Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Saziyên Civaka Sivîl êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

26/10/2024
in NÛÇE
A A
Saziyên Civaka Sivîl êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Saziyên Civaka Sivîl li bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şermezar kirin .

Bi dehan ji rêxistinên civaka sivîl, çalakvan, parêzer û rojnamevan li pêşiya avahiya Netewên Yekbûyî ya bajarê Qamişlo li dijî êrişên dagirkeriya Tirk daxuyaniyek dan.

Di destpêka daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhiatê Sûriyê de bi tundî hat  şermezarkirin.

Di berdewamiya daxuaniyê de wiha hate gotin: “Êrîşên dewleta Tirk gelek gundên bi ewle hedefgirt, herwiha çend avahiyên xizmetguzariyê weke stasyona xaz û elktrîkê li Siwêdiyê, stasyona elktrîkê li Amûdê, avahiya Genim li Qamişlo, kilînka bijîşkî li Qamişlo, stasyona elktrîkê li Qamişlo, kargeha Oksejînê, kargeha Zozan li Dêrikê, firneya giştî li Dêrik û Amûdê, stasyonên neftê li Tirbespiyê û Koçerat û ji xeynî wê ji binesaziyan, wekî din çend xalên ewlehiyê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate hedefgiertin”.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku heta van kêliyan bîlançoya hedefgirtina sivîlan gihaştiye 17 qurbanî di nav de zarok hene û 51 kes birîndar bûne. Hate îşaretkirin ku ev kiryar binpêkirineke li dijî qanûnên navdewletî yên miorvahî û gefek mezine ji bo ewlehî û aramiya herêmê.

Di daxuyaniyê de hate desnîşankirin ku êrîşên dagirkeriya Tirk ên domdar li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên şere li gorî madeya 8`an ya sîstema Roma ya sereke ya dadgeha cînayeta navdewletî, artêşa Tirk weke hêzeke dagirkirinê ji parçeyên cuda xaka Sûriyê, berpirsyare di misogerkirina parastina jiyana sivîlan di dema şer de.

Di dawî de êrişên  dagirkeriya tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate şermezarkirin û banga rawestandina êrîşên li ser sivîlan û binesaziya herêmê hate kirin, daxwaz ji van saziyan hate kirin ku:

  • Meclisa Ewlehiya navdewletî/ Netewên Yekbûyî/ Yekîtiya Ewropayê: tedbîrên acil bê girtin ji bo parastina sivîlan û mafên wan yên sereke li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zext li ser hikumeta tirkiyê bê kirin ku bi qanûn navdewletî ya mirovahî pabend be.
  • Kwalîsyona navdewletî/ Emerîk: Destwerdana acil bikin ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyê li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û girtina qada hewayî li pêşiya balafirên bêmirov û yên şer, ku binesaziya herêmê û herêmên tijî sivîl dike hedef.
  • Komîteya lêpirsînê ya navdewletî û mekenîzmeya navdewletî ya serbixwe girêdayî Netewên Yekbûyî: Berfirkehkirina operasyonên komkirina binpêkirinên ku li dijî mafên miovan pêk tê, ji hêla tevahî aliyên şer derheqê sivîlan li tevahî sûriyê, di nav de binpêkirinên dagirkeriya tirk yên domdar li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Raporek taybet derbarê hedefgirtina binesaziyan di sala 2024`an de û bandora wê li ser sivîlan; bê derxistin.
  • Yekîniyên sûcên şer di dewletên ku di qanûnên wan de dadgehkirina li gorî pernesîba wîlayeta dadweriya gerdûnî erê dike: berfirehkirina lêpirsînan ser sûcên navdewletî li Sûriyê, di nav de tevahî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla aliyên şer. Em tekez dikin ser pêwistiya rawestandina van êrîşan û kar bê kirin ji bo bidestxistina aştî û aramiya herêmê.
ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.