Koçberên Efrînê û Şêniyên Şehbayê 5 Şehîdên ku di encama êrîşên dagirkeriya Tikiyê yên ku di 23 yê Cotmehê de li ser herêma Şehbayê hatine destpêkirin, bi merasîmeke bi heybet li goristana Şehîd Zozan Amanos li navçeya Fafînê oxir kirin.
Zana Roj/ Şehba
Bi hezaran koçberên Efrînê û Şêniyên Şehbayê her 5 Şehîdên ku di encama êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser tavahî herêmên Şehbayê û bi taybet li ser navçeya Til Rifertê de hatine kirin Şehîd bû bû bi merasîmeke bi heybet hatin oxir kirin. ji wan pênç Şehîdan 4 sivîl bûn ku yek jî zarok e ji koçberên Efrînê ne her wiha yek jî Endamê Hêzên Rizgariya Efrînê bû.
Merasîm li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn hate destpêkirin û ber bi Goristana Şehîd Zozan Amanos ya li Navçeya Fafînê herikî. Beriya destpêkirina bernameya merasîmê deqeyek rêzgirtin hate sekinandin û axaftin hatin kirin. li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Hacer Miho û Endamê Meclîsa Kantona Efrîn û Şehbayê Fewzî Mistefa ve hatin kirin.
Hacer Miho bal kişand ser kiryarên dagirkeriya Tirkiyê li ser gelê Efrînê û wiha got: “Dagirkeriya Tirkiyê ev gelê xwedî îrade ji 7 salan ve digre hedef. Kiryarên dagirkeriya bi dagirkirina Efrînê re nehatine sekinandin, û rojane gelê me yê berxwedêr tê hedefgirtin. Ev gel xwediyê bi hezaran ji Şehîda ye, wê tu carî li hember êrîşên dagirkeriya û pilanên dijminê mirovahiyê gav paş ve navêjin û me bi sekna xwe ya heyî hêza dijmin têk biriye”.

`Sekna gelê heyî wê neyê hejandin`
Her wiha Fewzî Mistefa anî ziman ku bi Gerîlayên Azadiyê erşa Osmaniyan têk birine û wiha got: “Berxwedaniya ku ji aliyê Gerîlayan di çiyayên Azadiyê de tê kirin, erşa Osmaniyan ya kevin û nû hildiweşîne. Faşîma Tirkiyê çawa ku dixwast vê tevgerê di şexsê Rêber APO de têk bibe û bi ser neket, niha jî di xewna têknirina îradeya gelan de dimeşe û wê bi ser nekeve. Hevdîtina herî dawî ya ku bi Rêber APO re hatiye kirin, Rêbertî careke din hêza xwe di çareserkirina alozî û şerên heyî re îsbat kir. Metirsiya Erdoxan ya herî mezin ji va hêz û îradeya Rêbertî ye. ji lewra weke gurekî har destdavêja gel û zarokên me. Bila tavaî cîhan bizanibe gel gelê Rêber APO ye û wê tu carî êrîş û pilanên we yên hovene va sekna heyî nehejîne”.
Navên Şehîdên sivîl ev in: Cemîle Weqas Xelîl (37), Melek Şiyar (5), Îbrahîm Şêxo (55), Mihemed Weqfî (47).
Navê Şehîdê Endamê Hêzên Rizgariya Efrînê Nasnav: Îskender Efrîn
Nav û Paşnav: Rohilat Murad
Navê Dayikê: Fida
Navê Bav: Faîq
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 23’ê Cotmeha 2024






