Reşo Mihemed/ Qamişlo
Desteya Karûbarên Olî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êrişên dijmirovî û pê re jî bêdengiya hêzên navdewletî bi tundî hatin şermezarkirin
Di hemwextiya êrişên dagirkeriya Tirk li ser bajar, gund navendên xizmetguzarî, ewlehî, nexweşxane û hwd… de nerazîbûnên gel û çalakiyên curbecur derdikevin pêş.
Di çarçoveya van nerazîbûnan de, Desteya Karûbarên Olî li van êrişan ji raya giştî re daxuyanî da.
Daxuyanî li navend desteyê ya li Taxa Kornîş ya bajarê Qamişlo bi zimanê erebî hat dayîn.
Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser geşedanên ku li Rojhilata Navîn û hincetên dagirkeriya Tirk ji bo êrişan û wiha hat gotin: “Şer û pevçûna li Rojhilata Navîn dijwartir dibe û agirê wê ji Xezeyê heta Lubnan, Sûriye, Iraq û Îranê belav dibe. Herwiha wekî Netîniyanho got “ji bo avakirina Rojhilata Navîn a nû li tevahiya herêmê şer berfireh dibe”. Lê belê agir berbelav bû û heta niha berfireh bûye û gihîştiye sînorên Tirkiyê.
Erdogan û hevkarê wî Devlet Bahçelî hîz kirin ku wê xeterî di siberojê de li ser wan çêbibe. Ji ber vê yekê wan axaftinên xwe yên kevin bi cil û bergekî nû ji bo pirsgirêka kurd gotin. Tiştê ku dîtin ew bû ku Rêber Abdullah Ocalan di meclîsa Tirkiyê de ji bo bidawîkirina aloziyê û çareserkirina pirsgirêka kurd, amade bibe û bixaive. Ev yek jî cihê geşbînî û kêfxwşiya mezin bû ji bo hemû kesan. Lê wan ji êrîşa ku li Enqereyê pêk hat hincet çêkirin ku êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin, di nav de bîrên petrolê, stasyonên elektrîkê, embarên genim, xalên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, klînîk, nexweşxane, kargeh û hemû amûrên debarên jiyanê. Armanc ji van êrişan jî ji bo ku krîza xwe ya navxweyî û aborî derxînin derveyî sînor.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji destpêka şoreşa bihara gelan ve, herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku cîrantiya xwe ya baş diparêze, Tirkiye jî di nav de ye. Lê êrişên hovane û bomberdûmana hewayî ya bi balafirên şer û dironan, bombebarana bejahî ya bi top û hawanan a artêşa Tirk, li ser herêma herî bi ewle û aram cihê şermezariyê ye.
Herî dawî Desteya Karûbarên Olî banga xwe wiha anî ser ziman: “Em bang li rêxistinên mafên mirovan, Neteweyên Yekbûyî û Hêzên Hevpeymana Navneteweyî dikin ku dawî li binpêkirinên dewleta Tirk bînin û dawî li dagirkeriya xwe ya li bajar û herêmê bînin. Herwiha em şehîdên di bombebarana dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin, bejna xwe li ber giyanê bi rûmet ditewînin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.”






