Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li Qaqizmanê di çalakiya gerîla de herî kêm 7 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:
Artêşa TC a dagirker 13’ê Tebaxê li herêma Kizil Kîlîse ya li navçeya Qaqizman a Qersê dest bi operasyonê kirin. Sibeha 14’ê Tebaxê balafirên şer û helîkopterên kobra yên hêzên dagirker bi rengekî bê navber bombe li herêma Hîslî Magara barandin. 2 yekîneyên operasyonê piştî bomberdûmanê hewl dan ji bejahî ve xwe bigihînin herêma Kevirê Qul. Di çarçvoeya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê dest pê kir, hêzên me danê nîvro li her du yekîneyên dijmin xistin. Ji nêz ve bi du baskan derbên giran li yekîneyên dijmin hatin xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin 7 leşkerên dijmin hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Hevalê me Şervan ku bi rengekî fedayî li dijî dijmin şer kir, şehîd bû.
6’ê Tebaxê yekîneyeke me dema ku li herêma Deştê ya navçeya Qisle ya Dersimê bi erka xwe radibû, li hêzên dijmin rast hat û şer derket. Di şer de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Hevalekî me yê di vî şerî de li lehengî li ber xwe da şehîd bû.”