ber ev êrîşên ku li ser binesazî, sivîl û zarokan têne kirin sûcên dijmirovîne. Ji ber ku dagirkerî dixwaze îradeya gelê azadîxwaz bişkîne û naxwaze Rêveberiya xweser bi serkev e. Lê em ji dewleta tirk re dibêjin emê hertim liberxwe bidin û di nava têkoşînê debin.
Ev sê rojên bi balafirên bê mirov, êrîş li ser gelê me tê kirin. Di van sê rojan de bi gurkirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di encama wê de bi dehan kes şehîd û birîndar bûn.
Artêşa Tirkiyê bi şerê ku li hember Tevgera Azadiyê daye destpêkirin negihîşt tu encamê, bi dîlgirtina Rêber Apo û ferizkirina sîstema qirkirin û îşkenceyê di Êmraliyê de cardin tu encam bidest nexitin. Di vê serdemê de dagirkeriya Tirkiyê di wê baweriyê de ye ku li hember hêza Tevgera Azdiyê û doza gelê Kurd bi bin ketiye û êdî hêza wî ya guhartina vê rastiyê nema ye. Doza Gelê Kurd ya ku bi felsefe û paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan gihîştiye qada navnetewî û deng vedide, heqîqeteke û her kes êdî vê rastiyê qebûl dike, lewra Dagirkeriya Tirkiyê bi kîn û hêrsa têkçûnê tavahî binesaziya herêmê, gelê sivîl û çavkaninên jiyana mirovan dike hedef. Lê em çiqas şehîdan bidin jî em dest ji têkoşîna xwa bernadin heya azadiya Rêber Apo pêkwere.
Her wiha di derbarê heman mijarê de Mehmod Ehmed Mustefa ji şêniyên Reqayê axivî û got: ” Ji destpêka aloziya Sûriyê ve hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojane rastî êrişên qikirinê yên ku dagirkeriya tirk dimeşîne tên. Herî zêde jî yên ku zererê dibînin û têne qetilkirin jî zarokên û ev yek li pêşiya çavê cîhanê tevahî tê kirin û kes dengê xwe jêre nake. Dagirkeriya tirk çi bike bile bike wê nikaribe vîn û hêza berxwedana gelên herêmê bişkîne.






