Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êrişên dagirkeriya Tirk yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giranî dewam dikin

26/10/2024
in NÛÇE
A A
Êrişên dagirkeriya Tirk yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giranî dewam dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Dagirkeriya Tirk di şeva 23’ê Cotmehê de careke din bi awayekî hovane dest bi êrişên xwe yên qirkirinê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Dagirkeriyê di êrişên xwe de wekî her car binesaziya herêmê û mal û milkên welatiyan dike armanc. Di encama êrişên ku heta niha dewam dikin, bi dehan welatî şehîd û birîndar bûne, stasyonên elketirîk, petrol, gaz, û gelek cihên xizmetguzarî hatin hedefgirtin û ji kar derketin.

Dewleta Tirk a dagirker di şeva 23’yê  Cotmehê de bi balafirên bêmirov ên biçek û obîsan êrişên dagirkeriyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan destpêkirin.

Artêşa Tirk a dagirker 23ˈyê Cotmehê bajarê Til Rifetê yê kantona Efrîn-Şehbayê topbaran kir. Di encamê de 4 welatî; Cemîle Weqas Xelîl (37), Melek Şiyar (5), Îbrahîm Şêxo (55), Mihemed Weqfî (47) şehîd bûn û 10 welatiyên din birîndar bûn. Ji birîndaran navên Ehmed Rîfahî (15) û Sakîne Mihemed Îsmaîl (55) hatin zanîn.

Dagirkeran gundên Şeala, Xirbe Şeala, Hirbil, Um Qura, Um Hoş, Şêx Îsa, Minix, Tinib, Şewarxe, Dêr Qaq, Semoqa û Bendava Şehbayê yên kantona Efrîn û Şehbayê dan ber topan. Her wiha derdora Kampa Serdemê ya li gundê Til Sosîn jî kir hedef. Di encamê de 2 welatî birîndar bûn. Ji birîndaran navê Ehmed Merwan Ehmed (65) hat zanîn. Hêjayî bibîrxistinê ye ku heta kêliya amdekirina vê raporê jê êriş dewam dikin.

Kantona Firatê

Li bajarê Kobanê yê kantona Firatê, balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker stasyona ceyranê ya li başûrê bajar, nuqteyên hêzên Asayîşê, firina li bajar, derdora hola Firatê ya li ser rêya Heleb-Cerablusê, derdora stadyuma Kobanê, embara genim a li gundê Rovî bombebaran kirin. Gundê Şiyûxa Jorîn ê rojavayê bajarê Kobanê jî bi obîsan topbaran kirin.

Dagirkeran gundên Mişêrfê, embara genim a Mişêrfê, gundên Dewalîb, Seyda, Mieleq, kampa Eyn Îsa, rêya M4, gundên Qizelî, Qirfelî, Um Hiweyîş, Xirbe Elûş, Erîda, Kor Hesen ên kantona Firatê bi çekên giran kirin hedef. Di encamê de ceyran li ser deverên navborî qut bû û firina nan ji xizmetê derket.

Artêşa dagirker navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li navenda bajarê Kobanê jî bombebaran kir. Di encamê de endamê Hêzên Ewlekariyê Henûş Bekê şehîd bû û 4 endamên din û zaroka bi navê Nadiya Mistefa (3) birîndar bûn. Di êrişa li ser embara genim a li gundê Rovî de karkerê embarê yê bi navê Hisên Deas şehîd bû û 7 karkerên din; Ebdureûf Mehmûd El Mihemed ê ji Reqa, Îbrahîm Mehmûd El Mihemed, Cîhad Cuma El Mihemed, Ehmed Mehmûd El Mihemed, Ebdullal Elî Mihemed, Elawî El Hisên El Ero û Mihemed Silêman Sikêfî birîndar bûn. Dewleta Tirk a dagirker di 25 cotmehê de têketina bajêr, gundê El Mişêrfe yê rojhilatê Eyn Îsayê, gundên Sayda û Maleq, rêya M4 û Kampa Eyn Îsayê bi hovane topbaran kir. wekî tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser vê kantonê jî êriş heta niha berdewam in.

Kantona Minbicê

Artêşa dagirker bi dehan caran gundên Seyada, Ewn Dadat, Toxar, Dirc, Dendeniyê, Ereb Hesen, Mişêrfê Biwêr, Qertwêran, Kawiklî û Hûtê û Biniyê yên kantona Minbicê kirin armanc.

Di êrişa li ser gundên Biniyê de ji malbatekê zaroka bi navê Fereh El Berho (11) şehîd bû û Ebdurehman El Berho (13) û Semîr El Berho (8) birîndar bûn.

Di  26 cotmehê de, di encama êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser deriyê Ewn Dadatê de 2 zarok birîndar bûn. û heta vê kêliyê jî êriş dewam dikin.

Kantona Cizîrê

Navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li taxên Enteriyê û Hilko yên Qamişloyê û navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li gundê Elî Fero ya li Qamişloyê, navenda tenduristiyê ya Xelîc ya li Hilkoyê, embara genim a li Enteriyê, derdora Hîzam a bakur, navenda belavkirina sotemeniyê (Sadkop) a li taxa Qenat Siwês, Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya li Enteriyê û stasyona trênê hatin bombebarankirin.

Di bombebarana li ser navenda tenduristiyê ya Xelîc de zirarên madî çêbûn û navend ji xizmetê derket. Di êrişa li ser Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê de nêzî 100 ton ard telef bû.

Her wiha derdora gundên Mêrga Mîra, Tebekê, Girê Vira, Bana Şikeftê û derdora çiyayê Qereçoxê, derdora bajarokê Rimêlan û gundê Eyn Tewîl bi balafirên bêmirov ên biçek hatin bombebarankirin.

Dagirkeran gundên Til Werd ê Rojava, Xirbe Şeîr, Rebîhat, Tewîle, Til Tewîl, Um El Kêf, Oce, Qebir Kebîr ê Rojava û Dawudiyê yên bajarê Til Temirê kirin hedef.

Stasyona ceyranê ya li bajarê Amûdê, firina nan a li gundê Hesen Romî yê rojhilatê bajarê Amûdê, navenda ceyranê ya li gundê Heremê Şêxo û gundê Hasda yên Amûdê hatin bombebarankirin.

Birca telefonan (Syriatel) a li gundê Kepez ê bajarê Dirbêsiyê hate hedefkirin. Di encamê de tora telefonan ji xizmetê derket.

Artêşa Tirk derdora gundê Girê Ziyaretê yê bajarê Girkê Legê jî hat bombebarankirin.

Stasyona gazê ya Siwêdiyê, stasyona komkirin û veguhestina petrolê ya Tifla ya li gundewarê Dêrikê, stasyonên Seîda, Ode, Babasî yên li gundên Kêl Hesnak, stasyona Zarbî ya li gundê Şemûliye, 2 cihên komkirina mazotê li nêzî gundê Girê Berê û 2 bîrên petrolê li Tirbespiyê hatin hedefkirin.

Di êrişa li ser stasyona Siwêdiyê de ku roja pêncşemê saet 02.30ˈan hatibû kirin de, 7 karkerên stasyonê; Mîzer El Hesen, Îsam El Sibêh, Etallah El Xidir, Beşar El Iwêd, Mehmûd El Hisên, Fadil El Xedan û Îlyas Îsa şehîd bûn. Her wiha bi dehan karker birîndar bûn. Ji birîndaran Feysel Ezîzî, Zahir Silêman Mihemed, Beşar Mehmûd Mihemed, Ebdulbaqî El Hisên, Husam El Ziyab, Ebdullah Mihemed El Mihêmîd, Ebid El Emûrî, Mesûd Xelîl, Hisên Mihemed Receb, Ebdulnasir El Mihêmîd, Mihemed Hemze El Hiso, Ebdullah Hisên Îbrahîm, Hemed Ehemd El Remo û Seedallah Ehmed El Hisên hatin zanîn.

Di saetên destpêkê yên îro (25 Cotmeh) de balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li ser rêya Eyn Dîwar ê gundewarê Dêrikê bombebaran kir. Gundê Gir Qehfik jî 3 caran hate bombebarankirin.

Di 25 cotmehê de dewleta Tirk û çeteyên wê ji baregehên xwe yên li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, gundê Um El Kêf ê bajarê Til Temirê topbaran kir. Di êrişan de şêniyê bi navê Mihemed Delf ê 50 salî zaroka bi navê Emîne Xidir Hesîno (8) birîndar bûne û li nexweşxaneya bajêr tên dermankirin. Balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker kargeheke çaksazkirina erebeyan li navenda bajarokê Rimêlanê yê kantona Cizîrê bombebaran kir. Hêjayî bibîrxistinê ye ku heta kêliya amadekirina vê raporê jî êriş bi giranî li ser Qamişlo û Dêrik berdewam in.

Çalakiyên bersivdayînê yên QSD’ê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li hemberî van êrişan 2 çalakiyên bersivdayînê li dar xistin. Şervanên QSDˈê di çarçoveya bersiva li hemberî van êrişan li baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li derdora gundên Enîq El Hewa û Dawidiyê yên gundewarên Zirganê yên başûrê Serêkaniyê xist. Di encama çalakiyan de hejmareke leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Cebhet El Ekrad jî duh êvarê (24 Cotmeh) li baregehên çete û artêşa dagirker xist.

Di daxuyaniya hevbeş a Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Cebhet El Ekrad de hate diyarkirin ku baregehên Kerbeclî, Şawa, Şêx Nasir, Beldeq û Şêx Eqîl ên li gundewarê bakur û rojavayê kantona Minbicê hatin hedefkirin. Di encamê de kuştî û birîndarên çete û dagirkeran çêbûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku wê li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li gundewarê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî 2 operasyonên serkeftî lidar xistine. Di encama herdu operasyonan de gelek leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin û birîndar bûne.

Bêlanço

Li gorî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandiye ku heta niha  dewleta Tirk a dagirkern 685 caran êriş herêmê kiriye û di encamê de 17 şênî şehîd bûye û 48 jî birîndar bûn  û bîlanço wiha ye: ”

Êrişên balafirên keşfê: 99

Êrişên balafirên şer: 13

Topbaran: 573

Bi giştî dewleta Tirk 685 caran êriş herêmê kiriye.

Di encama wan êrişan de,

14 sivîl şehîd bûne

3 endamên hêzên leşkerî

Bi giştî 17 kes di bombebaran û topbarana dewleta Tirk de şehîd bûne.

Her wiha:

39 sivîl birîndar bûne

9 endamên hêzên leşkerî bûne

Bi giştî 48 kes birîndar bnye.

Helwesta gel li hemberî êrişên dagirkeriyê

Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên herî dawî, gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabûn ser piyan û soza bilindkirina asta tîkoşînê dan. Welêtî bi girseyî tevlî meşên ku li dijî êrişan tên lidarxistin, dibin û helwesta xwe nîşan dan. Herwiha sazî, rêxistinên sivîl û partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li dijî êrişên daxuyaniyên cuda dan û bang rêxistinên navneteweyî kirin ku li hemberî êrişên qirkirinê ku dagirkleriya Tirk li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin, bêdeng nemînin û bi erkê xwe yê exlaqî rabin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.